Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Evîndarê Cûdiyê Mirada

Di navbera meşa jiyan û mirinê de, ewqas bûyer û serpêhatî tê jiyîn ku hinek heta heta, hinek jî piştî demekê li ber bayê dîrokê dikeve û di nav pelên tozê girtî de difetisin û diçin. Her nebat û jiyîneke nû bi sedan serpêhatî û bûyeran li xwe digire heta mirinê.

Rêwîtiya vê meşê ya ku kengê wê bi dawî bibe nediyar, heskiriyek yê evînê û heqîqetê ya xwe bigihîne rojê destpê dike. Di vê serûvena bê bizanî bi ku ve her de, car jiyîn li ber mirov dibe xeyalek, car dibe bîreke ya bê binî û car jî dibe bazek bi azad baskan li ba dike. Di vê azweriya gerdûnî de mirov çi cûreke balkêş û heybet e. Bi milyonan sal e, hebûna xwe didomîne. Dikuje û dide jiyîn. Bi rastî jî dema mirov lê binêre her tim keftûlefta wê ya jiyînê bê navber domandiye. Ewqas qonax û sal hê jî li ber xwe dide û wê li ber xwe bide. Ecêbiyeke ya pir sersûrman bi xwe heye.

Bi vê hemû dewlemendiyên xwe, ji bo jiyînê bikole û vekole hê baldartir e. Çawa ku giyake ji warî wê, gulek ji axa wê çemek ji newala wê bike bê wate dibe, heman demê mirov jî ji ax û azadiya wî bê par bikî weke gulek bê çîçek, darek bê fêkî û kewek nexwîne ye. Nexasim li ser kokeke qayîm û dîrokî xwe ragir be, hê zehmetir e. Lê mirovê ku ji bo bijî bi milyonan sal bi her tiştî re şer kir û giha îro, îro mirovên bi kok û qedîm ji warên wan dikin.

Meşek nû, jiyînek nû destpê dike. Bifikre ku li cihê herî jor ê welatê xwe ji jor ve li bedewiya welatê xwe dinêrî, mirov ji bedewî û nêrîna wê têr nabe. Ji wê veqetîn û carekî din lênevegerîn wê çiqasî kezebê li mirov biperitîne. Nexasim ew ji wê bedewiyê qût bû û bû rêwingî. Rêwîngiyê dozê û heqîqetê. Her tişt dît, birsî bû, têhn bû û koçber bû, lê ji ya xwe venegeriya.

Belê koçberî, çi janeke biêş û keser e. Ji dûr ve li welat binêre û bihêle. Lê wê vê carê zarokê ku ji wê axê qûtbûyî lê vegere. Wî sond xwariye ku bimire jî wê li wê axê bimire. Evîndar Îzer bi nasnav Evîndar Cûdî ku tevahî zarokatiya xwe ji warê xwe, kaniyên xwe fêkî û bedewiya xaka xwe dûr mezinbûyî, lê vegere. Çi dibe bila bibe wê hew vê kezebê bi hesretiyê bişewitîne. Ew zarokê Gundikê Remo bû. Ew li hêlîna lehangan hatibû dinê. Bi sonda tolhildan û hêvênê egîdiyê hevîrê wî hatibû strandin. Di sala 1989’an de li nava malbateke welatparêz û dilsozê azadiyê tê dinê û bi wê vînê mezin dibe. Gundê Gundik Remo yek ji gundê welatparêz ên Kurdistanê ye. Ev gund dikeve qontarên çiyayê Cûdiyê. Dîrokeke kevnar a gund heye û welatiyên wê her tim bi hesreta welat jiyan e.

Malbata şehîd Evîndar Cûdî jî weke gelek malbatên Botanê wan para xwe ji faşîzm û dagirkeriyê girt û di êrîşên faşîzan ên salên 1990’î de war û mala xwe bi cih hiştin û bûn rêwiyê koçberiyê. Di vê rêwîtiyê de bi hesreta welat dilê wî lêda, bi êş û şanên mezin ên koçberiyê mezin bû.

Evîndarê azadiyê gelek war û mal li pey xwe hişt, her carê li bendê bû gavekê nêzî welat bibe, lê her diçû jê dûr dibû. Vê dûrîtî ji aliyekê hêrsa wî ya tolhilîna ji dijmin ji aliyê din hesreta vegera welat dilê wî diêşand û xwîn dikir. Lewra tim çavê wî li vegera welat bû. Ew jî wê rojekê weke Lawikê Xerîb li Cûdiyê Mirada vegerîba. Lê roja wê nedizanî û her diçû rêya wî jî dûr dibû.

Lê wî carekê soz û qirar dabû ku wê vegere çi dibe bila bibe. Bi wê hesretê dixwîne û xwe pêş dixe. Di xwendina xwe de pêşketî û pêşengtî ji her çalakiyên bihatakirin re dikir. Demek dirêj xebatên ciwanan dike, lê vê têr nabîne û dixwaze li pey soza xwe ya dayî û welatê ku li bendê ye bimeşe.

Piştî ji bo xebatên cuda çend caran diçe çiya û vedigere, dilê wî yê ji bo axa welat hê zêdetir dikele û rêgiriyê li vegera malê dike. Ji bo wê herî dawî sala 2012’yan li ser esasê perwerdê diçe çiyan û nema vedigere. Dibe gerîlayek ji bo dozê û tolhildanê dilê wî lê dide. Her çendî serpêhatiya vî lawê cengê li Cûdiyê Mirada de dem kurt jî be, bi ked û dilsoziya xwe ya welat timî cihê xwe li nava gerîlayan kiriye û bûye mînak. Heskirina gerîla Evîndar weke ya Lawikê Xerîb bê sînor bûn, çiyayê bi heybet û serhildêr Cûdî her roj dibe mêhvanên xewna Evîndar û wî bera xwe dikişîne. Da ku hevdîtina hesreta salan bi dawî bike.

Piştî demekê di karê çapemeniya gerîla ya HPG’ê de dest bi xebatê kir. Ew bi çek û kamereya xwe di şopa Xelîl, Arjîn û Denîzan de dikeve ser rêya gera li heqîqetê. Dilê wî ji bo warê lê dişewitî bikişîne û nemir bike. Dîsa şopên zarokên agir û rojê yên ji welat veqetiyayî û li welat vegeriyayîn tomar bike. Bi vê yekê destê wî jî kamereyê nedihat girtin û weke çeka xwe hembêz dikir û bikar dianî. Ev jî dihişt ku gelek bedewî û çîrokên zarokên ji welat qûtbûyî bi kamere û wênekêşa xwe tomar bike û nîşan bide.

Her çendî dilê şehîd Evîndar ji bo eniyên pêş ê cengê hebe jî, lê ji bo wî ya esas biryara partiyê bû. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîş bir ser Şengal, Mexmûr û Kerkûkê Tevgera Azadiyê biryara şandina gerîlayan a van herêman girt. Şehîd Evîndar bi kamera û çeka xwe berê xwe da eniyên cengê. Şehîd Evîndar nêzî salek ji Mexmûr bigire heta Kerkûk vê qadê hem bi erka gerîlatî û hem jî endameke çapemeniya azad kar kir. Dem hat şer kir, dem hat bi kamereya xwe dîmenên gerîla kişand.

Piştî demekê li ser daxwaza wî weke gerîlayek tev li Pêngava Şoreşgerî ya Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Şehîd Evîndar derbasî qadên Bakur bû û li wir bi wezîfeya xwe ya şoreşgerî rabû. Artêşa tirk 29’ê hezîrana 2016’an de li herêma Şemzînanê dest bi operasyoneke mezin dike. Ev operasyon di encama berxwedana gerîla de hate têkbirin. Beşek ji vê operasyonê di 2’yê tebaxê de paşve vedikişe. Lê 3-4 rojan li qadê şerê dijwar di navbera gerîla û leşkerên artêşa tirk de rû didin. Şehîd Evîndar jî di eniyên pêş ên cengê de li gel hevrêyên xwe cih digire û şer dike. Di van şeran de derbên xurt li hêzên dagirker tê dayîn. Di van şerê giran de Evîndar Cûdî li gel 4 hevrêyên xwe 2’yê tebaxa 2016’an şehîd dibin.

 

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar