Îsal Newroz li her dere bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dirûşma ‘Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin’ bê pîrozkirin.
Nûray Abay a 75 salî ku nêzî 30 sal in tev li pîrozbahiyên Newrozê dibe û di her Newrozê de bi xwe kincên xwe çêdike, Newrozê wekî ‘evînê’ pênase dike û diyar dike ku îsal jî dê di berbangê de berê xwe bide qada Newrozê.
Abay ku li Dêrika Mêrdînê hatiye dinê, gava biçûk bûye dayika wê jiyana xwe ji dest daye. Abay gava 14 salî bûye, malbat wê, wê bi kurikê cînarê xwe re nîşan dike, lê belê di 15 saliya xwe de ji aliyê kesekî ku 10 salan jê mezintir, tê revandin û bi darê zorê tê zewicandin. Abay ku piştî salan mala xwe aniye Amedê û di 20 saliya xwe de bûye dayik, ji ber ku zarokên kurik jê re çênebûne hevjînê wê tahde lê kiriye.
Jiyaneke dojehî
Abay anî ziman ku roja hatiye zewicandin xwestiye dev ji kesekê ku pê re zewicandî berde, lê belê newêribûye û wiha got: “Ez, ne azad bûm. Wekî koleyan ji sibehê heya êvarî dişxulîm.”
Abay diyar kir ku paşê kesê ku pê re zewicandibû bi jineke din re zewiciye û piştî vê tahdeya lê dihat kirin dijwartir bûye û ji ber vê bi mehan di nexweşxaneyan de maye.
Di axaftina xwe de Abay da zanîn ku piştî vê bi awayekî fermî dev ji wî kesî bernedaye, lê belê cihê bûye û gava cihê bûye vê carê zilam nehiştiye zarokên wê biçin cem wê û wiha domand: “Carinan ji bo debarê diçûm pembû, carinan jî diçûm min paqijiya nav malan dikir. Ji bo zarokên min wekî min bê dê mezin nebin, min jî doza devjihevberdanê lê kir. Bi ser ketim û min zarokên xwe anîn cem xwe. Min mafê xwe yê nefeqeyê jî bi dest xist.”
Azad bû
Abay piştî ku dev ji wî zilamî berdide, ji xwe re xaniyekî kirê dike û li ber hemû zor û zehmtiyên jiyanê têdikoşe. Ji bo zarokên wê muhtacî kesî nebin, diçe televîzyonekê û makîneyeke dirûnê dikire û serê sibehan geh diçe paqijiya nav malan dike geh jî masîvaniyê dike û êvarê jî şalan didirû.
Têkildarî mijarê Abay wiha got: “Êdî azad bûm, aram bûm û dilxweş bûm. Piştî min dev ji wî zilamî berda, ji koletiyê û ji bindestiyê xelas bûm, azad bûm.”
Paşê Abay têkoşîna ji bo jiyana xwe û ya civakê dike yek û bi salan e ji tu çalakiyê namîne. Di her çalakiyê de kincên ku ew bi xwe ji xwe re didirû li xwe dike û diçe di refa pêşî de cih digire. Abay car hebûye kincên xwe ji perdeyan, car hebûye jî ji kirasê qoltixan çêkiriye.
Ji tu Newrozê namîne
Abay destnîşan kir ku berî ku Newroz li qadên mezin bê pîrozkirin, tev li şahiyên Newrozê yên li kuçe û kolanan bûye û ev tişt anî ziman: “Li Kurûçeşmeyê diçûm Newrozê. Wê çaxê qada Newrozê tune bû. Ji wê çaxê ve diçim Newrozê. Gava diçûm Newrozê hê HADEP tune bû. Beriya Kûrûçeşmeyê jî dihat pîrozkirin, lê me li kuçeyan pîroz dikir. Berê jin, ciwan, zarok hem çi bidîtana dianîn û dişewitandin. Wê rojê me heya êvarî Newroz pîroz dikir. Newrozên ewil bi vî rengî bûn. Li dor agir govend dihatin gerandin û gava polîs dihatin her kesî xwe li cihekî vedişart. Piştî diçûn, em cardin dihatin. Gava polîs neçûna, em diçûn cihekî din û me li wir pîroz dikir. Paşê qadên Newrozê çêbûn. Piştî van qadan êdî mezintir bû. Newroz, ji bo min dawet e, govend e, serketin e, heq e, hiqûq e, çand e û ziman e.”
Her wiha Abay diyar kir ku evîna wê ya her mezin Newroz û berxwedan in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gava diçim Newrozê, ez dibêm qey Kurdistan hatiye avakirin. Par ji ber pandemiyê nehat pîrozkirin. Lê ji bo îsal bang li her kesî dikim; Bila kes di mal de nemîne, Newroz roja berxwedanê ye. Bila her kes bi kincên xwe, bi evîna Newrozê bê qadê. Ez ê şeveqê zû biçim. Heya sax bim ez ê biçim Newrozê. Ez evîndarê Newrozê me.” AMED