Dewleta TC’ê ya qirker li Kurdistanê her roj sûcên xwe zêde dike. Sûcên dike jî wek şerê psîkolojîk dimeşîne. Dema vê tiştê dike sûcên xwe venaşêre, kesên din berpirsiyar nîşan nade, înkar nake. Her sûcê ku dike bi zanebûn li ber çavan dixe, bixwe aşkera dike. Kesên ji bo van sûcan bikin erkdar dike jî wek “leheng” îlan dike.
Ev sûcên li Kurdistanê her roj dike û berbiçav dike ji bo ku civakê teslîm bigire. Bi vî tiştî hest pê dike ku ew ê emrê xwe hinek din jî dirêj bibe. Di rewşa heyî de, ev sûc li qadeke berfirehtir belav kirine. Li Kurdistanê êrîşên qirker ên ku ew gihandiye qetlîama civak, xweza, jin û ciwanan, lê zêdekirina êrîşên ku li hemberî kesên ku li bajarên Tirkiye û welatên Ewropayê dijîn, dixebitin, dixwînin nîşaneya vî tiştî ye. Wek ku herî dawî li Sakarya, Afyon, Brukselê hat dîtin li ku kurdek an kurdî axêvek bibîne di cih de dikuje, lînc dike. Dema vê neke jî yan wan dixe zindanê yan jî tîne rewşeke wisa ku li wî cihî nekaribe bijî û bihewe.
Dewleta TC’ê ya qirker, ev sûcên ku li hemberî civaka Kurdistanê dike tişteke nû nîn e. Beriya van jî sûcên li hemberî kurdan kirine di dosyayan de hilnayên. Dîroka wan bi qetlîamên kurd, dest dirêjiya li jin û zarokan, talanan, gundên hatine şewitandin, hilweşandin, îskanên mecbûrî, sirgûnkirinan, îşkence û zindanan tijî ye. Ev sûcên kirine li ber sûcên ku berê kirine gelek hindik in.
Helbet ev hemû sûcên ku li hemberî gelê Kurdistanê hatine kirin, dema bi sûcên ku berê hatine kirin re miqayese bibe, ew nayê vê wateyê ku sûcên îro tên kirin “sivik” , “tên pejirandin” û “dikare were qebûlkirin”. Berevajiyê vê, tiştên îro tên jiyîn, nîşan didin ku li ser tiştên berê qewimîne zêde dibin, ji wan ne kêm in, digihije asta ku jê gelek zêdetir.
Ji ber vê yekê jî divê li Kurdistan, Tirkiye, welatên Ewropayê; li her cihê lê dijîn, li dijî sûcên li hemberî kurdan tên kirin, bi vê zanebûnê tevbigerin, ji van encam were derxistin û li hemberî wan têbikoşin.
KCK-LR’ê di civîna xwe ya dawî de bi dirûşma “Bes ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dema bidestxistina azadiyê ye” dest bi pêngavek şoreşgerî kiriye. Bi pêngavê nîşan dide ku, dê li dijî sûcên dewleta TC’ê ya qirker helwestek çawa bê nîşandan. Ev bang ne ji bo perçeyekî Kurdistanê lê ji bo hemû parçeyên Kurdistanê û kurdên diasporayê ye. Ji ber vê yekê biryara pêngava şoreşgerî ya KCK’ê ya li dijî dewleta TC’ê û êrîşên wê barê têkoşînê dide ser milê kurdistaniyan û hêzên sosyalîst, şoreşger, demokratîk û berxwedêr.
Îro gelê Kurdistanê barê vê erk û berpirsiyariyê daye ser milê xwe. Ev erka ku di 12’yê Îlona 2020’an de bi pêngavek şoreşgerî hatiye destpêkirin çawa ku ji dîrokê heta niha bi dirûşma xwe ya “Bes ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dema bidestxistina azadiyê ye.” Xwedî wateyekê ye û her wiha tê wateya vepirsîna hemû sûcên ku li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin. Îro hemû gelê Kurdistanê bûye xwediyê vê erkê. Êrîş, lînc, kuştin, tecawiz, îşkence û girtinên ku ji dîrokê heta niha li Kurdistanê, bajarên Tirkiyeyê yan li deverek din a cîhanê ji ber kurdbûnê li kurdan tê kirin vê erkê li gelê Kurdistanê ferz dike.
Niha çawa ku dema destpêkirina pêngava “Bes ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dema bidestxistina azadiyê ye” her wiha dem ew dem e ku em hesabê dîroka bişîn û êrîşên qirker ên li dijî gelê Kurdistanê bipirsin. Kêliya ku divê her kurdistaniyek bi vê hişmendiyê tevbigere; ew kêlî ye!
DewletaTC’ê ya qirker hay ji vê yekê heye. Ji ber vê yekê bi tirs û tasewas tevdigere loma nizane bê ka çi dike. Ji bo ku ji vê ‘şoqê’ derê tundkirina êrîşan wek rêya xelasiyê dibîne. Ji bilî vê tu tişt di dest de nemaye. Sermaye hemû qediyaye, ji hêla aborî ve talan bûye û siyaset têk çûye. Her tişt maye di destê R.T. Erdogan, Suleyman Soylu û Devlet Bahçeliyê ku xwe spartine fikra faşîst û panturkîst. Êdî nikare xwe li ser lingan bigire. Hêzek ku piştgiriyê bidê nemaye. Nikare rabe ser lingan. Niha jî dora KCK’ê ye ku bi pêngava şoreşger ya “ Bes ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dema bidestxistina azadiyê ye.” Bi vî awayî wê derbeya dawîn lê bide.
NIHA DEMA GEŞKIRINA AGIRÊ PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YE!