Ev der Kurdistan e. Ev rastiyek teqez e. Mutlaq e. Zanistî ye. Ilmî ye. Dîrokî ye. Hemû gelê Tirkiyeyê û cîhanê jî vê rastiyê dizanin. Çawa ku di zanistiya kîmyayê de madde ji hebûnê tune nabe û ji tunebûnê jî heyî nabe; hebûna KURDISTAN’ê jî tune habe. Înkara vê yekê înkara rastiyê ye. Înkara rastiyê înkara heqîqetê ye. Di dînê îslamê de jî tê gotin ku yê rastiya berhem û afirandinekê înkar bike di heman demê de xwedê înkar dike. Kurdên ku rastiya Kurdistanê naynîn ziman û li KURDISTANÊ xwedî dernekevin di heman demê de xwe înkar dike. Rayedarên Tirkiyeyê ku Kurdistanê înkar dikin, di heman demê de kurdan înkar dikin. Em kurd in. Navê welatê me Kurdistan e. Kurd li Kurdistanê dijîn. Lê piştî peymana Lozanê kirine 4 parçe. Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê Kurdistan di nava xwe de parçe kirine û parve kirine.
Lê li gel hemû alem vê rastiyê dizanin jî sê roj berê dema ku li navçeya Misircê welatiyê kurd Cemîl Taşkesen ev yek bi bîra rayedara dewletê û Seroka Partiya ÎYÎ Meral Akşener xist, hem bi zora wan çû û hem jî bi lez û bez polîsên dewletê welatî Taşkesen binçav kir.
Em dibînin ku îro welatiyek rastiyê tîne ziman tê binçavkirin. Hunermendek kurd ji ber rastiya zilam û dewletê tîne ziman stranê wê li qadan têne qedexekirin. NÇM ku dixwaze çanda kurdan bide pêşandan çalakî û şahiyên wê têne qedexekirin. Navê bajarên kurdan têne guhertin. Mîmariya avahiyên gelan tê guhertin. (Sûr, Heskîf û hwd). Kolanên bajarên kurdan têne guhertin. Li her kolanek bajarê kurdan ala tirk tê neqişandin. Gav bi gav Kurdistanê dagir dikin. Hem demografiya Kurdistanê xera dikin, hem bi sincê civakê dilîzin, hem pêşeroja civakê tune dikin, hem bişaftinê pêş dixin û hem jî dixwazin kurd li dijî vê qirkirina spî dengê xwe bilind nekin û rastiya xwe neynin ziman. Dixwazin ku kurd nirxên xwe neparêzin û koletiyê qebûl bikin.
Raste rast li kurdan ferz dikin ku rastiyê neynin ziman. Dixwazin hemû kurd rastiya xwe û hebûna xwe înkar bike. Dixwazin ku kurd heqîqeta xwe û çanda xwe înkar bikin. Heta niha bi dehan çawişên pispor li Kurdistanê tecawizê ciwanên kurd kirine. Musa Orhan yek ji van çawişê pispor ê tecawizkar e.
Lê dema lîstikvan Ezgî Mola got ku Musa Orhan tecawizkar e (Musa Orhan li Êlihê tecawizî Îpek Er kiribû û Îpek Er ji ber ku Orhan nehatibû cezakirin întihar kir), dadgehê li lîstikvan Ezgî Mola 65 roj cezayê pereyan birî.
Rojnamegerên li Wanê (nûçegîhanên Jinnewsê û MA’yê) dema ku rastiya welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin nivîsandin û ev rastî bi cîhanê re parvekirin, hatin binçakirin û bi mehan girtî man. Mirov dikare bi sedan mînakên bi vî rengî bide. Di encamê de dema kurd rastiyê tînin ziman û li rastiya xwe, nirxên xwe û hebûna xwe xwedî derdikevin, têne binçavkirin û girtin. Lê ger em ji tirsa binçavkirin û girtinê rastiya xwe înkar bikin û bêdeng bimînin, em ê tu carî nikaribin azad bijîn. Ji bo em wekî koleyan nejîn, ji bo em di bin tecrîdê de nejîn divê em bi wêrekî rastiya xwe bînin ziman. Ku em nikaribin rastiyê bînin ziman; wê demê em van polîtîkayên înkar, îmha, tecrîd û bişaftinê qebûl dikin. Em koletiyê qebûl dikin. Lê ger ku em ji bo azadiya ziman, çand, nasname û hebûna xwe têdikoşin, çima em li dijî koletî înkar û îmhayê bêdeng bimînin. Eger bedena me serbest û fikrên me kole be, em çiqas azad in? Eger em bi fîzîkî hebin û vîna me tune be, em çiqas hene. Yên ku îro fikr û vîna me qedexe dikin û înkar dikin, dê sibê beden û hebûna me jî îmha bikin. Lê ger ku em bixwazin azad bijîn, divê em her tim rastiyê bînin ziman û ji rastiyan netirsin. Dawiya dawî rastî bi ser dikeve.
Êdî kurd tu carî koletî û înkarê qebûl nakin. Ji ber êdî kurd hene. Hebûna kurdan rastiya kurdan e. Rastî mafdarî ye. Mafdarî hêz û serkeftinê tîne. Ji ber ku em mafdar û rast in, em ê her tim li pey heqîqetê bin. Kurdistan heqîqet e. Heqiqet nayê înkarkirin.