Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Evîn ewqasî neketibû ber piyan!

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de tespîta "Di dîrokê de tu carî evîn ewqas neketibû ber piyan" û bal kişand ser têkoşîna azadiya jinê û got: "Yên ku nikarin di azadiya jinê de xwe pêş bixin divê fêhm bikin ku di tu qada azadiya civakî û siyasî de nikarin bibin çareserker û veguherîner."

Jinan di azadiyê de bi israr in û ji bo vê jî têkoşîna xwe mezin dikin. Jinan di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê de carek din dîroka xwe ya berxwedanê digirin dest û li dijî koletiya jinê dadikevin qadan. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de bal dikişîne ser koletiya jinê û berxwedana jinê. Em ê di beşa xwe ya duyem de cih bidin nirxandinên Abdullah Ocalan.

Pênaseyên fahîşe, dejenerebûn, dek û dolaban

Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de wiha bal dikişîne ser pênasekirina peyvên fahîşe, dejenerebûn, dek û dolabê: “Bi kolekirina jinan re, berpirsiyariya bingeha penasekirina peyvên ‘fahişe, dejenerebûn, dek û dolab’ mer in. Tu jin dema bi tena serê xwe bimîne, pêdiviya dek û dolap û fahişetiyê nabîne. Hebûna wê ya fîzîkî û ji vê re ne guncaw e. Afirînerê fahişetî, dek û dolabê mêr in. Em dizanin ku ew mêr bû ku di sala 2,500 berî zayînê de li paytexta Sumeran Nîppurê yekem kerxaneya bi navê ‘musakkadîn’ vekir. Ligel vê jî bi awayekî bêşerm nêzîkatiyeke weke ku fahişetî afirandineke jinê ye, zindî dihêle. Mêr tişta ku afirandî wek sûcê jinê nîşan dide û bi pêşxistina feraseteke derewîn a namûsê; nifir, lêdan û qetlîamên bêdawî li jinan ferz dike. Bi vê penaseyê em dikarin vê encamê derxin; Li hemberî êrişên birdoziyê ya mêr sekneke baş derneket holê. Li hemberî bîrdoziya serdestiya mêr, bîrdoziya azadiya jinê, li hemberî kapîtalîzmê têkoşîneke bi çek divê bê dayîn. Li dijî zîhniyeta serdest a mêr, zîhniyeta xwezayî ya azadiya jinê pêş bixin û divê mirov serkeftina di qada bîrdoziyê de bizane û pêk bîne. Divê mirov jibîrneke ku radestkirina jinê ya kevneşopî civakî ye, ne fîzîkî ye. Ew jî ji koletiya tê. Wê demê beriya her tiştî pêwîste di qada bîrdozî de fikir û hestên teslîmiyetê bê têkbirin.”

Şerê di qada siyasî de 

Abdullah Ocalan daxuyand ku dema azadiya jinê berê xwe da qada polîtîk bi şerê herî dijwar re rû bi rû bimîne û divê vê tiştî bizane û got: “Bêyî ku di qada siyasî de bi ser bikeve, tu destkeftî nikare mayînde be. Serkeftina di qada siyasî de nayê wateya tevgera dewletbûna jinê. Berevajî vê, têkoşîna li dijî pêkhateyên dewletparêz û hiyerarşîk tê wateya afirandina pêkhateyên siyasî yên nedewletparêz, demokratîk û azadiya zayendî û civaka ekolojîk. Hiyerarşî û dewletparêzî herî zêde bi xwezaya jinê re lihevnake. Ji ber vê yekê ji bo pêkhateyên siyasî yên li dijî hiyerarşîk û dewletî divê tevgera azadiya jinê rola pêşeng bilîze. Di qada siyasî de tunekirina koletiyê di esasê xwe de bi zanîna serketina di vê qadê de pêkan e. Ji bo vê têkoşîna mekan divê rêxistinbûn û têkoşîna jinê ya demokratîk a berfireh bê meşandin. Her cure saziyên sivîl, mafên mirovan û rêveberiyên herêmî qadên ku têkoşîna demokratîk tê birêxistinkirin û pêşxistin in. Mîna di sosyalîzmê de, rêya azadî û wekheviya jinê jî di têkoşîna demokratîk a herî berfireh û serkeftî re derbas dibe. Tevgera jinê ya ku demokrasiyê bi dest nexe, nikare azadî û wekheviyê bi dest bixe.”

Di qada civakî de rastiya malbat û zewacê

Di nirxandinên xwe de Abdullah Ocalan destnîşan kir ku pirsgirêka herî girîng a di warê azadiyê de di qada civakî de rastiya malbat û zewacê ye û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ev rewşek mîna çolê bêbinî derdixe holê. Ev saziyên ku ji bo jinan weke rizgariyê xuya dikin, bi zîhniyeta heyî ya civakî ji qefesekê derbasî qefeseke din dibin tu wateya wan nîne. Her wiha neçar ma ku ciwaniya xwe ya jîndar ji zîhniyeta qesab berde. Pêwîste malbat weke rengvedana civaka jor – civaka serdest – di nava gel de, weke saziyeke sîxurtî bê dîtin. Rastî dema jin dizewice kole dibe. Wek zewacê saziyek din nîne ku mirovan kole bike. Di rastiyê de koletiya herî berfireh bi vê saziyê tê avakirin û di nava malbatê de cih digire. Bi awayekî giştî, em behsa hevjîn û jiyana bi hev re nakin. Ev mijareke ku li gorî têgihiştina her kesî ya azadî û wekheviyê dikare wateyekê bi dest bixe. Em behsa zewac û malbatê di wateya klasîk a sazkirî de dikin. Wateya desteserkirina jinê, vekişîna ji hemû qadên siyasî, derûnî, civakî û aborî; tê wateya êdî bi hêsanî venegere ser xwe. Bêyî ku lêpirsîneke radîkal û pêşkêşkirina prensîbên jiyana demokratîk, azad û hevpar; zewac û têkiliyên ku motîvasyon û têgihîştina kevneşopî ya malbatê ve pêk tên dibe ku di rêya jiyana azad de rola herî xeternak bilizin. Pêwîstî bi çareserkirina qada polîtîk, demokratîk û zîhniyet azad a zayendî û li gorî vê yekê bi pêkanîna îradeya hevpar a jiyanê ye.”

‘Serdema herî rezîl û bê naverok a dîrokê ye evîn’

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de wiha bal dikişîne ser mijara evînê: “Di cîhana îroyîn de mijara evînê ya ku herî zêde tê axaftin derbaskirina serdema herî rezîl û bê naverok a dîrokê ye. Di dîrokê de tu carî evîn ewqas neketibû ber piyan. Ji evîna kêlîk bigire heta nêzîkatiyên cinayetên vekirî û têkiliyên xeter re dibêjin evîn. Têkiliyek çêtir ku têgihiştina pergala kapîtalîst a jiyanê nîşan bide, nayê xeyal kirin. Evînên serdema me, îtirafeke zelal a rewşa zîhniyeta ku pergala serdest li ser gel û civakê ferz dike, heta di qadên herî pîroz de ye. Zîndîkirina evînê yek ji karên herî zehmet ên şoreşgeriyê ye. Ji bo vê kedeke mezin, ronîkirina zîhniyetê û hezkirina mirovahiyê dixwaze. Yek ji şertên herî girîng ên evînê hewce dike ku di nav sînorên şehrezayiya serdemê de rêve bibe. Ya duyemîn jî li hemberî dînbûna pergalê sekneke mezin ferz dike. Ya sêyem, pêwîstî bi helwêsteke exlaqî heye ku bêyî rizgarî û azadiyê em nikarin li rûyê hev dinêrin. Ya çarem, ew hewce dike ku însiyata zayendî bi sê aliyan ve bişopîne. Bi gotineke din, feraseta zayendî hewce dike ku zanibe ku her gava ku were avêtin, bêyî ku bi aqil, exlaqê azadiyê û rastiya têkoşîna siyasî-leşkerî ve were girêdan, înkarkirina evînê ye. Yên ku firsenda avakirina hêlîneke bi qasî çûkan azad nînin, qala evîn, têkilî û zewacê dikin, bi rastî jî nîşan dide ku teslîmbûna ji koletiya nîzama civakî û nirxê têkoşînê yê bi rûmet nizanin. Heger di serdema me de rastiya evînê were axaftin, belkî ev yek bi bidestxistina kesayetiyên ku Leyla û Mecnûn li paş xwe dihêlin, ji gelek tasavvufan derbas dikin, pêdivî bi hûrbîniya zanyarek hewce dike, ji kaosa heyî re dibe sedema azadiya civakî û îsbat dike lehengî û fedekarî bi bidestxistina serkeftinê ye. Pirsgirêkên wekheviya aborî û civakî ya jinan jî bi çareseriya pêşî ya desthilatdariya siyasî û demokratîkbûyînê dikare bi awayekî serkeftî bê bersivandin. Eşkere ye ku bêyî siyaseta demokratîk û pêşketina azadiyê, wekheviya hiqûqî ya hişk nikare zêde wateyek bidest bixe. Çêtir e ku mirov nêzîkatiya jinê weke şoreşeke çandî binirxîne.”

Têkiliya azad a di navbera jin û mêran de

Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de wiha behsa azadiya jin û mêran kir: “Çiqasî bi niyeta baş û hewldan bi çanda heyî re were kirin jî, ji ber pirsgirêk û avahiya têkiliya di rewşê de çareseriyek azadîxwaz a watedar pêk nayê. Nasnameya azadîxwaz a herî radîkal bi nêzîkbûna jinê an jî bi têgihiştin û derbaskirina nîzama di tevahî têkiliyên jin-zilam de pêkan e. Ji aliyekê ve divê were zanîn ku ne pêkan e ku mirov serî bi kevneşopî û porno bi modernîteyê re tevlihev bike. Pêwîste hem kûrahiya azadiyê hem jî kûrahiya koletiya li qadan were destgirtin û îradekirin. Yên ku nikarin di azadiya jinê de xwe pêş bixin divê fêhm bikin ku di tu qada azadiya civakî û siyasî de nikarin bibin çareserker û veguherîner. Divê weke pîvana azadiyê ya herî bingehîn bê dîtin ku her hewldana azadiyê ya ku nikaribe dubendiya serdestiya mêr-kole jin bi ser bikeve, wê nasnameyeke bi rastî azad peyda neke. Bêyî têkbirina têkiliyên milk û desthilatdariyê yên li ser jinê têkiliya azad a jin-mêr pêk nayê.”

Çavkanî: JINNEWS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar