Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

‘Ew Denîza me hemûyan e’

Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz keça wê tev li karwanê şehîdan bûye û ew bi keça xwe serbilind e. Bav Abdulîlah Poyraz jî destnîşan kir ku li dijî zilmê bi hezaran Denîz hene û xwest gelê kurd yekitiya xwe ava bike

Kujer Onur Gencer ê li Sûriyeyê hatiye perwerdekirin, duh bi ser avahiya HDP’a Îzmîrê de girt û endama HDP’ê Denîz Poyraz qetil kir. Dayik û bavê Denîz Poyraz, Fehîme û Abdulîlah Poyraz ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn.

Fehîme Poyraz diyar kir ku ew dayika 9 zarokan e û bi salan berê dema hatiye binçavkirin polîsan jê re pirsa ‘Te ewqas zarok ji bo çi welidand?’ jê kirine û wiha got: “Dewletê 25 sal berê vê yekê ji min dipirsî. Pişt re sê zarokên min xistin girtîgehê. Denîza me jî ji me stendin.”

Keça gelê kurd e

Dayikê destnîşan kir ku Denîz keça gelê kurd e û da zanîn ku ew bi keça xwe serbilind e. Poyraz diyar kir ku tevî astengiya polîsan jî cenazeyê keça xwe dîtiye û wiha domand: “Ez çûm min çavreşa xwe dît. Gule bera serê wê û sînga wê dane. Min eniya keça xwe ya di nava xwînê de mabû maçî kir.”

Tev li karwanê şehîdan bû

Poyraz got ku gelê kurd xwedî li Denîz derdikeve û wiha pêde çû: “Li ber Saziya Tiba Edlî bi sedan polîs sekinandibûn. Xelk xwedî derket lewma tiştek nekirin. Ez dayika girtiyan û şehîdan im. Denîz êdî tenê ne keça min e. Xebatkara partiya xwe bû. Keça min tev li karwanê şehîdan bû. Şikir xwedê re serê min bilind e.”

‘Em deyndarê vî xelkî ne’

Bavê Abdulîlah Poyraz jî ev tişt anî ziman: “Li dijî zilmê bi hezaran Denîz hene. Keça min ji wan keç û xortên kurd ku bi kîmyewî kuştine ne cuda ye. Keça min ji Sêvêyan, Pakîzeyan ne cuda ye. Lokman Bîrlîk bi pey panzêrê ve kaş kirin. Keça min ji wan ne cuda ye. Mehmet Tûnç şehîd xistin, Denîz ji wî ne cuda ye. Em çi jî bikin kêm e. Em hêj ji vî gelî re deyndar in. Em çiqas bedel bidin jî deynê me ji bo vî gelî naqede. Şehîda me hemûyan e. Daxwaziya min ji xelkê me ew e ku em bibin yek û yekitiya me çê bibe. Bila serê gelê kurd û HDP’ê sax be. Ji destê Tayyîp û koma wî were wê êrişî tevahiya Kurdistanê, Sûriye û Iraqê bike. Dê ji ber têkoşîna gelê kurd bi ser nekevin.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar