Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...
Salı - 8 Ekim 2024

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Evîndarê zêran R.T.Erdogan!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Me zêrên xwe yên derveyî welat, bi temamî anî welatê xwe

Ev gotina R.T.Erdogan e. Di civîna roja 8’ê tîrmeha 2021’an a serokên bajaran ên partiya xwe de got. Eger bi tenê wisa mirov bala xwe bide vê gotinê, tu tiştekî ne li rê têde xuya nake, heta dibe ku bi erênî/başî jî were dîtin.

Lê pirsgrêk hem di zemanê gotinê de heye hem di şêwazê bazirganiyê de heye, di anîn û birina wan de jî heye û hwd.

5 roj berî vê axaftina R.Erdogan, di çapemeniyê de, weke mînak malpera Almanya DW ya roja 7’ê tîrmeha 2021’an, nûçeyek girîng weşand û dibêje: “75 ton zêr, di rêyên derveyî qanûnî re, bi qaçaxî derbasî Tirkiyeyê hatiye kirin(hatiye revandin)”. Navê sîstema van kaçaxçiyan an bazirganan hawale ye. Li gorî şîroveyên wan, bi rêya vê sîstemê, vî karê xwe yê derveyî yasayan, bi rengekî dixin yasayî. Her wiha bi heman cûre sisteman, ‘pereyên reş jî spî dikin!’

Diyar dikin ku bi tenê li Almanyayê 2 hezar û 700 dikanên zêrkeran heye. Dibêjin dozgerê Kolnê-Almanya doz li vê bûyerê vekiriye û hinek kes jî binçav kiriye û li henek kesan jî digere; girîngiyê dide şaxê wê yê Stenbol-Tirkiyeyê jî.

Jixwe sicîla rêveberiya R.T.Erdogan a li ser van karên derveyî yasayên dewletî-navdewletî yên qirêj û gemar û dijî mirovahî pir tije ye. Ji bazirganiya zêran û pereyên reş heta bazirganiya madeyên hişbir; eroîn, esrar, kokain û hwd.hema her cûre kirêtî têde hene. Li hemû welatên Ewropayê salê 5 ton, tenê li Tirkiyeyê 20 ton eroin tê girtin!

Lewma bi tenê mirov jê re bêje evîndarê zêran, kêm e û heta dibe ku şaş be jî. Yar rast dibe ku wisa be: bazirganê zêrên kaçax, bazirganê pereyên reş, bazirganê hemû madeyên hişbir û diz, talanker û bazirganê çeteyanev mijar divê neyê jibirkirin, ji ber ku di vê dema dawî de rolek xerab a gelek mezin dileyze û hwd. lê were zêdekirin. Ji bo çete û kujerên xwe yên şagirtên SADAT’ê, dixwaze bazarek nû li Frotgeha Afganistanê peyda bike. Lê Talîban, bi tundî lî dijî vê projeya R.Erdogan rabû!

Weke kes û dewletan jî mirov dikare gelek mînakan ji bo van bûyeran nîşan bide.

Bêguman van karên qirêj hemûyan, di serî de ji bo berjewendiya takekesiya xwe û malbata xwe dike. Belê ji bo karibe vê xenîmetê mezintir bike û biparêze, divê desthilatiya xwe ya li ser dewletê jî qayim bike. Hezkirina wî ya ji zêran, dibe ku sedema yekemîn ev be.

Di vê mijarê de ji Îran; bi rêya Riza Saraf destpê kir heta Maduro yê Venezuela çû. Li gor saloxan, bi maşînên barhilgir ên tije zêr, Riza Saraf ji Îranê dikişand ji R.Erdogan re.

Piştî Amerîka ev Saraf ji dest wî girt, giranî da ser Maduro. Ji Venezuelayê, di 6’ê Sibata 2019’an de, ji bo wî û Emirên Ereban 73 ton zêr hatiye; para R.Erdogan 23.9 ton bûye!

Belê wisa diyar e, êdî ev jî têra rizgarkirina aboriya wî nekir, hewara xwe gihand Almanya û 75 ton zêr, bi awayekî kişand cem xwe! Lê wisa diyar e, va ye ji niha ve, serê wî dikeve belayê û dozgerên Almanyayê doz lê vekiriye û dest bi dadgehê kirine.

Jixwe qasî tê zanîn, di cîhanê de DYA û Almanya, ji bo karê derveyî qanûnî û bi taybetî jî li dijî revandina bacê/vergiyê pir qanûnperest û dijwar in. R.Erdogan jî, ev karê dijî qanûnan, bi piranî li van her du dewletan daye meşandin. Jixwe li Amerîka, serê wî têra xwe ketiye nava derd û bela, niha jî dora Almanyayê ye.

Wisa diyar e, êdî dê nikaribe xwe ji ber xezeba, encamê vê siyaset û van kiryarên xerab û xedar ên wî bi xwe, xwe rizgar bike. Bûyer li pey bûyerê ketine rêzê. Mînaka Sedat Peker, Sezgîn Baran Korkmaz û hwd. di rojeva wan û raya giştî de zelzele çêkiriye. Nakokiyên navbera wî û hevkarê wî faşîstê kevnar û hizhizî Bahçelî-Soylu jî dijwartir dibin. Ji her alî ve agir bi textê desthilatiya wî ketiye û nêz ne dûr, ew ê di vî agirî de bişewite/bisote. Weke Cegerxwîn gotibû “malê wan bû bela li serê wan”, ê R.Erdogan jî “eşqa wî ya zêran dibe bela li serê wî!”

Nûçeyên Têkildar