Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ev der ne xaka dewleta tirk, xaka kurdan e’

Ciwanên herêma Biradostê çûn serdana çalakvanên mertalên zindî. Di serdanê de ciwanan bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û wiha got: “Ev der ne xaka dewleta tirk, xaka kurdan e. Divê her ciwanek, her kurdek li dijî dagirkeriyê xwedî helwest be. Êdî tu hêviya me ji hikûmeta herêmê nemaye.”

Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê û piştgiriya bi berxwedan hêzên gerîla re, di 14’ê hezîranê de li Binarê Qendîlê û di 24’ê hezîranê de jî li herêma Biradostê dest bi çalakiya mertalên zindî kir. Ciwan û welatiyên herêmê rojane serdana çalakvanan dikin. Ciwanên Biradostê yên ku çûn serdana çalakvanan, axivîn.

Ji ciwanên herêma Bradostê Çiya Gabar diyar kir ku divê hemû ciwanên Kurdistanê li hemberî dagirkeriyê bibin mertalên zindî û wiha domand: “Weke ciwanên Biradostê me xwest berteka xwe ya li dijî dagirkeriyê nîşan bidin. Ev der xaka me ye û dewleta tirk dixwaze dagir bike. Ev bi salane em şehîdan didin. Rejîma dagirker bi balafirên şer êrîşî sivîl, gund, zevî, sewal û daristanan dike. Em ne li ser xaka wan, em li ser xaka xwe ne. Tevî vê jî artêşa tirk bi balafir û topan êrîşî me dike.”

‘Ev xak ne xaka dewleta tirk e’

Gabar êrîşên artêşa tirk şermezar kir û wiha derbirî: “Divê êdî dawî li van êrîşan bînin. Ji ber ku me axa tu kesî dagir nekiriye, ew li ser axa me ne. Ev xak ne xaka dewleta tirke . Ev xaka kurdan e. Li dijî van êrîşan hikûmeta herêmê bêhelweste. Êdî tu hêviyeke me ji wan nîne. Divê gelê herêmê bi xwe bibe yek deng û helwesta pêwîst nîşan bide.”

‘Dewleta tirk DAIŞ jî derbas kiriye’

Ciwanê bi navê Zana Faraşîn jî di serî de êrîş şermezar kirin û wiha got: “Ev êrîşên dagirker li dijî hemû mirovahiyê ne. Heta ku hêzeke weke DAIŞ’ê jî êrîşên wiha yên hovane nedikirin. Dewleta tirk DAIŞ jî derbas kiriye. Hovîtiya wan a li Efrîn û Biradostê li ber çava ye. Dixwaze ji Îranê heta tevahiya Kurdistanê, xeta Osmaniyan careke din ava bikin. Divê her ciwanek û gelê me li dijî wan êrîşan dengekî biçûk jî be raber bike. Li dijî dagirkeriyê helwesteke herî biçûk jî gelek girînge. Bêhelwestî ji bo me tê wateya mirinê.” BIRADOST

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar