Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Ev du sal in li benda wergirtina cenazeyê ne

Dayika Omer Çevîkê hat gotin li Çiyayên Amanosê di êrîşeke bi SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest daye, 398 roj in dixwaze aqûbeta kurê xwe hîn bibe. Her wiha dayika Agît Îpek ku di 23’yê gulana 2017’an de li Dêrsimê şehîd bû, Halîse Aksoy jî ev du sal in li benda wergirtina cenazeyê kurê xwe ye

Li Çiyayê Amanosê di êrîşeke bi Amûrên Hewayî yên Bêmirov (SÎHA) de 17 kesan jiyana xwe ji dest dabû, lê belê hîn jî cenazeyên wan nedane malbatên wan. Malbatan ji bo cenazeyên zarokên xwe, ji bo testa DNA’yê xwîn dan lê belê hîn jî tiştek ji malbatan re nehatiye gotin. Her wiha hin cenaze jî bêyî bidin malbatan li goristanên bêkesan hatine veşartin û hin cenaze jî li morgan tên sekinandin.

Yek ji van cenazeyan jî yê Omer Çevîk (Karker Tolhildan) e. Piştî hat bihîstin Çevîk jiyana xwe ji dest daye, malbatê di 27’ê tebaxa 2018’an de serî li ÎHD’a Edeneyê da û paşê jî serî li Serdozgeroya Komarê ya Osmaniyeyê da. Bavê Çevîk ji bo cenazeyê xwîn da lê belê xwîna wî bi tu cenazeyan li hev derneket. Li ser vê dayik xwest xwînê bide lê belê du sal in daxwaza dayikê nayê bersivandin.

Dayik Nazîme Çevîk ku ji bo aqûbeta kurê xwe hîn bibe 398 roj in li ber xwe dide, diyar kir ku ew dixwaze hîn bibe ka kurê wê sax e yan na.

Cenazeyê kurê xwe dixwaze

Dayik Çevîk anî ziman ku xwîna hevjînê wê û tu cenazeyî li hev dernektiye û wiha domand: “Piştî me xwîn da me serî li Dozgeriya Komarê ya Osmanyeyê da. Dozgeriyê ji me re got cenazeyê kurê we ne di nav 12 cenazeyên li wir de ye û xwîna hatiye dayîn û ya tu cenazeyî li hev derneketiye. Em dixwazin hîn bibin ka kurê me sax an na. Ji bo xwîndayînê ez jî çûm dozgeriyê, lê dozgeriyê qebûl nekir. Gotin ‘hûn biçin em ê li we bigerin.’ Lê hîn jî deng ji wan derneketiye. Du sal derbas bûn. Dixwazim xwînê bidim. Ger kurê min ne sax be em dixwazin cenazeyê wî bigirin û veşêrin.”

Her wiha dayikê da zanîn ku çima dozger cenazeye kurê wê nade û dixwaze aqûbeta kurê xwe hîn bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ger kurê min ne sax be em hestiyên wî dixwazin. Bila gorek wî jî hebe. Tenê dixwazin di cejnan de biçim ser gora wî û dua bikim.”

Bi hincetên sosret cenazeyê nadin malbatê

Agît Îpek di 23’yê gulana 2017’an de li Dêrsimê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî Îpek jiyana xwe ji dest da malbata wî ji bo cenazeyê wî wergire tevgeriya. Lê bele ev 2 sal in malbat hîn cenazeyê wî wernegirtiye. Dayika wî Halîse Aksoy, ji bo cenaze werbigire serî li Saziya Tiba Edlî (ATK) a Meletiyê û Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê da. Lê belê 2 sal in hîn jî cenazeyê kurê xwe wernegirtiye.

Di meha hezîranê de xwîn ji dayik Aksoy hat girtin û hat gotin ku cenaze li ATK’ya Stenbolê û wê xwînê bişînin Stenbolê.

Dayik Aksyo anî ziman ku tiştek ji encama testa DNA’yê ya ATK Stenbolê jî derneketiye.

Piştî tiştek ji testa DNA’yê ya ATK’a Stenbolê derneket, dosye careke din şandin Dêrsimê. Li ser vê bi rêya parêzeran ji dayik Aksoy re hat gotin ku divê biçe Dêrsimê. Her wiha Aksoy ji bo teşhîskirina cenaze Aksoy ji xwişk û birayên xwe yên Stenbolê xwest cenazeyê li ATK’a Stenbolê teşhîs bikin lê belê bi hinceta cenaze xera bûye û nayê naskirin nehiştin cenaze bê teşhîskirin.

Aksyo anî ziman ku roja duşemê wê biçe Dêrsimê û li aqûbeta cenazeyê kurê xwe bipirse. Dayik diyar kir ku ger tiştek ji vê jî dernekeve dê îdiayên ku tên gotin cenaze li devereke Xozatê hatiye veşartin dîsa lêkolîn bike û heta cenazeyê kurê xwe nebîne wê nesekine. WAN – AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar