Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ev der 50 sal şûnde dê bibe daristan

Li Semsûrê, çend dildarên hawirdorê ji bo darên berû yên hatin tunekirin ji nû ve jîndar bikin, tovên berûyan diçînin û ev der 50 sal şûnde dê bibe daristan

Li gundê Zormagara yê Besniya Semsûrê, çend dildarên hawirdorê ji bo darberûyên 50 sal berê hatin tunekirin ji nû ve jîndar bikin, tovên berûyan direşînin. Dildaran heta niha 200 tovên berûyan çandine û ew ê ev hejmar zêdetir bibe.

Yek ji dildarên hawirdorê Alî Polat, da zanîn ku 50 sal berê mirovên li herêmê darên berû jêkirine û bi vî awayî daristanek tune bûye. Polat, destnîşan kir ku kesî rê li ber vê negirtiye, loma ew ji bo vê yekê tevdigerin.

Polat diyar kir ku fikra tovreşandinê berê di bîra wî de bû, lê belê ancax wan karibûye îsal bireşînin. Polat, da zanîn ku darberûyek di 50 salî de şîn tê û piştî ew tov direşînin ji bo zirarê nebînin dora wan digirin. Polat, diyar kir ku ji bo wexta darberû şîn hatin bizin û mî wan nexwin ew dora cihê tov lê diçînin bi keviran digirin.

Polat anî ziman ku niha ew li hêla Besniyê tov diçînin, lê belê ew ê piştî demekê vê yekê li tevahiya Semsûrê bikin. Polat, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê xweza zêde tê talankirin û êdî ketiye rewşeke wisa ku mirov ji bo xwe bide ber siyê darek jî nemaye. Polat, destnîşan kir ku li gor rojavayê welat herî zêde texrîbata li Kurdistanê heye û got: “Wexta li Behra Reş, li Ege û Marmarayê darek bê jêkirin, sazî û dezgehên hawirdor û ekolojiyê tev digerin. Lê belê hayê wan ji projeyên li herêmê yên li dijî xwezayê tune ye.”

Polat destnîşan kir ku divê rêxistinên hawirdorê serdana herêmê bikin û got: “Wexta mijar xweza be divê bi awayekî yekgirtî esas bê girtin. Xwezaya Semsûr, Meletî, Dersimê û xwezaya Îzmîr, Aydin û Behra Reş ji hev ne cuda ne. Eger li vir darek zirarê bibîne, li Behra Reş daristanek tune dibe. Divê heman hesasiyet ji bo her derî hebe. Havînê wexta li Antalyayê agir bi daristanekê dikeve hemû welat seferber dibe, lê wexta li herêmê agir bi daristanekê dikeve kes mudaxile nake û her wiha nahêlin kes mudaxile jî bike. Gelek dever bi destê dewlettê tên tunekirin. Li rojavayê welat ev texrîbat ji bo rantê tê kirin, li herêmê jî ji bo operasyonên leşkerî.”

Polat diyar kir ku dewlet û sermaye xwezayê tune dikin û got: “Li gor hêz û derfeta xwe tov direşînim. Eger mirovên hesas xwedî li van tovan derkevin, dê 50 sal şûnde ev tov hemû bibin dar û daristan. Loma divê herkes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û ji bo pêşerojê dareke hêşîn biçîne.” SEMSÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar