Ev der Heftanîn e, warê mêrxasî û egîdan. Cihê cenga giran û kabeya şoreşgeran e. Eniya şerê rûyê tarîtî û ronahî ye. Cenga serketin û kolebûnê ye. Cihekî wisa ye ku rûyê heqîqet a rastiya kurdan ê egîdî û dîsa xiyanetê aşkera kir.
Di dîroka gelê kurd a têkoşînê de piştî berxwedana Kobanê ya ku weke Stalîngrada Kurdî tê pênasekirin, Cenga Heftanînê duyemîn Stalîngrada têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ye. Cenga ku piştî êrîşên hemwext ên 15’ê Hezîrana 2020’î ya li Mexmûr, Şingal û Herêmên Parastinê yên Medyayê ku bi taybetî li Heftanînê û şûnde şerekî yê man û nemanê li Heftanînê bi hevkariya PDK’ê û hinek kesayetên mala Barzanî dest pê kir.
Hemû hesab û kîtabên hatibûn kirin ku Heftanîn di nav çend rojan de bê dagirkirin. Li benda roja destpêkirinê bû. Êdî êrîş dest pê kir, lê ya ‘Hesabê malê û bazarê li hev nehat’ ewladên leheng ên fedayî yên gelê kurd gerîlayên azadiyê bû. Dijmin û xiyanetkaran wer hesab dikir ku bi tank, top û firokeyan dîsa hevkariya sîxuriyê wê bikaribin Heftanînê bigirin û bi wê re her biçe qadên gerîla teng bike û Tevgera Azadiya Kurdan tesfiye bikin.
Ji roja yekê ve tevî hemû teknîk û êrîşên rojane bênavber gerîlayên azadiyê yên di Cenga Heftanînê de cihê xwe digirin her yek bû fedayiyek û li qada lê li dijmin kir goristan. Dijmin ê bi sirûd û merşên fethê hatin, di giran de asê man û bangên ezana mirinê li ber guhê wan bû. Her ku êrîş kirin, her ku bi hevkariya PDK’ê xwestin qadên ji sivîlan vala bikin, rê û rêbarên gerîla bigirin; zêdetir derb xwarin û ketin sendroma Heftanînê.
Gerîlayên di bin fermandariya Esmer û Bargiran Erkendî de Heftanîn li dijmin kirin dojeh. Gerîlayên fedayî ji Şeşdarê bigire heta Girê Dupişk ji wir heta Pîrbûla her derê Heftanînê, Xakûrkê, Xantûra bi ruhekî fedayî şer kir. Rê neda ku dijmin rehetiyê bibîne.
Cenga Heftanînê bi vî ruhê mezin, her kêlî her gav têdikoşe. Bi her rengî tevî teknîk û êrîşên zêde berxwedan tê kirin. Vîna azadiyê careke din mohra xwe li dîrokê da. Têkoşîneke her gava wê şerê man û nemanê tije her gava wê ji jiyanê tije hest û bêrîkirinên azadiyê xuliqandî ye. Gerîla bi kîna her bosteke daristan û xweşikahiya Heftanînê û bombeyên bê hed û hesab tên barandin, soza tolhildan û geşkirina şer didin. Gelek gerîla li pey vê sozê çûn û xwe di nav dijmin de teqand. Êdî dar û kevirên Heftanînê jî ji dijmin tolê hiltînin. Şev ji bo wan xof, dar û kevir ji bo wan bêstar bûn. Ji her cihî ve derb dixwarin, lê bide hey lê bide, tola dar û deviyên Kurdistanê, heyfa şehîdan hildin.
Her ku şer û berxwedan geş dibû, xiyanet û êrîş jî zêde dibûn. Li aliyekî dewleta tirk bi hemû hêza xwe bi ser gerîla ve dihat, li aliyê din PDK bi hemû derfetên xwe rê û rêbazên ji bo rewakirina êrîşan diafirand û Başûr bi destê dagirkeran ve berdida. Lê gerîlayên azadiyê bi çalakî û hêza xwe ya ji gel pêşiya her cure êrîşê girt. Dibe dagirker ketibin hinek gir û baniyan lê rêbaza gerîla ya nû bi dijimin re li her cihê lê ye û di her fersendê de li dijmin da. Kir ku dijmin nikaribe xwe li ber gurzê gerîla bigire.
Cihê ku herî dijmin lê ewle û bi xwe bawerî bû, gerîla bi fedayî çû ser û çalakî kir. Mînaka vê ya herî berbiçav û mohra xwe li demê da çalakiya gerîlayê HPG’ê Rûstem Cûdî ku piştî çalakiyê dema birîndar dibe ji bo radestî dijmin nebe, mîna Bêrîtanan li dijî teslîmgeriyê xwe di lat û zinaran de davêje. Ev kir ku heta dawî xeta berxwedanê ya gerîla li dijî teslîmgerî û xiyanetê bidome û çi dibe bila bibe, wê teslîmî dagirker û dijmin nebe, xeta xiyanet û teslîmgeriyê jî mehkûm bike.
Cenga Heftanînê ya ku bi bi gotina ‘Ev der Heftanîn e’ wê di dîroka têkoşîna azadiyê de tim di guhê dijmin û nokeran de olan bide. Kengî ev deng bihîstin wê windahiya wan û jihevketina wan bê bîra wan. Tevî her tiştî jî gerîlayên azadiyê li Heftanîn, Metîna, Xinêrê, Gabar, Cûdî, Zagrosê… li deşt, newal û bajarên Kurdistanê wê hebin û li ber xwe bidin. Destana ‘Ev der Heftanîn e’ wê bibe serpêhatiyên şevên zarokên agir û rojê. Wê bi wê mezin bibin…