Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Evîna welat ‘Ajero’ da

Zozan Gulan pirtûka helbestan “Ajero” ji weşanên J&J’ê derxistiye. Zozan Gulan helbestên xwe yên bi kurdî bi giranî li ser evîna welat nivîsîne

Pirtûka helbestan a Zozan Gulan a bi navê Ajero ji weşanên J&J’ê derçû. Gulan anî ziman ku hestên ji kûr ve tên, her tim evîna welat in û wiha got: “Qêrîna herî delal ji dil tê, dema hestên xwe bi lêv dikim, pê dihesim ku ber û dîwar jî min dibihîsin.”

Zozan Gulan di axaftina xwe de balê dikişîne ser yekemîn helbesta xwe ya bi navê Hewar û dibêje: “Min cara yekê bi helbesta Hewar, dest bi nivîsînê kir. Min di wir de hertişt didît; jin, zarok, kal û xweza. Helbest wê demê bû cihana min a biçûk. Ez pê gihiştim aramiya ku bi salan e ez lê digeriyam. Min xwe dît û careke din winda dibûm. Hestên te bi çi awayî bin helbestên te jî bi heman awayî lêdixin. Min dest bi nîvîsa evînê kir. Min hestên xwe rijandin ser lênûsê êdî.”

Ajero yanî zîldayîn

Gulan diyar kir ku ji bo layiqê keda jinê ya xweşîk be, ew bi ser ti hevoka guncaw ve nebûye, û li ser mijarê nihêrînên xwe wiha tîne ziman: “Min biryar da ku helbestên xwe berhev bikim. Pirtûka min a bi navê “Ajero” ya ku wateya zildayîn û ji nû ve şînbûyînê ye, min di pirtûka xwe de bi cih kir. Kesên derdorê bi çapkirina wê gelek şad bûn. Alîkariya malbata min pirr bû. Lê mixabin xizmên me ji ber difikirin ku divê jin bi serê xwe tiştekî nekin, li şûna alîkariyê bûn asteng.”

Rêya neqişandî ya parvekirinê

Gulan balê dikişîne ser wateya helbestê û dibêje, “Heger ez qala helbestan bikim, ez ê kûrahiya jiyana xwe vebêjim, her tiştê min di wir de veşartî ye bi helbestan re tînim ziman û derdixim ser rûye erdê. Ya ku awaza herî xweş dide êş û şabûna min, helbest e. Helbest rêya neqişandî ya parvekirinê ye. Bi anîna ziman û guhdarîkirinê, ev watedartir dibe. Pê re, nûwazebûnê qezenc dike. Dema ez ji guhdaran re dixwînim, dilşad dibim. Pê dihesim ku ber û dîwar jî bi min dihesin, wekî ku bi helbesta min ketine aramiyê û bêdeng dibin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar