Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ew li malê kurê wê jî li girtîgehê di grevê de ye

Leyla Kaçar, dayika Ahmet Kaçar ku li Girtîgeha Bandirmayê di greva birçîbûnê de ye, ji bo piştgiriyê bide kurê xwe dest bi greva birçîbûnê kir. Dayikê diyar kir ku heta tecrîd bi dawî nebe dê çalakiya wan û zarokên wan bidomin

Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCK’ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 128’an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan didome. Yek ji van girtiyan jî Ahmet Kaçar (29) ku li Girtîgeha Jimare 2’yan a Tîpa T a Bandirmayê ji 1’ê adarê ve li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye.

Dayika wî Leyla Kaçar (45) diyar kir ku kurê wê 12 sal in girtiye û wiha got: “Xwê, şekir û tiştên din nadin zarokên me. Ev zarok tenê ne zarokê min e. Zarokên me hemûyan e. Ger niha em dengê xwe li dengê van zarokan zêde nekin, piştî darbest derkevin tu maneya wê tune ye.”

Dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir

Di axaftina xwe de dayikê destnîşan kir ku roja kurê wê dest bi greva birçîbûnê kiriye wê jî dest bi grevê kiriye û wiha domand: “Heta çalakiya zarokên me dewam bike dê yê min jî dewam bike. Daxwaz û fikra zarokên me çi be ya me jî heman tişt e.”

Heta tecrîd bi dawî nebe dê çalakî bidome

Kaçar diyar kir ku divê tecrîda li ser gelê kurd û Ocalan bi dawî bibe û wiha domand: “Em çar kes nikarin bên cem hev û behsa zarokên xwe bikin. Wexta em behs bikin demildest em tên binçavkirin. Ev faşîzm e. Lê li me jî bidin û têxin girtîgehan jî em ê dev ji doza xwe bernedin. Heta tecrîd bi dawî nebe dê çalakiya me û ya zarokên me dewam bike.”

Her wiha di dawiya axaftina xwe de dayikê bang li her kesî kir ku deng bidin dengên girtiyan. SÊRT

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar