Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Ew ruh di roja me ya îro de veşartî ye!

Nêrgiz Îsmayîl

Dema em zarok bûn, ew rojên xweş, bi kêf û eşq ji bîra me naçin. Taybetî jî her ku serê salê nêzîk dibû kêf û xweşiya me zarokan nedihate wesifdan. Her malekê ji bo wê şevê dermale amade dikirin, li gorî derfetên her malbatekê. Bêguman dema ku dermale di wê şevê de jî neba, bi taybetî rê û resmên wê dê, bav, dapîr û bapîran gelekî xweş dikirin.

Dayika min digot: “Di dema me de di şeva sersalê de xort digeriyan. Rûyên xwe tenî dikirin û kumekî kulavî didan serê xwe, gava rûyên xwe tenî dikirin ew ji bo ku bibin qirdikên sersalê, qirdik dihat bi wateya ji bo rizqên wan zêde bibin, çakên qetiyayî li xwe dikirin, tûrikek li ser milên xwe dikirin û kopalek dixistin destê xwe de, îcar mal bi mal digeriyan, li her deriyekî didan. Dema ku keybana malê derî ji wan re vedikirin wan xortan ji wê keybanê re digotin:

Serê salê binê salê xwedê lawikî bide kebaniya malê

Kebaniyê destzêrînê, destê xwe bajêv bin kulînê, behra qirdik virde bînê!

Çiq canê her û wereee,

Tasika girovereee,

Tije penîrê terreee,

Pismama ser kir şer e!

Keybana malê jî selehîk av dixiste destê xwe de û bi wan xortan dadikir. Ew av jî dihat bi wateya ku bereket bi ser wan de bibare. Hin keybanên malê wan tûrikên wan bi tasikan tijî savar dikirin. Eger ew qirdik ji wan re nereqsiyana, kebaniya malê rizq nedidan wan. Bi rûyê tenî direqisîn. Bi şev şerm bû keçik bigerin. Lê roja din bi roj digeriyan. Tenê wê şevê xort digeriyan. Çi di mala wan de ba, hetanî goştê dermalan jî didan, pere didan wan, hema av bi wan dadikirin, şer dikirin, pev diketin, îcar xort diçûn maleke din. Wexta av bi xortan dadikirin, bi kêf û eşq dadikirin nego hêrs dibûn. Kêfa xortan jî dihatin. Mala ku ev qirdik neçûbanayê wê demê keybana malê hêris dibû! Çima ma ev mal bê berket e. Îcar wê şeva sersalê em radibûn me sînga pez lê gir dikir, xwarin çêdikirin, pîrikên me jî digotin vê xwarinê bidin malxwêyê malê ji bo ku rizqê malê fireh bibe. Sînga dermala çêdikirin û li ber semiyanê malê datanîn, ji bo rizq zêde bibe. Îcar di wê şeva sersalê de hemû kesên malê li hev diciviyan û civateke mezin digerandin. Sifireyeke dirêj dihat danîn. Li ser wê sifreyê tu çi bixwazî hebû. Ji helîlê, ji fisteqê, ji beniyê, ji berûyê Nisêbînê, ehlê me yên Nisêbînê ji serxetê ji me re tanîn. Savar, nanê tenûrê û fêkî. Hema te çi bixwesta hebû. Gotinên xweş dihatin gotin. Her kes ji hev hez dikir. Ew şevbuhêrk şevbuhêrkên ji hevhezkirinê bûn. Girar û goşt dixwarin. Hetanî serê sibehê ev kêf û eşq dewam dikir. Îcar sibehê jî zarokên biçûk wek yên dunazdeh – sêzdeh salî ji xwe re digeriyan. Şeva sersalê şeva rizqê zêdekirinê bû. Me nema dizanî bû emrê me çawa diçe, çawa tê. Her roj wateyeke wê hebû. Qedir û qîmeta mirovan hebû. Jinên temenmezin serkêşên van kêfan bûn. Civat digerandin û zarokên zarokên xwe dicivandin. Her kes lihev tanîn.

Ew heyam hîna jî di bîrdanka dayikên me de mane. Ew roj û kêlîkên xweş. Gelo ew roj li ku derê mane?! Ku di rojên me yên niha de her mal bi tena xwe vê şevê pîroz dike. Bi teqandina fitalan û kêfên bi tenê. Pergala heyî ya kapîtalîzmê ji bo van rojan tune bike her rêbazan dide meşandin. Di warê ragihandinê, pîvanê azadiyê berûvajî kirinê de û hwd..

Teqez ew rojên xweş di rabirdûyê de nemaye. Di van kêlîkên em dijîn de veşartî ne. Eger hemû rojên civaka me û cîhanê nebin mîna yên sersalê wê demê mirov nikare mîna mirov bi nasnemeya xwe ya civakî bijî. Dayik her vê çandê zindî dihêlin. Pergala cîhanî ku ya kapîtalîzmê ye ji her hêlê ve tunekirina çanda civakbûyînê armanc dike. Civakê perçe bike, ev dibe sedem ku ew jî desthilat bimîne. Lewra rojên mîna van rojên serê salê hîna zindî ne. Di bin navê pêşketinê de şaşiya herî mezin e ku mirov çanda jin – dayikê paş de bihêle. Ev qelsiya herî xerab e. Gelekî girîng e her kes di vê rojê de bibêje:

“Serê salê binê salê, xwedê aştî û zanebûnê bide her malê.

Serê salê binê salê, bila edalet hebe kesek nebêje wey jarê.

Serê salê binê salê, dawî li şer were û em hemî bibin kulîlkên malê!”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar