Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ev du roj in dest û çavên Zeynep Celaliyan girêdayî ne

Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ku li girtîgeha Xoyê tê girtin, di 29’ê nîsanê de ji nişkave û bê agahiya pêşîn ji aliyê hêzên ewlekariyê ve ji girtîgehê ber bi cihekî nediyar ve hatibû veguhestin.

Bavê Zeyneb Celaliyan, Elî Celaliyan bi rêya telefonê li gel Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê axivî û ev agahî dan: “Di roja 29’ê nîsanê de me bi rêya hevala wê ya qawîşê agahî girt ku Zeyneb ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bêyî agahiyekî bidin ji girtîgehê birine. Em demildest ji Makûyê çûn bajarê Xoyê. Me ji rayedarên girtîgehê pirsa keça xwe kir lê bersivekî zelal nedane me. Rayedaran tekez kirin ku hêzên ewlekariyê ew birine û her çiqasî gotin ku dibe ji bo doza wê ji nû ve li berçavan re derbas bikin, ew birine Tehranê jî lê negotin ku ji bo ku derê birine.”

Bi telefonê axivî

Bi domdarî jî Celaliyan diyar kir ku herî dawî duh bi şev Zeyneb ku di nava wesayîtekê de bû bi telefonê li wî geriyaye û wiha domand. “Got; ‘Ji duh heta niha dest û çavên min girtî ne. Ji girtîgeha Xoyê veguhestin girtîgehên Ûrmiye û Kirmaşanê. Lê ji ber ku girtîgehan girtiyên nû qebûl nekirin ku girtiyên nû bigirin, hêzên ewlekariyê ez veguhestim girtîgeha Tehranê.’ Di wê kêliyê de telefon qut bû û êdî negeriya.”

‘Ez bi fikarm ku senaryoyên xirabtir ji bo keçe min çêkirine’

Herî dawî jî bav Celaliyan ev tişt anî ziman: “Ti tiştekî asayî nîne. Çima ji nişkave Zeynebê ji girtîgeha Xoyê dibin? Çima divê bê agahiya pêşîn wê vediguhêzin girtîgehên Urmiye û Kirmaşanê? Çima bêyî îzahatekî zelal axaftina me ya bi telefonê qut dikin? Dixwestin çi peyamê bidin me? Ez bi fikarim ku senaryoyên xirabtir ji bo keça min çêkirine. Ez pir ji rewşa keça xwe bi fikarim. Ji ber ku bi xwe gotibû ku ev du roj in di nava wesayîtekê de wê ji bajarekî dibin bajarekê din.” URMIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar