Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Ew ê tirk û PDK di xwîna rijandine de bifetisin’

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ)'ê got, "Êrîşa li ser fermandarên me Pîr Çeko, Agir Cefrî û Şêrzad Şemo ji êrişa 3’yê Adara 2017’an ne qut e. Wê PDK û dewleta tirk di xwîna rijandine de bifetisin."

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) di salvegera êrişa 3’yê Adara 2017’an de daxuyaniyek nivîskî belavkir. Meclîsê ragihadn ku ewê teqez li ser vê axê xweseriyê ava bikin.

Daxuyanî wiha ye:

“Di 3’yê Adara 2017’an  bi planek hevpar a MÎT û PDK’ê bi armanca tunekirina pergala Netewa Demokratîk a Şengalê ku ji Xanesorê civaka meya êzidî ji nava kêliyê fermanê despêkiribûn, êrîşek bêbext û bi hemû cûrên çeka, bi navê Pêşmergeyên Roj liser gelê me ê li Xanesorê pêkhat.

Bi êrîşa 3’yê Adara 2017’an re PDK’ê dijminatiya xwe ya li dijî civaka me carek din derxist holê. Gel û hêzên me ên parastinê bi erk û berpirsiyartiya xwe li dijî vê êrîşê sekinîn û 10 Şervan, Gerîla û zarokên civaka me canê xwe kirin qurbanî û bi xwîna xwe rê li ber vê êrîşa bêbext girtin.

Em binavê Meclisa xweseriya Şengalê di şexsê şehîdên berxwedaniya Xanesorê de, tevahiya şehîdan bibîr tînin û bi rêzdarê bejna xwe li himber malbatên şehîdan ditewînin.

Şehîdên Xanesorê bedena xwe kirin mertal ji bo jiyana Azad a vê civakê ku di nava fermanê de bûn. Ji bo rastiya vê êrîşê neyê xuyakirin di serî de rojnamevan kirin hedef û kedkara civaka me rojnemevan Nûjiyan Erhan kirin hedef. Lê zarokên  ku ji  xweliya fermanê  xwe afirandin li ser şopa Şehîd Nûjiyan xwe  perwerdekirin û karê xwe û xuyakirina rastiya li Şengalê de berfirehtir kirin.

Wek tê zanîn ê bû sedema fermana 3’yê Tebaxê PDK bû. PDK’ê ji roja avakirina sîstema xweseriya demokratîk a li Şengalê, heya niha bê navber planên pir qirêj li ser civaka me dide meşandin û dixwaze xwe li Şengalê bike serwer.

Çawa di wê demê de xwestin Xanesorê dagir bikin, di roja meya îro de jî heman plan li ser tevahiya Şengalê dewam dikin. Hedef girtina Fermandarên me Pîr Çeko, Agir Cefrî û Şêrzad Şemo ji êrîşa 3’yê Adara 2017’an ne qute. “Ew ê tirk di xwîna rijandine de bifetisin”.

Çawa civaka me di wê demê de bi erk û berpirsiyartî tevgeriyan wê ji niha û şûnde jî bi heman helwest tevbigerin û rê nedin xiyanetkar li ser axa Şengalê vegerin.

Em ji raya giştî re radigihînin, bedel çidibe bila bibe wê civaka me bigehe xweseriya xwe û li ser vê axa pîroz bi azadî jiyan bikin. Me berê jî gotiye tu hilbijartinekî me nîne ji bilî berxwedaniyê, ji bo ev berxwedanî bi hêz bibe em bang li gelê xwe dikin nekevin xefikên dijminê dagirker û îxaneta PDK’ê. Pêwîste gelê me bi vegera li ser axa xwe bersiv bide hemû plan û êrîşên dagirkeran.

Di niha de Xanesora berxwedêr gelê xwe ê koçber bûyî di himbêza xwe de di hewîne û bi sîstema  Netewa Demokratîk xwe bi xwe birêve dibe. Ev sîstema ji Xanesorê despêkir niha li hemû Şengalê belav buye, gelê me buye xwedî sîstema xwe a rêvebirin û parastinê.

Wê ne PDK û nejî dewleta tirk a dagirker nikaribe bi planên xwe ên qirêj îradeya civaka me bişkînin. Her bihostek ji axa Şengalê xwîna qehremanekî me têde hatiye rijandin. Emê dest ji vê doza şehîdan a Şengal a xweser û azad bernedin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar