Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ev bûyer rast e rast qetliamek siyasî ye

Bêguman bûyerên xwezayî hene. Însan bi tedbîrên, li hemberê bûyerên xwezayî, li pêş ketiye. Bi van tedbîran, di xwezayê de bûye hêz. Ev hêz, ewqas mezin bûye ku êdî hikûm li ser xwezayê dike. Bi zihniyeta desthilat û çavbirçitiyê,s er û binê erdê tevlihev kiriye. Ev dinya nedîti û mirovên çavbirçî, dengeya xwezayê xirakirin e. Edî bûyerên xwezayî bi destê mirovên dinyanedîti û çavbirçî tê kirin. Ji ber vê yekê kî ji vî zelzela niha re bêje xwezayî ye derewan dike. Hele hele ki bêje qedere, bê din û bê îman e. Ev bûyer rast e rast qetliamek siyasî ye.

Bi rastî jî zelzeleya ku 6’ê mehê de çêbû, felaketek pir giran e. Felaketa sedsalî ye. Heta niha li gor daxuyaniyên fermî (fermiyeta dewletê  her tim derew e) 25 hezar însan jiyana xwe ji dest dane. Sed hezar ji birîndar hene. Ev daxuyaniya AFAD’ê ye. Lê rastî ne ev e. Semsur, Mereş, Hatay, Bazarcix, Elbistan bi temamî xirabûye. 3 bajar û 2 navçe êdî nîne. Li van bajaran, xaniyê ku mane jî ji sedî 90 derp xwarine û êdî tê de jiyan nayê kirin. Bi deh hezaran însan di bin kavilan de mane. Îhtimal e ev hejmar here sed hezarî. Bi deh hezaran xanî xirabûne û bi sedhezaran însan, bênan, bêav, bêxanî, bêderfet li derve maye. Trajediyek pir mezin e. Ji ber vê yekê, ên ji xwe re dibêje ez însan im, divê çi ji dest wî were bike.

Piştê ku zelezele çêbû, refleksa deshilata AKP û MHP’ê, ecêb û sosret bû. Roja yekem ne di wî ferqi de bûn ku bûyer ewqas mezin e. Ji ber vê yekê tu sazî, ji cihê xwe dahî, ne lebitî bû. Refleks û daxuyaniyên yekem ji bo parastina xwe bû . Dîsa gefan li hemû kesan xwar in û di nav mezbexaneya cenazan de, kifriya dikirin. Nezikatiya yekem ez çawa van însanan xilas bikim nebû . Nêzîkatiya yekem ez ê çawa desthilatiya xwe biparêz im bû. Her tim dibêjin ya em ne dewletek qabile ne. Eger ev bûyer li dewletek qebile çebûna û serok qebil wiha nêz bibûya wê ew qebil serê wî bi xwara. Eger dewleta qebîle dewleta paşketî be, netew dewleta tirk ji dewleta qebîle, deh qat bêhtir li paş ketiye.

Ev encamên polîtîkayên şer in. Rejima AKP û MHP’ê ji bo qirqirina kurt tamam bike, ev heft sale hemû sazî û dezgehên xwe, xist bin xizmeta şerê qirqirinê. Ji ber vê yekê, sazî ji rol û mîsyona xwe dûr ketin û li gor şerê kurd xwe dîzayn kirin. Ji ber vê yekê, di vî bûyera zelzelede,saziyên dewletê li holê nebûn. Hemû dibin kavilan de man. Polîtîkayên şer bi xwe re polîtîkayên rizandin û rantê tîne. Ewqas di bin kavilên zelzelê de mayîn, encama polîtîkayên şer û rant û rizandinê ye.

Dewlet nîne lê civak ji bê rêxistin û pêşeng e . Bêguman heta niha hêzên civaka demokratîk gelek tiştan kiriye. Lê li gor vê felaketî pir kêm e . Divê li benda dewletê nemînin û dewlet qet guhdar nekin. Bi rêxistin û seferberiya civakî, ancex birînên ve bûyerê were dermankirin. Desthilata AKP û MHP di nav qeyranek pir mezin de bû. A niha bi vî zelzeleyi qeyrana aborî siyasî vegeriya kaosek siyasî û civakî.  Ji vê kaosê îxtîmale hemû tişt derkeve. Em ketin konaxek pir dijwar.

Nûçeyên Têkildar