Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

‘Ev sed sale kurd li dijî qeyûman li ber xwe didin’

Li Amedê bi tevlêbûna gelek kesan çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de hat gotin ku gelê kurd ji destpêka damezirandina komarê ve li dijî qeyûman li ber xwe dide. Çalakvanan destnîşan kir ku heta ku gelê kurd tişta aîdê xwe digire, dê qadan neterikîne

Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman a li Wan, Amed û Mêrdînê di roja 33’yemîn de didome. Çalakiya Nobeda Demokrasiyê ya Amedê di roja 33’yemîn de bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê yên Amedê Semra Guzel, Dêrsim Dag, Îmam Taşçier, hevşaredar Selçûk Mizrakli, xwişk û birayên nivîskarê kurd Mehmet Uzun, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatiyan, li Kolana Lîse ya Yenîşehîr a Amedê hate lidarxistin. Di nobetê de pankartên weke ‘Qeyûm dê biçin em ê bimînin’, ‘Bi berxwedanê biçin serkeftinê’, ‘Hevserokatî xeta me ya mor e’, ‘Qeyûm koletiyê, têkoşîn azadiyê pêş dixe’ û ‘Vîna xwe biparêze’ vekirin. Tevî gef û zextên polîsan jî çalakvanan dirûşm berz kirin, stran gotin û çalakiya xwe domand. Beriya daxuyaniyê, çalakvanan bi boneya salvegera qetilkirina rewşenbîr, nivîskar û rojnamegerê kurd Mûsa Anter deqeyek rêz girt.

Di çalakiyê de ji ewil parlamenter Îmam Taşçier axivî û diyar kir ku li her devereke Tirkiyeyê li dijî tayînkirina qeyûman bertek hene û wiha domand: “Bi tayînkirina qeyûman re nikarin pirsgirêkên heyî binixumînin. Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, nepêkane ku Tirkiye demokratîk bibe. Heta ku siyasetên van partiyên ku xwedî zîhniyeteke nîjadperest bi dawî nebin, mimkun nîne ku pirsgirêkên heyî çareser bibin. AKP êdî di pêvajoya jihevbûn û belavbûnê de ye. Heta ku di vê rewşa xwe de jî dev ji diminatiya li dijî kurdan bernadin.”

Qeyûmên sedsalî

Ji tifaqa kurdistaniyan jî Sedat Dogan axivî û bi lêv kir ku tayînkirina qeyûman ji bo gelê kurd tiştekî nû nîne û bi sedsalane ku ev rêbaz di meriyetê de ye. Dogan komkujiya Dêrsimê, Serhildana Şêx Seîd, Dadgehên Islehkirina Şerqê û Serhildana Agiriyê bi bîr xist û destnîşan kir ku kurd ji desptêka komarê heta niha li dijî qeyûman li ber xwe didin.

‘Xizmetên’ qeyûm bi bîr xist

Piştre jî parlamentera HDP’ê Dêrsim Dag axivî û anî ziman ku piştî ku qeyûm hatiye tayînkirin, 37 komeleyên jinan girtin, naveroka navendên çand û hunerê yên ciwanan hatin guherandin û girtin, Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn dewrî saziya dewletê (Perwerdeya Gel) hate kirin, gelek cih û komeleyên jinê bi heman awayî dewrî alîgirên AKP’ê hatin kirin û sazî û komeleyên ku perwerdeya zimanê kurdî didan girtin. Dag anî ziman ku bi vê yekê re jî qeyûm tayînî îrade, werzîş, çand û hunera kurdan hatiye kirin. Dag bi lêv kir ku yên ku ji navê Amed Sporê aciz bûn û xwestin navê wê bê guherandin, ji ber ku Amed Sporê ev daxwaz red kir di hêla aborî de ew tengav kirine.

‘Em ê teqez biser bikevin’

Dag anî ziman ku AKP’ê xwe li têkçûna xwe ya di 31’ê adarê de ranegirt û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li ser vê yekê jî careke din qeyûm tayîn kir. We Edîp Solmaz li Êlihê li ber deriyê mala wî girt û qetil kir. Di bin navê operasyonên KCK’ê de we bi sedan kes girtin. We di sala 2016’an de qeyûm tayîn kirin, hevserok û parlamenterên me girtin. Niha jî we li 3 şaredariyên me yên bajarên mezin û piştre jî li Pasûr û Qereyaziyê qeyûm tayîn kirin. Heta ku em tiştên aîdê xwe negirtin dê qadan neterikînin. Amed, Wan, Mêrdîn, Pasûr û Qereyazi ya me ye. Em ê teqez biser bikevin. Teqez em ê biser bikevin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar