Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Evîn Siwêd: Divê çeteyên dewleta tirk bikevin lîsteya terorê

Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd diyar kir ku jinên rojavayê Kurdistanê benda tirsê şikand û ji hemû jinan re bûn sembol û wiha got; ‘Ji ber vê yekê ye ku dibin hedef Erdogan û çeteyên wê. Dixwazin vîna jina azad bişikînin. Divê ev çeteyên ku sûcên şer dikin bikevin lîsteya terorê.’

Berdevka Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeye Evîn Siwêd têkildarî êrîşên dagirkeriyên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê ji ANHA’yê bi Silava Ebdulrehman re axivî.

Evîn Siwêd anî ziman ku gelên herêm bi salane ji bo jiyaneke azad û birûmet têkoşîneke mezin dan û wiha got: “Di temamiya van salan de de li herêmê komkujiyên herî mezin, dewleta tirk û çeteyên wê kirin. Dewleta tirk û çeteyên wê bi êrîşên xwe vîna jina azad hedef digirin. Sedema vê jî berxwedana jinan û rola wan a pêşengiyê ya di şoreşê de ye.”

Hedefgirtina jinan

Bi berdewamî jî Siwêd diyar kir ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê benda tirsê şikand û pergala xwe av kir. Siwêd wiha dom kir: “Bi vê yekê re ji bo hemû jinên cîhan bûn sembol. Her tişt li gorî daxwaza zîhniyeta Erdogan û çeteyên wî pêş neket. Bi vê sedemê ye ku sekretera giştî ya Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef qetil kirin û bi cenazeyê wê lîstin.”

Sûcên şer ên çeteyan

Siwêd bal kişand ser binpêkirinên dewleta tirk û çeteyên wê û wiha derbirî: “Karwanê sivîlan ên ji bo xelaskirina birîndaran diçû Serêkaniyê hedef girtin û 11 sivîl şehîd kirin. Di nav wan de dayika têkoşer Aqîde jî hebû. Her wiha çete di 22’yê cotmehê de bi cenazeyê şervana YPJ’ê Amara Rênas re lîstin. Jin bi awayekî birêxistinkirî hedef tên girtin. Dixwazin vîna jinê bişikînin û nehêlin ku bi azad û birûmet bijîn. Lê tevî vê jî her jinek ji bo gelê xwe têdikoşe.”

Bang li cîhanê kir

Herî dawî jî Siwêd ev wiha got: “Dê têkoşîna me ya li dijî van êrîşan bidome. Em ê asta têkoşîna xwe jî mezintir bikin. Ez bang li hemû jinên ji Sûriye, Rojhilata Navîn û cîhanê dikim ku piştgiriyê bidin têkoşîna li dijî êrîşên dewleta tirk. Em bang dikin ku çeteyên ku navê artêşa wetanî ya Sûriyeyê li xwe dikin bikeve lîsteya terorê. Ji ber ku li dijî gelê herêmê û bi taybet jî jinan sûcên şer dike.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar