Helbestvanê kurd Hejar ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşe, bi çavdêrî û hestên xwe yên kurdewar gelek pirtûk dinivîse. Hejar di 24 saliya xwe de li Kurdistanê dibe xortekî navdar. Di helbestên wî de peyamên kûr hene. Rastiya jiyan û hebûneke bêwate radixe ber çavan, peyamê dide olperestên sexte û xem nexuran
Wêjeya gelan di dîrokê de cihekî girîng digire. Têkiliya wêjeyê ji serpêhatiyên dîrokî yên civakî cudatir mirov nikare bigire dest. Wêje, li ser êş, şahî, aramî, aştî û şeran, bi nivîskî û bi devkî teşe dibe. Di dîrokê de her dem şerê desthiladarî û azadîxwazan pêk hatiye. Di şerê gelan ên li dijî desthilatdaran de berxwedan û lehengiyên mezin pêş ketine û dikevin. Yek ji gelê ku bi berxwedêrî û têkoşeriya xwe dîrok û destan nivîsiye jî gelê kurd e. Têkoşîna gelê kurd ji bo nivîskar, helbestvan û wêjevana bûye kaniya hestan.
Têkoşîna azadiya civaka kurd û Kurdistanê bi xwe re rewşenbîrên qedirbilin jî afirandiye. Bi sedan rewşenbîrên ku cihê xwe di vê têkoşînê de girtine, heye. Ev rewşenbîran hem bi pênûsên xwe, hem jî wekî şervanên gelê xwe têkoşiyane. Civaka xwe li dijî zordariyê agahdar û serwext kirine û ligel têkoşeran ji bo azadiya gelê xwe şer kirine. Lewre tiştê ku ji wan dihat xwestin ev bû. Rewşenbîrek heke ne di wê ferqê de be û bi her awayî nebe bersiv, ew nabe rewşenbîr. Lewma em di serdemeke awarte de dijîn û bi taybetî ev serdem ji bo gel û civaka kurd awartetir e. Ji ber vê yekê jî tenê bi peywirekê mirov nikare qala azadiya civak û welatekî di bin dest û pêyan de bike.
Di gelek qonaxên dîrokê de mirov dibîne ku di warê parastina civakê, parastina çand û hunerê û parastina ziman de rewşenbîrên kurd risteke girîng lîstine. Yek ji van rewşenbîrên kurd jî helbestvanê kurd Hejar Mukriyanî ye ku di navbera salên 1920 û 1990’î de jiyaye. Hejar ji bo azadiya Kurdistanê têkoşiyaye û gelek pirtûk nivîsandiye.
Mamoste Hejar navê wî yê rastî Ebdurehman Şerefkendî ye. Di heman demê de wekî Hejarê Mukriyanî jî tê nasîn. Hejar di sala 1920’an de li bajarê Mehabadê yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik dibe. Li gundê derdora Mehabadê û Bukanê perwerdeya olî dibîne. Hêj îcaze yanî destûra dayîna ilmê wernegirtibû bavê wî jiyana xwe ji dest dide. Mecbûr dibe ku dev ji xwendinê berde û xwişk û birayên xwe xwedî bike. Hejar ku hêj di temenê xwe yê 17 salî de ye berpirsyariya malbatî dikeve stûyê wî û di nav jar û belengaziyê de mezin dibe. Li Mehabadê dizevice lê hevsera wî ji ber nexweşiya tîfoyê jiyana xwe ji dest dide.
Di rêya azadiyê de
Heke mirov heqîqetê biparêze pêwîst e mirov evîndarê wê heqîqetê be. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje; ‘Heqîqet evîn e, evîn jiyana azad e’ yanî ji bo gihiştina jiyaneke azad pewîst e mirov têbikoşe û ji tu berdêl dayînê netirse. Ji gelê kurd bêguman ev evîn bi watetir e. Lewra welatê ku li ser dijîn hatiye dagirkirin û di bin mêtingehiye kûr de ye. Ji bo gihiştina wê jiyana azad ango evîna di dilan de ya ku bê wê jiyan nabe, pewistî bi her cure têkoşînê heye. Mamosta Hejar jî xwe wekî evîndarekî Kurdistanê dide naskirin û dibêje; “Min di rêya azadiya Kurdistanê de tu carî hizra mal û zarok, jin û kesûkaran nekir û ez li çi tiştan netirsiyam.”
Fêrbûna nivîsandina bi kurdî
Hejar der barê naskirina nivîskarên navdarên kurd û fêrbûna xwe ya bi zimanê kurdî de jî ev tiştan tîne ziman: “Bavê min hez nedikir ku ji derveyî dersê olî tiştekî din bixwînim. Şevekê bi tirsetirs min ji bavê xwe pirsî; bavo ez tiştekî ji te bipirsim tu yê aciz nebe? Got ‘na’ wê gavê min pirtûka xwe ji paxila xwe derxist û min pirsa helbestê lê kir. Gelekî bi min keniya û piştre ev pirtûk ji bo min xwend. Ji min re got ‘heke tu dixwazî van pirtûkan bixîne ligel min were.’ Em çûn hewşa malê. Bavê min hindikî erd kola sindoqeke derxist di hindirê sindoqê de jî hembêzek pirtûk derxistin. Di nav pirtûkên ku derxistin de dîwanên Nalî, Mehvî, Kurdî, Herîq, Şêx Riza û gelek helbestvanên din jî têde bûn. Ew pirtûkên ku bavê min derxistin min hemû jî xwendin. Bavê min gelek ji wan pirtûkên helbestan jiber kiribû. Dema ku min ew pirtûk dixwendin kêmasiyên min sererast dikir. Piştî pirtûka ku me dixwend bavê min carek din ew dixist sindoqê û dixist bin erdê. Hemû şevan karê me ev bû. Pê vê ez fêrî xwendina kurdî bûm. Helbestên Hacî Qadirê Koyî û Melayê Cizîrî û hindek helbestên din ên netewî min ezber kirin.”
Bi helbestên wan bandor dibe
Heke mirovek li pêy armancekê be û di wê rêyê de bi biryar be, gihiştin jî hêsantir dibe. Mamoste Hejar bi derfetên xwe û bi evîndariya kurdewarî hînî nivîsandina kurdî dibe. Hejar bi ciwantiya xwe di temenê xwe yê 20 salî de dest bi nivîsandina helbestan dike. Hejar ji naskirina nivîskar û helbestvanên navdar ên wekî Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Vefayî, Hacî Qadirê Koyî û Xalemîn û helbestê wan bi bandor dibe û dest bi nivîsandina helbestên klasîk dike.
Hejar di 24 saliya xwe de li Kurdistanê dibe xortekî navdar. Bi helbestên ku dinivîse bala her kesî dikişîne ser xwe. Di cureyên helbestên wî de peyamên kûr hene. Rastiya jiyan û hebûneke bêwate radixe ber çavan, peyamê dide olperestên sexte û xem nexuran.
Firmêsk û Mey
Ew qas nehêjaye dinya,
xema wê bixwî
Bi emanetî hatiyî
Divê zû herî
jixwe, bi taybetî di rojên pîrî
Başe xwe bigrî li quncikê tarî?
Bi bêxemî bijî, bi bêxemî bimre
Xwe li quncikê tarî yê meyxanê bigre.
Bi mestî bimre, bi mestî rabe
Heta roja heşrê mestiyek besî te ye
Ey sofî bese êdî, hew rastiyê lixwe ke
Were cem min firrekî vexwe
Ev der li gor wir weke mezra ye
ji dûvikê riha te çi jê dernayê
Ku li vir çawa bî, tê her wisa bî
Ger li vir rûxweş bî
Li wir jî tu yê rûxweş bî.
Ji ber helbetên xwe tê girtin
Di rêya jiyana azad û gihiştina heqîqetê de seknek birûmet û jêneveger girîng e. Nivîskar û helbestvanê navdar Hejar evîneke mezin di dilê xwe de dihebîne û hestên xwe bi nivîsandinê dide der. Ji ber hest û xebata xwe ya li ser Kurdistanê rastî zextan tê. Ji ber kurdewariya xwe û nivîsandina helbestên xwe di 24 saliya xwe de li bajêrê Seqizê yê rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve tê girtin û wî dixin zindanê. Dema ku ji zindanê derdikeve diçe Iraqê û başûrê Kurdistanê. Li Başûr piştgiriyê dide têkoşîna Mela Mistefa Barzanî. Li vir jî ji ber zextên rejîma Iraqê neçar dimîne ku derbasî Sûriye, Lubnan û Misrê bibe. Li piştî ku li Sûriyeyê bi cih dibe hevser û zarokên wî jî diçin cem wî.
Heta koça dawî ranewestiya
Helbestvanê kurd Hejar carek din vedigere başûrê Kuristanê û li gel Mele Mistefa Barzanî di nav têkoşîna gelê kurd de cihê xwe digire. Piştî demekê carek din vedigere rojhilatê Kurdistanê û li barjarê Kerecê bi cih dibe. Li vir karê xwe yê nivîsandinê berdewam dike. Êdî temenê Hejar bandorê li ser tenduristî û jiyana wî dike. Ne mîna berê ye ku bi awayekî çalak tev bigere. Her roja ku derbas dibe ew jî ji hêz dikeve. Helbestvan û nivîskarê navdar Hejar di 22’yê Sibata 1990’î de diçe ser dilovaniya xwedê û li Mehabadê wî dispêrin axê.
Helbestvanê neteweyî Hejar di temenê xwe yê hertim ji bo kurdewariyê têkoşîn daye de gelek berhemên giranbûha nivîsandiye û ji zimanên din werger kiriye. Bi pênûsa xwe ya xurt li gel wergerê 24 pirtûk jî nivîsand.
Pirtûkên Hejar ev in:
Alekok
Wergera Mem û Zîn bi soranî
Wergera Şerefnamê bi kurdî
Dîwana helbesta Bu Kurdistan
Çarînekanî Xeyam (werger)
Henbane Borîne (ferheng)
Wergera Quranê bi kurdî
Wergera Qanûna Ebû Elî Sîna bi farsî
Şerha Dîwana Melayê Cizîrî
Sifra bê biraneve (wergera pirtûka Şerîetî)
Çêştî Micêvir( serbihoriya vî)
Li Mehabadê heta Bexdayê