22 meh in ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Her wiha Komploya Navnetewî ku bi hevkariya hêzên navneteweyî pêk hat jî dikeve sala xwe ya 24’an. Abdullah Ocalan 15’ê Sibata 1999’an de anîn Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û ji vê rojê heta îro kurd û dostên kurd bi çalakiyan bertekên xwe li hemberî komployê anîn ziman.
Hevseroka Komeleya 78’an a Amedê Halîse Batgi şahidê wê demê ye, ji me re behsa wê demê kir.
‘Heta serê sibê em li ber televîzyonê bûn’
Halîse, anî ziman ku ew di navbera 1997 û 1999’an de di rêveberiya Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) a navçeya Rêzanê de bûye û dema komplo pêk hatiye 31 salî bûye. Halîse, destnîşan kir ku di sala 1998’an de bihistibû ku Abdullah Ocalan li Ewropayê û wiha destpê axafina xwe kir: “Wê demê gel rabû li ser piyan û gotin bila li Ewropayê biryara rûniştinê bê dayîn. Serok ji bo azadî û aştiya gelan derket çû Ewropayê. Wê demê serhildan, grevên birçîbûnê û çalakiyên mezin çêbûn. Heman êvarê me televîzyon temaşe dikir û gotin ji Serokatiyê agahî nayê girtin û gel ket nava hewldanekî. Wê rojê heta serê sibehê em li ber televîzyonê bûn. Em li bende bûn ku agahiyek bigirin. Heta serê sibê em raneketin û serê sibê di saet 06.00’an de min berê xwe da navçeya Rêzanê. Em hemû li partiyê kom bûn. Agahî hat û gotin Serokatî teslîmê îstîxbarata Tirkiyeyê hatiye kirin. Wê rojê qiyamet rabû. Ji jin û zarokan bigirin heta kal û pîr hemû hatin li partiyê kom bûn. Kesên ku dihatin hemû digiriyan. Wê demê gel digot heke zûtir agahiya me hebûya me yê destûr neda ku Serok teslîmê Tirkiyeyê bikin.”
‘Li her kolan û taxan çalakî hatin lidarxistin’
Halîse, diyar kir wê demê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî hatin destpêkirin û ji van bajaran yek jî Amed bû. Halîse, wiha behsa wê demê dike: “Wê demê em ketin greva birçîbûnê. Ew çalakî her ku çû mezintir bû. Wê rojê saet 02.00’yê şevê bi ser avahiya partiyê de girtin. Polîsa jin, zarok, kal û pîr guhdar nekirin û êrîş kir. Ji ber îşkenceya polîsan ciwanekî jiyana xwe ji dest da. Gelek hevalên me û welatî hatin binçavkirin. Lê ji ber êrîşan cihekî me yê sax nema. Ji ber êrîşan her yek me bazda cihekî. Ez jî ji Rêzanê heta Şehîtlîke beziyam. Pêlavek di lingê min de bû û yek jî derketibû. Gelek hevalên me hatin girtin. Lê ciwan li her derê rabûn li ser piyan. Wê demê postaxaneya PTT û gelek saziyên din dan ber agir û trafo teqandin. Wê demê dayikek 55 salî ji bo Serokatî xwe ji şaneşînê avêt û jiyana xwe ji dest da. Ciwanekî din jî bedena xwe dabû li ber agir. Cihekî bê bûyer tunebû. Li hemû tax û kolanan ciwan li ser piyan bûn. Bi girseyî meş hatin lidarxistin.”
‘Bi sedan girtî agir berda bedena xwe’
Halîse, da zanîn ku wê demê ne tenê li derve li girtîgehan jî çalakî hatin destpêkirin û wiha bi lêv kir: “Wê demê 100 girtî agir berda bedena xwe. Heta ku Serokatî got ‘Bila kes xwe neşewitine’ ev çalakî sekinî. Me cenazeyên kesên ku dawî li jiyana xwe anîn bi girseyî defin kirin. Piştî ku teslîmê Tirkiyeyê hat kirin şûnde Serokatî derxistin dadgehê. Wê demê kesên ku dawetên wan hebûn hemû dan sekinandin. 3 mehan dawetan nehatin kirin. Wê demê hilbijartin bû û Birêz Ocalan got tevlî hilbijartinan bibin. Em tevlî hilbijartinan bûn û em bi ser ketin. 15 Sibatê ji bo me rojek reş bû ji bo me kurdan. Ji bo me gelek bi êş bû.”
‘Şewatek mezin ket dilê me’
Halîse, got pişt ku Abdullah Ocalan bi komployê radestî Tirkiyeyê hatiye kirin ew roj li wan heram bûye û wiha axivî: “Dilê me dişewitî. Dayik, bav an jî birayê mirov bûya ji bo mirov ev qas ne zor bû. Ji ber ku Serokatî bû em pir zêde xemgîn bûn. Şewatek mezin ket dilê gel. Kesên ku li dijî tevgera me bûn, ew jî tevlî me bûn. Wan jî vê yekê qebûl nedikir. Rêberekî gelekî li temamî Ewropayê geriya û ev yek bandorek mezin li ser me kir. Li gel vê xemgîniya dil me çalakî jî berdewam kir. Ev roj ji bo me rojek reş bû. Piştî komployê guhertinek mezin çêbû. Mirov li xwe haydar bûn, zana û şiyar bûn. Mirovan xwe bêtir nas kir. Kesên ku ne aliyê me bûn jî piştî komployê tevlî me bûn. Tevgera Azadiya Kurd her ku çû mezin bû. Taybetî tevgera jinan zêdetir mezin bû. Jin û ciwan îro ji civakê re pêşkeşiyê dike. Li Rojhilata navîn tevgera kurd mezintirîn bû. Wê demê ereban gotibû ‘We çima Birêz Abdullah Ocalan bi me neda nasîn? Ew ji bo me jî serkeftineke, mafê me jî diparêze.’ Birêz Ocalan naxwaze ku tu gel zirarê bibîne.”
‘Komplo vala hat derxistin’
Halîse, daxuyakirin ku Gelê Kurd vê komployê vala derxistiye û wiha domand: “Piştî ku Serok hat girtin şûnde parêzer pê re hevdîtin kirin. Serokatî wê demê gotibû ‘Ger derfet bidin min ji bo gelê bindest ên kurd û gelên din ez ê bixebitim û azadiyê ava bikin. Ez şer naxwazim, dema şer tijî bû’. Birêz Ocalan gotibû ji bo demokrasî û aştiyeke mayînde çi pêkan be amadeye. Birêz Ocalan ev 24 sal in girtî ye û di nava ev qas salan de gelek pirtûk nivîsand. Kesên ku pirtûkên wî xwendin bûn wek fîlozof. Xwe û mirovahî nas kirin. Li ser Gelê Kurd bi salan in ev komplo berdewam dikin. Bi Birêz Ocalan re ev komplo gihîşt astekî cuda. Gelê Kurd bi komployê ma qediya? Kurd bi komplo, kuştin û êrîşan naqede. Dema pêvajoya çareseriyê hat destpêkirin gel bêhnek rehet girt. Aramî çêbû. Hemû kes digot bila ev şer bisekine êdî, pêvajoya aştiyê destpê bike. Qeyranên ku îro tên jiyîn ji ber vê şerê ye. Ger ku ji vê şerê re çareserî bihata dîtin dê aramiyek jî bihata. Ger şer bisekiniya dê bûbûya stêrka Rojhilata Navîn. Ev şer ne bi tenê bandorê li me, bandorê hemû gelan kir.”
‘Gelê kurd tu carî paşve gav naveje’
Halîse, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê Kurd tu carî paşve gav navêje. Em naxwazin ev tecrîd bidome. Em ê tecrîdê bişkinin û Birêz Ocalan azad bikin. Azadî û aştî bi Ocalan pêkan e.”