Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Ev kesên bi kurdî dipeyîvin û gef an dixwîn kî nin?

Berxwedana xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê doh bi şev jî berdewan bû. Tevî gefên artêşa Iraqê û hin kesên di nav wan de ne û bi kurdî gefan li Mexmûriyan dixwin jî, şêniyên wargehê bi biryarin û tu car serî natewînin.

Ji 20’ê gulanê ve artêşa Iraqê li ser daxwaza dewleta çete a tirk û hevkarê wê yê xwefiroş PDK’ê hewl dide derdora wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike. Ji bo vê jî bi sedan leşker, tevî wesayîtên zirxî wesayîtên kar şandiye derdora wargehê. Artêşa Iraqê heya niha di vê daxwaza xwe de bi israre.

Lê berxwedana xelkê Mexmûrê ya dijî vê dorpêçê, bê navber dewam dike. Xelkê Mexmûr dibêjin ewê bi tu awayî nehêlin li ser daxwaza dewleta tirk a qirker dora wan were têlkirin.

Doh carek din artêşa Iraqê kete nava liv û tevgerê, lê vê carê jî xelkê wargehê li ber vê yekê rabû û nehişt derdora wan were têlkirin.

Şêniyên wargehê carek din konên xwe yên berxwedanê vedan û li ber hewldanên têlkirinê rabûn. Doh di nava leşkerên Iraqê de kesên bi kurmancî di axivîn hebûn û gef li xelkê wargehê dixwarin. Tevî vê jî xelkê wargehê dev ji berxwedana xwe berneda.

Doh bi şev li rexa gefên artêşê û hewldanên têlkirinê, toz jî bariya. Li wargeha Mexmûrê ba û tozek zêde hat û kesê nedikarî çavê xwe veke. Şêniyan di konên berxwedanê stran gotin û heya siharê bi sekna xwe ya bi rumet li ber hewldanên dorpêçkirinê rawestiyan.

Xelkê wargehê dev ji konên xwe bernedan û heya danê siharê di konên berxwdanê de man.

Sekna xelkê wargehê ya dijî hewldanên dorpêçkirinê heya vê kêliyê jî dewam dike.

Hat hînbûn ku kesên bi kurdî jî dipeyîve di nava wan de heye û li gor texmînan ev kesan hêzên qontra yê bi ser PDK’ê ve ne û bi fermana dewleta tirk a qirker hatine ku zilmê li gel bikin û provakasyonan derxin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar