Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ew û tirs bi hev re dijîn

Merheba… Hêvî û bawer dikim rewşa we baş be. Min nameyek ji  we re şandibû. Lê nameya me di têlên dirî de eliqîn. Nekaribû tora moxolî derbas bike. Tu zanî hin peyv hene rastiyê tînin ziman, ji ber ku rastî gelek caran tahl e, ew peyvên rastiyê tînin ziman dikevin torê. Lê dîsa tor û moxil çiqas hûr be jî rastî di tariyê de namine. Çawa ku li ser ruyê vê cîhanê û di gerdûnê de tu tişt tune nabe, rastî jî tune nabe.

Her çend xwestin bi kuştina rojnamegeran ser rastiyan veşêrin jî, îro rastiyê wê demê tev yek bi yek ronî dibe. Îro jî dixwazin bi girtinê rê li pêş ronîkirina rastiyan bigirin. Dixwazin şopdarên heqîqêtê ji armancê dûr bixin. Lê armanc ne wekî çemekî ye. Tenê di rûbarekî de naherike. Armanc wekî pêlên (frekansê) radyoya SW (pêlên kurt) li her derê ne. Şopdar li ku be armanc li wir e. Çi li derve, çi li girtîgehê; tu tişt nikare rê li pêş bigire. Tora wan jî û diwarên wan jî, têlên dirî û deriyên heft qifil jî nikare rê li pêş tîrêjên rastiyê bigire.

Bi rastî hin tişt mijarên qerfê ne. Dûrî hiş û aqilan in. Ji ber ku yên jor li yên jêr ferz dikin, ew jî li ser kesên di qefesan de ferz dikin. Bifikire tu di nava çar perdeyên betonî de yî. Deriyê hesinî wekî yên kelehê bi 2 mifteyan li ser te hatine kilîtkirin. Lê li gel vê yekê tu dîsa bênavber, sal dozdeh meh, heft roj û bist û çar saetan yanî hemû emrê ku tu li menzelê derbas dikî; bênavber tê çavderîkirin. Çavek wan li cihê rûniştine bi şev û roj te temaşe dike. Çavê din li hewşê te temaşe dike. Mirov dikare li ser vê yekê gelek dahûrîneriyê bike. Bi kurtasî ev yek rastiya kesên li hemberî heqîqetê çiqas asê mane nîşan dide.

Dîrok jî nîşan dide kesên azad her dem û li her derê azad in. Kesên din jî herdem û li her derê bi tirsê re dijîn… Tirs her daîm mêvanê wan e. Ew û tirs bi hev re dijîn. Gelek tişt heye mirov binîvise lê ku derfet hebe…

Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’ê ya Amedê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar