Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Ew şopdara heqîqetê û jiyana azad bû

Rojnameger û akademisyen şehîd Nagîhan Akarsel ji bo şehîd Sakîne Cansiz dibêje “Serpêhatiya Sakîneyê Doktrîna Azadiyê ye. Eşq tê wateya baweriya bê merc, hezkirina pak, girêdana bêberamber. Çîroka Sakîneyê eşqeke ku zanîna kûr a danûstandina bi heqîqetê re dihewîne, eşqeke bi birînan çêbûye.”

11 sal berê yek ji pêşengên têkoşîna azadiya Kurdistan û ya jinê Sakîne Cansiz (Sara) di 9’ê çileya 2013’an de li gel têkoşer Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan li Parîsê ji aliyê ajanên dewleta tirk ve hatibû qetilkirin. Rojnameger û akedemîsyen Nagihan Akarsel, beriya ku di 4’ê Cotmehê 2022’yan de li Silêmaniyê ji aliyê sîxurên tirk ve bê qetilkirin li ser Sakîne Cansiz gotarek nivîsandibû.

Nagîhan di destpêka gotarê de dibêje; “Ya sade kûr e. Hîsa jiyanê dide. Zelaliyek ma’newî dike. Çêbûn e… Sazkirina jiyanê ye. Gelek sade ye… Bi coş, zelal, tijî jiyan… Bi qasî wê jî asê, resen û têkoşer… Di diyalektîka jiyana wê de yekparebûn doktrîna azadiyê ye. Serpêhatiya axê, jinê, bawerî û kedê. Wekî Rêber Abdullah Ocalan jî gotî, ‘Têkoşîna Sakîneyê xeta azadiyê ye’… Hîskirina herikîna wateyên kombûyî di bîra bîranînan de… Di nava qatên wateya heqîqetê de lêgera eşq, xwe-zanîn û azadiyê… Ev, bi qasî hewldaneke fikir e, ewqas jî hewldaneke ruhî, an go karê eşqê ye. Eşq tê wateya baweriya bê merc, hezkirina pak, girêdana bêberamber. Çîroka Sakîneyê eşqeke ku zanîna kûr ya danûstandina bi heqîqetê re dihewîne, eşqeke bi birînan çêbûye… Sekna jiyaneke bi nirxên etîk û estetîk serî hildayî…

Şehîd Nagîhan bi gotinên sade û kûr, jiyan û serpêhatiyên şehîd Sakîne pênase kiriye. Wekî zêrê zer ê 24 eyar. Zêrê zer jî wisa sade ye. Zêrê zer jî tu carî serî natewîne. Tu carî tawîzan nade. Tu carî eslê xwe winda nake û asîmîle nabe. Tu carî koletiyê qebûl nake. Nabe yê din. Her dem xwerû û resen e. Di nava xwezayê de pir hindik e. Lê ew qas bi qedr û qîmet e. Ji ber vê yekê ew qas giranbuha ye. Azad e. Li her derê û her demê wekî xwe ye. Şekl û cewherê zêr (derve û hundir) yek in. Çawa ku zêrê zer her tim diçûrise û ronahiyê belav dike, Sakîne jî bi zanîn û ruhê xwe her tem moral, kelcan û coşê belav  dike. Resen û têkoşer e. Çawa ku zêr resen e û li dijî hemû elementên din têdikoşe û ji xwe tawîzan nade. Şehîd Sakîne jî jiyana wê ew qas resen û li dijî zilm û zorê xwedî jiyanek têkoşer e. Wekî ku di pirtûka serpêhatiya xwe de jî dibêje ‘Jiyana min her dem şer bû’. Her dem li dijî şaşiyan şer dikir. Her dem li dijî xerabî, nebaşiyan şer dikir. Her dem ji bo başî, xweşî, wekhevî û azadiyê şer dikir. Li Zindana Amedê ligel ku ew qas îşkenceyên giran dît tu carî tawîz neda. Her tem li dijî îşkenceya giran li ber xwe da. Her dem li dijî ferasetên şaş, fikrên şaş, kesayetên şaş û jiyana şaş li ber xwe da. Wekî zêrê zer tu carî ji heqîqetê tawîz û her tem heqîqet parast. Her tim ji bo azadiyê têkoşiya. Ji ber ku ew evîndarê heqîqetê bû. Ji ber ku dizanîbû azadî di heqîqetê de veşarî ye.

Şehîd Nagîhan jî li ser şopa şehîd Sakîne têkoşiya. Da şopa heqîqet û azadiyê. Ji bo azadiyê têkoşiya. Şehîd Sakîne Cansiz, şehîd Fîdan û Leyla, şehîd Sêvê, Fatma û Pakîze bi têkoşîna xwe rêya hemû gelê kurd û gelên bindest ronî kirin.

9’ê çileyê salvegera qetilkirina 3 jinên kurd ên şoreşger û diplomat bû. Salvegera 3 jinên pêşeng bû. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran daketin qadan û 3 jinên kurd bibîr anîn. Li bakur jî li Mêrsîn, Mereş û Dêrsimê bi sedan jinên kurd bi bernameyên cuda çalakî lidar xistin û 3 jinên pêşeng bibîr anîn.

Eger em wateyek mezin a sembola jiyana azad li Sakîne û jinên din ên pêşeng û leheng bar dikin, wê demê divê em bêtir li wan û têkoşîna wan xwedî derkevin. Çawa ku di merasima cenaze ya li Amedê de bi deh hezaran kes amade bûn, pêwist e ku her sal di bîranînan de bi hed hezaran li ser gorên wan kom bibin û nîşan bidin ku em şopdarên doza wan in. Eger em jiyanek azad, jiyanek bi rûmet û jiyanek sade, jiyanek kûr, jiyanek bi wate, jiyanek wekî zêr geş û coş diparêzin, divê em sal bi sal girseya xwe mezintir bikin û wekî guloka berfê mezin bibin. Em çiqas wan fam bikin em ê ew qas li wan xwedî derkevin, em çiqas li wan xwedî em ê ew qas wan fam bikin. Famkirin watedayîn û jiyan e. Famkirin şopandina şopa pêşengan e. Famkirin têkoşîna jiyana azad e.

Nûçeyên Têkildar