Çakar, çavê kor ê ronahiyê bi jêbirê jê biriye û kaleydoskopa çavê şevê çalak kiriye, zeman û liv bi tûmerî sekinandiye û sekinandinê di seknê de diherikîne. Lewma jî di şewqa tariyê de qarnewal û govend miqîm didome…
Madem jiyan tevlihevîyeke grîft e, naxwe ancax em karibin tevlihevîya grîft bibînin.
Yildiz Çakar, piştî romana “Gerîneka Guernîca”yê îja jî bi romana “Ev Rê Naçe Bihuştê” hemû rêyan jê dibe û dîsa berê me dide gerdûneke xumam. Naxwe hêmana gerek em serê xwe pê re biêşînin, “jêbir” e, go Yildiz Çakar ew bi kar aniye. Ji ber ev jêbir bi hebûnê nehatiye cezakirin, em nikarin jê re qilafetekî bibînin, şeklekî bidinê û bi çar qorzîkên vekotî wê bi sînor bikin. Lewra bûnewerî di gotinan de veşarî ye, jêbir li jora bûnewerîyê û gerdûna romanê jî li pişt jêbirê; ez (xwendevan) bendewar im go xwe bigihînimê û ew li bendê ye go min bigihîne xwe. Dîsa jî ez mecbûr dimînim go vê jêbira razber bi navekî û şeklekî ceza bikim û bi romannûsê re bibim şirîkê heman sûcî – yan na ez ê nikaribim behsa romaneke jêbirî bikim û xwe bigihînim heqîqeta mayînde(?). Lema çavên xwe digirim û jêbira A.Robbe Grillet tê ber çavên min:
“Ev Rê Naçe Bihuştê,” bi qewlê Grillet, tam ji wî cîgehê nedîyar (jêbirî) dest pê dike – cîgehê go jêbir tê re derbas bûye. Yildiz Çakar, di vê romana xwe de, tişt, kes, bûyer, cî û zeman bi reşahiya ronahiya rojê nixumandiye û nixumandin jî bi jêbirinê. Lewra jî zehmet e go mere karibe bi gotina şanîdêr (Derrida) wateyeke teqez lê bar bike û bi lêbarkirina wateyekê wê ceza bike. Xwendina hûr û kûr hê bêhtir gumanan bi mere re zêde dike û heta bi bersivan jî di hişê mere de vediguhêzin pirsan.
Zimanê nivîskar ne zimanekî fermanî ye, tenê tişt li ber çavan radixe. Helbet bûneweriyeke teqez li bejna tişt nafesilîne, tişt li pişt her tiştî bicih dike û bi saya tiştê veşarî dihêle go em him tunebûna her tiştî bibînin him wateya wan. (Maurice Blanchot) Helbet ev nêrîn jî weke hemû nêrînan teqezîyeke qet’hî li ser meriv ferz nake û gelek deriyan li ber meriv vekirî dihêle.
Di mijara pêwendiya “destpêk” û “kokê” de, Edward Sait jî nêzîkiyê li nêrîna Foucault dike û dixwaze bi tûmerî pêwendiya “destpêkê” û “kokê” ji hevdu qut bike. Helbet ev red û qutkirin deriyê gelek nîqaşan jî vedike. Îja madem mijar romana Yildiz Çakar e, em ê binêrin bê Çakar di romana xwe de ev mijar di kîjan dij-çarçovê de bicih kiriye: Roman, herçiqas qinyetekê bi meriv re çêbike go berê wê li “encamekê” ye jî, axir li “destpêkê” diqeside. Yanê qet armanceke romanê nîn e go bigihîne encamekê. Bes “encam” heta dawiyê jî ji hişê meriv dernayê – tevî sofa meriv dikeve û meriv dihisîne go gerdûna grîft a romanê, wê encamekê bexş neke jî, “encam” tim di bîra meriv de zindî dimîne. Naxwe tiştên go Çakar di romana xwe de kiriye û tiştên go Edward Sait dixwest di romanê de bê kirin pirr nêzî hev in.
Yanê Yildiz Çakar, “encama” go li ser koka “hebûnê” şîn nehatiye û bi hebûnê nehatiye cezakirin, weke cezayê peroşî û meraqa mayinde li xwendevên dibirre, bi xwe ji navê vedikişe, taca Afirîneriya Gunehkar ji serê xwe derdixe û dixe serê xwendevên – êdî hebûna xwendevên, di palgeha tunebûna nivîskar de bicih dibe, roman careke din dest pê dike û encam di nava mija tîr de teyisîna xwe jê dibe’w dûrtir dikeve.
Yildiz Çakar, xwendevên vedixwîne afirîneriyê û azwerî û meraq xwendevên ber bi vê bangê ve dahf dide. Loma jî xwendevan bi fikar, lê bêyî dudil bibe barê giran ê hebûna xwe ji ser xwe diavêje û daxilî tunebûna xwe (nivîskar-afirîner) dibe. Afirînerî, tunebûna nivîskar ferz dike (Faucoult û Barthes) û ev tunebûna ferzkirî, heqîqeteke sêwirandî li cîwarê razber ê Bêdengîya Gotinan ava dike. Helbet ev eşkerekirina dawîlêanîna mîmesîsê ye. Lewra êdî ji ber’g cîhaneke derve ya rasteqîn tune ye go bê texlîtkirin, dîegesîs bi destê gotinê û bi gotinê re perçe bûye, rastîya derve (ji ber go bi tena xwe nikare bibe hebûnek-bûneweriyek), nebûna xwe tevli hebûna rastîya hundir kiriye û heqîqetek razber ji vê yekûna perçekirî çêbûye. Deng koka xwe wenda kiriye û bêdengî bûye dengekî ebedî. Reng, nîgar û dîmenên go hebûna xwe’y sexte û tunebûna xwe’y qet’hî di pişt teyisînê de vedişartin, êdî li gerdûna heqîqeta sêwirandî nema karin nebûna xwe’y tazîkirî ji çavê veşarî (yê li pişt kaleydoskopê) veşêrin. Perdeya hebûnê ji navê vekişiyaye û ronahîya sextekar cihê xwe ji reş û tariyê re hiştiye, lewma hişê çav xewar e û çavê hiş di sîestayê de şîyar e.
Êdî ne min tu tiştek ji şibakê didît û ne min dibihîst. Ronahiya di bin kapaxên çavên min de her diçû reş dibû û wêneyê ku wek rewrewkê dixwiya, her diçû zindî dibû. Deng û reng, êdî ne deng û rengên berê bûn.
Mere digot qey zeman li kêleka tariyê sekinî ye û her tişt jî pê re sekinî ne. Valahiyeke mezin û çirûskeke biçûk, hêdî hêdî ez ber bi xwe ve kaş dikirim; dişemitîm. Tu tiştek tunebû ku min destê xwe biavêtayê. Diviyabû li tiştekî an cihekî asê bimama; mîxek, darek, zinarek-
Çakar, çavê kor ê ronahiyê bi jêbirê jê biriye û kaleydoskopa çavê şevê çalak kiriye, zeman û liv bi tûmerî sekinandiye û sekinandinê di seknê de diherikîne. Lewma jî di şewqa tariyê de qarnewal û govend miqîm didome – kîbûn û nekîbûn ne muhîm e, jihevveqetandina nixumandin û tazîbûnê ne mumkûn e û astengkirina zemanên diherikin nava hevdu dûrî aqilan e. Tenê tiştek dimîne go meriv karibe bike: Di palgeha tunebûna xwe de pal bide û weke çavê veşarî, li kombînasyona kirin û qewimîna bûyeran temaşe bike.