Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Ev wêneyê qeyûma Qoserê ye!

Li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê, ji ber qeyûm xebatên rê nekirine, hemû rê xera bûne û bûye wekî qulmişkan. Hemû rêyên nava bajar ji ber kortik û golê avê rêwî û wesayît tev perîşan dibin

Li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê pişti qeyûm tayînî şaredariyê kirin, li aliyekî berhem û bermahiyên HDP’ê tev xera kirin û li aliyê din xizmeta binasaziyê nehat kirin. Ji ber xizmeta binasaziyê nehatiye kirin rê tev xera bûne û bûne wekî qulmişkan. Hunermend û wênesazek jî nikare tabloyek wisa ava bike. Belgeya vê yekê jî dîmen û wêneyê li ber çavan her tiştî nîşan dide. Dîmenê li ber çavan belgeya herî berbiçav a xebatên qeyûmê ye. Piştî qeyûm tayîn kirin, di 11’ê hezîrana 2017’an de peykerê Ugur Kaymaz ê di 12’ê Mijdara 2004’an de li gel bavê xwe ji aliyê polîsan ve hat kuştin, hilweşandin. Di 19’ê kanûna 2017’an de Navenda Çand û Hunerê ya Ş. Elî Temel mohr li deriyê wê xistin û girtin. Di 21’ê sibata 2018’an de jî Mala Gel a Şêx Davut Yalçinkaya mohr kir. Deriyê Navenda Jiyana Tenduristî ya Ubeydullah Eren kîlît lê xist. Deriyê Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Nûda mohr kir û girt. Dîsa navê gelek taxan guhert û navê tirkî lê kir.

Rêwî wekî di meşkê de bin

Qeyûm li aliyekî saziyên ku şaredadiya DBP’ê ji bo xizmeta gel vekiribûn yek bi yek mohr kir, li aliyê din xebatên xizmeta binesaziyê jî rawestand û destê xwe ji xizmetê vekişand. Dema mirov li nava bajar digere li aliyekî li ser navê xizmetê hemû kolan û sikak kolane, li aliyê din rêyên ji ber baranê xera bûne tev bûne wekî qulmişk û koncalan. Bi taybetî rêya navbera Otogara Navçeya Mêrdîn heta Rêya Mêrdîn wesayît ji ber rêya xerabe perîşan dibin. Dîsa rêwiyên ku di wesayîtê de jî wekî di meşkê de bin. Ji ber rê tev herî, kortik û koncalê avê ne, rêyiyên di peyarê de dimeşîn jî di nava herî û avê de dimînin. Rêwiyên li maşinê suyar dibin jî wekî dewê di meşkê de diçelqin û rûn bi ser wan dikeve. Her welatiyê li dolmîşên Navbera Qoser û Mêrdîn-Amedê suyar dibin, bêzariya xwe ya li dijî qeyûm tînin ziman û destnîşan dikin ku qeyûm dizane ku winda dike gelê Qoserê ceza dikin. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar