Ji ber ku li wan kolanan şerê heqiyê û şerê li dijî neheqiyê dihat meşandin, ev gotin bibû, dirûşmeya Revan. Alîgirên neheqiyên ew bûn ku di bin navê em nizanin de, di bin navê me nebihistiyê de yên hêz didan neheqiyan.
Omedya ez li te digeriyam…
Roj diherikîn mîna avekî şêt, ez difetîsim û salan şûrê bêyî bûna te di dilê min de diçikandin.
Erê Omedya, ez ji çavên te yên efsûnî, rûyê te yê genimî yê ji rengê rojê hên têr nebibûm. Çerxa felekê li me zivirî; ez bûm wenda, tû bûyî rêvî. Lê bi ku ve, di kîjan bajarê, di kîjan rêyan de tû çûyî, ez li ku winda bûm min nezanî.
Bêhiş û aqil ez li te digeriyam.
Divê şopek li pey te mabûna. Me yê hev nas kiriba û di wê şopê de li ser rêwitiyeke bê dawî ya tu tê de bibû rêvî. Tenê min ew şop bidîta, tenê bes bû, ezê bibûma fedaiyê rastiya rêya te.
Divê min, xwe bi te bidana zanîn. Teqez divê me hev bidîta. Lê çerxedîroka bêyom te bi aliyekî de min bi aliyekî de bir û bir. Demeke dirêj, bi qasî serdemekê em ji hev dûr ketin, da ku rojekê li ser heman rêyê dîsa me hev peyda kir. Û me hev nas kir…
Omedya
Di sala 1997 ‘an de li bajarê Tirkiyeyê, li Konyayê ji dayik dibe. Navê wê yê malê Revan Zana Bariştiran e.
Welatparêziya malbata wê destûr nedaye ku Omedya li bajarê xeribiyê mezin bibe. Ji bo pêşiya pişaftin û şemitandina zarokên xwe bigirin, malbata Revan berê xwe didin ser kokê xwe û vedigerin welat. Di vê vegerê de tenê malbat û zarok ji pişavtin û şemitandinê xilas nabin, di heman demê de jî, çanda berxwedanî û welatparêzê yê malbatê hê bi koktir dibe û malbata Revan dibe malbateke bi rûmet ya ku çanda berxwedêriyê dide domandin. Girtin, tehdît û zextên li ser vê malbata bi rûmet ji bo malbatê dibe hinceta mezinkirina têkoşînê û tu carî dev ji têkoşînê bernade. Malbat ti caran bêrûmetiya li ser gelê Kurd qebûl nake û zarokên xwe jî li ser vî esasî mezin dike.
Revan, di nava atmosferekî wisa de dest bi lêgerên xwe yên azadiyê dike. Ew, di nava malbatê de kesayetiyekî hindûrîn e. Zû bi zû ya hindûrê wê nayê zanîn. Di rastiyê de di dilê xwe de xeyalên azadiyê mezin dike. Her çiqas dema di kar û xebatên rêxistinkirinê de cihê xwe digire û agahiya derdorê jî jê çêdibe, lê xweşikbûyina hezkirina ji azadiyê re di rûyê wê yê ciwan de dibiriqe. Ji ber vê yekê pir tê hezkirin û li hawirdora xwe gelek hevalan kom dike.
Revan, dil tije hezkirin bi rê dikeve û hîn di wê demê de zagona yekemîn yê heqîqetê fêm dike. Lewra heqîqet nepeniyekî kûr e, divê di devê her kesî de nebe, ger wisa be wê ji nirxê xwe kêm bike, ger wisa be wê buhaya wê neyê zanîn, ger wisa be wê bê qîmet bibe. Revan di nava van sirrên herî kur de evîna azadiyê di dilê xwe de mezin dike û dibe fedaiya azadiyê.
Ew dibêje “Teqez divê heqîqet bi ser bikeve.”
‘Çi vî tiştî bi wê dide gotin’
Bersiva vê pirsê li kolanên Wanê, li kolanên Sûra Amedê, li kolanên Nisêbînê, Hezexê, li kolanên Farqîna kevnar veşartî ye.
Sal 2016. Salên herî dijwar yên tekoşîna azadiyê dest pê kirine, li seranserê Kurdistanê şerê vîna azad dimeşe.
Kurd; êdî Kurdên berê nînin. Zane bûne û doza heqê xwe dikin. Dixwazin; azad bijîn, wekî mirovan bijîn. Êdî; sebra Kurda, ji pergala koletiyê re nemaye. Naxwazin di bin gefên dewletê de bên perçiqandin, naxwazin bi polîtikayên şerê taybet yê dewletê koçber bibin, di zirûfên herî ketî de wekî koleyan bên şixûlandin. Êdî Kurd; dibêjin êdî bes e, ji Serokê xwe re azadiyê dixwazin, ji Kurdistana xwe re statûyê dixwazin, ji xwe re nasnameyeke bi rûmet dixwazin. Êdî; zarokên Kurdan şerê li serê çiyayan xistine dilê Kurdistanê, ger ne wisa be, wê zarokên Kurdan heta hetayê li çiyayan di nava şer de bin da ku cihana di bin serweriya hêzên hegomonîk de ye seyra wan dike bi salan e.
Êdî; dem hatiye gel û gerîla bigihêje hev, dema serxistina şerê gelê şoreşgerî ye. Ji bo wê kolan bûne meydana cenga giran. Kolan bûne dengê hezaran salan yên Kurdên azad. Li kolana şerê rûmet û azadiyê heye, di heman demê de şansekî mezin e ku yên di koletiyê de israr dikin xwe rizgar bikin.
Ji ber ku li wan kolanan şerê heqiyê û şerê li dijî neheqiyê dihat meşandin, ev gotin bibû, dirûşmeya Revan. Alîgirên neheqiyên ew bûn ku di bin navê em nizanin de, di bin navê me nebihistiyê de yên hêz didan neheqiyan.
Ma gengaz bû ku piştî Çiyager û Nûcanan, piştî Zeryan û Sêvêyan, piştî Berxwedan û Senaran mirov li wan kolanan bê hesab bimeşe? Ma gelo, wê wijdanê mirovan jî ji mirovan hesap nexwaze? Ma ne ew kolan bûn ku şahidiya ‘yên heq’ kiribûn û dîsa di wan kolanan de heq dihat binpêkirin. Di nava kavilên berxwedaniyê de ger mêjiyên ciwanan bihata pûç kirin, jin li wan kolanan bihata firotin, xizanî bi dest û ling bibûya, wê kîjan dil û mêjî ev pesend kiribana? Ango, yên heq mehkûmê revandinê, îşkencê, girtin û kûştinê bihata kirin…?
‘Dilê Revan ev tişt tu carî qebûl nekir’
Revan ew kes bû ku bi bêdengiya xwe neheqan bi hêz nekir. Wê canê xwe di oxira şeref û namûsê de feda kir…
Wekî jinekê serê xwe rakir û ji kolanên Wanê berê xwe da çiyayên Besê û Seîd Rizayan. Ew bi biryar meşiya. Ti astengî nas nekir. Hîn pir ciwan bû, lê rastî fêm kiribû. Rêya rast, rêya azadiyê bû. Ji bo jinek bikaribe bi rûmet bijî, divê xwediyê amûrên xwe parastinê be, ji ber pergala heyî ji jinê re ti qadeke bi rûmet nehiştibû.
Hezkirin, eşq, zanebûn, fikir, gotin û kirin, di bin sîwana desthilatdariyê de gemarî bibû. Ew gemarekî wisa bû ku tenê xwînê dikarî wê zelal bike, tenê dikarî bi eşqa azadiyê xwe paqij bike. Derveyî wê xiyanet bû, feqîriya dil û mêjî bû. Revan, van rastiyan fêm kir û di şopa van rastiyan de derket serê çiyayan.
Derketina Revan, derketina jina Kurd ya ku ji kokê xwe hatibû hildan bû. Derketina Revan, derketina mirovê azad ya ku ji rûmeta xwe bê par mabû bû. Derketina Revan, derketina gelekî aşiqê azadiya xwe bû.
Rêvan li çiyayan wisa bilind firiya da ku bê rawestan gihaşt textê şehadetê.
‘Ew şoreşger e navê wê Omedya Rohat e’
Bavê wê li ser kêlikê gora wê nivisand, “Ew şoreşger e û navê wê jî Omedya ye.”
Lê dagirkeriya dewleta tirk ji navê wê jî, ji kêlikê ber serê wê jî tirsiya.
Rêvan ewqas bilind bû ku ne gengaz bû destê dagirkeriyê bigihêje wê.
Lê dîsa jî xwe ceribandin cinawirên serdemê. Lewma bi hovî berê xwe dan gora Omedya û kêlikê ber serê wê xerab kirin. Ev tirsa wan a hezaran salan bû, zindî dibû, ji kêlikê gorê yên ber serê şehîdên Kurdistanê ditirsiyan. Ma ne ji ber wê bû ku çemê qesaba ji vê tirsê sor diherîkî û cenazeyê Şêx Seîdê kal piştî sed salî jî hîn jî winda ye.
Ev kevneşopiya dagirkeriya dewleta dagirker û qirker ya Osmaniyan û nevîçirkên wan yê Tirkan e. Wan tu caran ji çanda mirovatiyê para xwe negirtibûn û wê negirin jî.
Lewra yên di oxira azadiyê de canê xwe dan wê di şevên tarî de bibin kabûs û bi ser wan de hilweşin.
Lewma her ew êrîşên kevir, dar û gorê Kurdistanê bikin, wê kevir rabin ser piyan, zindî bibin. Wê dar bibin şervan û li beranberî wan şer bikin. Her gorekî şehîdan wê di rûhê civakê de bibin nîşaneya azadiyê, bibin enerjiya jiyanê û civakê bi hezaran caran ji nûde biafirîn in. Tirs ji vê enerjiyê ye. Ji ber dagirkerî dizane, şehîdên azadiyê ti caran namirin, her dem dijîn û jiyîna wan mirina dagirkeriyê ye.
Tê zanîn; yên pîroz û yên lanet her ku çiqas li kêleka hev bijîn jî navê yekî jiyan yê din mirin e. Û li ciyê jiyan hebe mirin, mirin hebe jiyan nabe. Li ciyê pîrozî hebe wê para lanetiyan her dem tinebûn be. Cihên wan ne wê cihana birqîn e, reşîtiya şevên tarî ye.
Rastiyekî hatiye ispatkirin; tarîtî her dem wê ji ronahiyê bireve û navê azadiyê, navê ronahiyê Omedyayan her bijîn.
Ez hatim,
Li ber derî bê hênase
Hindik maye xwe biavêjim hembêza te
Çawa bû, ez li kûr bûm
Çîrok dirêj e,
Lê tenê tiştek bizanibe
Navê te ye nîşan tu welata min
Min xwe li te girt û ez hatim
Şev û roj, eş û birîn
Kî dikare min bisekinîn
Wekî hespekî rêvan, mîna stêrka berbangê
Bi bez û birîqîn
İlhama dilê min, roniya çavê min
Ez neketim, her meşiyam
Biriqîm, taritî ji min tirsiyan
Kê bihîst bi navê te
Serê xwe danî erdê, kir sicde
Va ye ez hatim, evîndara te
Piçek dereng, nexwe xeman
Çarenûsa rastiyan,
Zû an dereng derdikevin ronahiyan
Temaşeke bi gerdûna zivîronek,
Xûnav dema diniqute, şiyar dibe ya xewa giran
Ev zagona heskirina te,
Te zindî kir vê dilê yeman
Va ye şiyar im bi şev û roj li ser rêyan
Bibîse dengê min ez ne wenda me
Bi şev û roj li seyra te,
Difirimim li asîmanan ez im çûka te
Li behra Wanê qasida Tamara me
Ezê li ser baskê xwe bifirînim azadiyê
Êş û nalîn êdî ji neyaran re
Wê ji qehra bimirin ew kesên dixwazin bikevin navbera min û te
Ez ê bibim şînokekî min bihûne li ser pora xwe
Ez ê bibim qaqlîbazekî bifirim li ser behra te
Ez ê bibim avekî bişkîne bi min tîna xwe
Omedya;
Hevala min,
Va ye ji te re canê min
Qet netirse, bipêçe laşê min
Ezê xweliya te li ser xwe bikim, mina lêhifeyî şahîk ey welata min
Ma heye ji vê bi rûmettir
Ma heye ji vê xweşiktir
Serê, li ser rêya evînê xwe daye erdê
Me ne ew e yê herî bilind?
Va ye di dilê min de mîna guleke biharê zindiyê rûmeta hezkirina min
Omedya!
Hevala min,
Bi te dest pê kir destana jiyana min
Ez li ser rêçên te bûm xwedî rê
Va ye bêdidûlî dimeşim ev e serfiraziya min
Ma gelo axirzeman e?
Ke bê çawa dil dan ew qelsêmêrên rizandî
Dest avêtin kevirên ser rêya şadî û mirovî
Omedya,
Cana min,
Welata min,
Kî destê xwe dirêjî wê bejna te ya rihanî kir
Kî xwest ji kok de hilbike û te bê rih bike
Wê xwelî li serî wî be!
Cihê wî ne vê cihana birqoq, bin erda reş û tarî ye!
Omedya!
Welata min
Va ye ji te re soza min
Ez ê bikim gorî li ber kevirên lingê te
Wan qelsemêrên tirsonek yên dest avêtin kevirên li ber lingê te
Bila xelat be ji te re canê min
Ezê bihewim di nava dilê te de
Va ye ev e rûmeta min
Serbilind im…
Serbilind ez im vaye ji destê min e mirin
Ji celladên kevirê li ber lingê te re