Di van salên dawî de zextên li ser muzîka kurdî û hunermendên kurd zêde bûne. Li gel qedexekirina konser û şanoyên kurdî, hunermend jî ji ber nasnameya xwe dibin hedef. Ji saziyên ku herî zêde rastî van qedexe û astengiyan tên yek jê jî Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ye ku ji salên 1990’î vir ve li Stenbolê li ser muzîka kurdî dixebite. Hemû konserên ku NÇM’ê dixwest di salên 2022 û 2023’yan de li dar bixin ji aliyê qeymeqamtiyê ve hatin qedexekirin.
Dadgeha Îdare ya 6’an a Stenbolê biryara qedexekirina konsera 30’emîn salvegera NÇM’ê bi hinceta “Azadiya derbirînê, azadiya zanist û hunerê û mafê civîna aştiyane binpê kiriye” betal kir.
Çalakiyên Mihrîcana Çand û Hunerê ya Cizîrê ku ji aliyê Rêxistina Sanatça û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ve li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat lidarxistin, ji aliyê qeymeqamtiyê ve hatin astengkirin. Her wiha deriyê eywana dawetê ku dê konsera di çarçoveya mîhricanê de hatibû plankirin lê bihata lidarxistin hat mohrkirin û kargeha hunerê ya zarokan jî hat astengkirin.
Ji hunermendên NÇM’ê Engîn Cengîz, qedexekirin û astengkirina konseran nirxand.
Cengîz, da zanîn ku di salên dawî de êrîşên li ser muzîk, ziman û çanda kurdî zêde bûne û wiha got: “Ev sed sal in nasname, muzîk û zimanê kurdî di bin êrîşan de ye. Sîstema mêtingerî ne tenê êrîşî ziman û çanda kurdan dike, êrşî tevahiya kurdan dike. Bi van êrişan pêşî dixwaze kurdbûyîna rêxistinkirî tune bike. Lê em dikarin li dijî van êrişan bi ziman û muzîka xwe xeteke berxwedanê ya xurt ava bikin.”
Êrîşî huner û hunermendan dikin
Cengîz, bilêv kir ku muzîka kurdî di van demên dawî de bi awayekî cidî pêş ketiye û got ku ev rewş bandorê li dînamîkên nava civakê jî dike. Cengîz destnîşan kir ku ev pêşketin pergala kolonyalîst nerihet dike û got: “Huner, wekî cemedbira li ber keştiyan e. Mirov dikare bi rîtmekê, bi stranekê xwe bigihîne gelek kesan. Huner hem di warê sosyolojîk de hem di warê pêvajoyên polîtîk de dike ku mirov zûtir pêwendiyê bi civakê re deyne. Ji ber vê jî desthilatdar êrîşê dibin ser hunerê û hunermendan û hewl didin vê pêwendiya bi gel re asteng bikin.”
Cengîz, anî ziman ku NÇM’ê di rêwîtiya xwe ya çand-hunerê ya 30 salî de rastî gelek zextan hatiye û wiha got: “Berê li ser hunermendên ku bi NÇM’ê re tevdigeriyan zext hebûn. Lê niha zext li ser hemû hunermendên kurd heye. Anku desthilat piştî ku derdorên rêxistinkirî diçewisîne, vê carê berê xwe dide derdorên din. Em dikarin ji bo van qedexeyan bibêjin ku hincetên bêhincet.”
Çand û zimanê kurdî qebûl nakin
Cengîz, anî ziman ku civaka kurd xwedî çandeke kûr e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kurd xwedî ziman û çandeke wiha ne ku dikarin gelek tiştan li vê cîhanê bar bikin. Hûn ê zimanê me jî qebûl bikin û hûn ê nasnameya me jî qebûl bikin. Yanî hûn îro qebûl nekin jî hûn ê sibê qebûl bikin. Heya 40 sal berê jî digotin kurd tune ne. Niha jî em li her derê dinyayê li stranên kurdî guhdarî dikin. Kurd êdî îtibarê bi van bermayiyên kolonyalîst naynin.”