Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ev cînayet e!

Jinên ku cenazeyê Garîbe Gezer a bi awayek guman li girtîgehê jiyana xwe ji dest da ji morgê bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ wergirtin, wiha gotin: "Garîbe bi piştevaniya ku hatî kirin ber bi başbûnê ve diçû. Kesek li bendê nebû. Her wiha em dipirsin kesek heke di hucreyê de be gelo dê çawa dawî li jiyana xwe bîne? Ev tişt nakeve serê mirovan.” 

Garîbe Gezer a ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandiraya Kocaeliyê dima û berê jî gardiyanan tecawizî wê kir û îşkenceya zayendî lê hatibû kirin, duh di hucreya lê dima de bi awayê bi guman mirî hat dîtin. Otopsiya ewil ya Gezer jî li Saziya Tipa Edlî bêyî parêzerên wê hat kirin û sedema mirina wê di raporê de cih negirt.

Her wiha ji serê sibehê ve ji bo ku cenazeyê Garîbe bigirin parêzerên wê, endamên MA-TUHAYDER’ê, aktîvîstên TJA’yê û rêxisitnên HDP’ê yên bajar û navçeyan ji bo ku biçin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Kocaeliyê derketin rê. Girseya ku hat ber girtîgehê di lêgerînê re hat derbaskirin. Girse li ber ATK’ê bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ cenazeyê Gezer girtin û ber bi balafirgehê ve çûn. Jinên ku li ber ATK’ê kombûn derbarê Gezer de nêrînên xwe anîn ziman.

Hûn çi ji wan ciwanan dixwazin?

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn diyar krir ku mehek beriya niha hevdîtin bi Gezer re pêk anîne û wiha got: “Beriya wê jî Jiyan Tosun hevdîtin pêk anîbû. Garîbe jineke kêyfxweş bû, di têkoşînê de bi biryar bû û tu carî îteat nedikir. Teşebûsa yekem a xwekuştinê ye. Li odeya singer de ji ber îşkenceya ku pêk hatî hewl dabû ku dawî li jiyana xwe bîne. Garîbe ne kesek wisa ye ku hewldana wê ya xwekuştinê hebe. Di hevdîtina dawî de bi biryarbû û jinek têkoşer bû. Hefteyek beriya niha bi rêya telefonê ji xwişka xwe re axivîbû û gotibû ‘Rewşa min baş e û 5 roj şûnde dê cezayê min a hicre biqede’ Ev rêbaza hucreyê ji bo girtî dawî li jiyana xwe bînin tê bikaranîn. Li vir pirsgirêka sereke, jixwe girtî di li girtîgehên ku wek hucre hatî avakirin de dimînin. Bi rastî ji bo herkes jiyana xwe ji dest bide ev rêbaz tê bikaranîn. Wekî din tiştek din nayê hişê mirovan. Ev kes ciwan in, hûn çi ji wan dixwazin û dixin hicreyan.”

‘Ev mirineke bi guman e’

Keskîn destnîşan kir ku kesek li benda xwekuştina wê nebû û ev tişt anî ziman: “Parêzer Jiyan Tosûn û Jiyan Kaya dê bi sê parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) dê daxwaza dîmenan bikin. Xwekuştin li girtiyan tê ferzkirin. Ev mirin mirineke bi guman e. Bûne sedema mirina wê. Li girtîgehê gelek girtî wek Garîbe ne û întîhar li wan tê ferzkirin. Şert û mercên li vir gelekî xirab in. Lê divê bê zanîn ku em dev jî wê bûyerê bernadin. Garîbe bi piştevaniya ku hatî kirin ber bi başbûnê ve diçû. Kesek li bendê nebû. Em matmayî man û xemgin in. Her wiha em dipirsin kesek heke di hucreyê de be gelo dê çawa dawî li jiyana xwe bîne? Ev tişt nakeve serê mirovan.”

‘Em bi tu awayî bawer nakin…’

Hunermend Pinar Aydinlar jî diyar kir ku ji xwekuştina Garîbe matmayî mane û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Em bi tu awayî bawer nakin. Garîbe dawî li jiyana xwe neaniye. Garîbe ji ber berxwedana xwe bi êrîşan re rûbirû ma. Me îro rastiyek din dît ku hevalên me, rêhevalên me li girtîgehan bêxwedî ne.? Bi gotina xwekuştiye dixwazin ser bûyerê bigirin. Em dizanin zilmê li girtiyên siyasî dikin. Em tu carî malbata Garîbe bi tenê nahêlin. Em ê şopdarê vê mijarê bin. Em ê hesabê bipirsin.”

‘Em ê şopdarê mijarê bin’

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dîlşat Canbaz, destnîşan kir ku derbarê rewşa Garîbe de pirsnameyak dabûn meclisê û wiha got: “Em ji mirina Garîbeyê bi guman in. Em wek mirineke bi guman digirin dest. Em nizanin di hucreyeke yek kesî de çi bû, çi hat serî wê, çawa jiyana xwe ji dest da? Berpirs Wezareta Dadê û Wezareda Karê Hundir e. Em ê şopdarê vê mijarê bin.”

‘Tiştên ku pêk hatî ne tesadifû ye’

Endama Rizgariya Jinan Burcugul Çubuk jî daxuyand ku Garîbe tundî û îşkenceya ku pêk hatibû anîbû ziman û wiha got: “Garîbe li hemberî tundî û îşkenceya dewlet û mêr, hêza xwe ya têkoşînê nîşan dabû. Garîbe li gel îşkence, tecrîd û tecawizê têkoşîna xwe domand. Me ji medyaya dijîtal rewş û têkoşîna Garîbeyê dişopand. Ji bo me xwekuştina Garîbeyê di hucrê de bi guman e. Em bawer nakin. Heke em wek xwekuştin bigirin dest jî dîsa ev tişt lê hatiye ferzkirin û dibe cinayet. Tiştên ku pêk hatî ne tesadufî ne û her tişt bi plan û pergalî pêk hatiye. Li hemberî dawî anîna jiyanê li girtîgehan polîtîkayek heye. Heke jinek ji ber tundî mêr-dewletê dawî li jiyana xwe anîbe jî, em çawa ji bo Mûsa Orhan dibêjin kujer e, em ji bo kesên ku tecawiz û îşkence kirinê jî dibêjin kujer.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar