Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Ewê berpirsiyarê karesata erdhejê têk biçe û em ê bi ser bikevin’

Hevberdevka Giştî ya Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar li Semsûrê di vekirina bûroya hilbijartinê ya jinan de axivî û wiha got: “Berpirsyarê karesata erdhejê îktîdara AKP-MHP’ê ye. Lê bêyî ku şerm bikin, li vir dengan dixwazin.”

Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk berdewam in. Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Taxa Karapinarê bûroya hilbijartinê ya jinan vekir. Şandeya ku ji Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, namzetên parlamenteriyê, endam û rêveberên partiyê pêk dihat, li ser rêya Kolikê bi girseyî hate pêşwazîkirin û piştre jî bi konvoyê ber bi cihê bûroyê ketin rê. Şande, li pêşiya bûroya hilbijartinê bi coşeke mezin, bi nîşaneyên serkeftinê, tililî, dirûşm û çepikan hate pêşwazîkirin.

‘Dewletê ji bilî OHAL’ê tu tiştek neda gel’

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di vekirina bûroyê de girse bi zaravayê kirmanckî silav kir û bi xêr hatine gel kir. Uçar, anî ziman ku sedema kareseta erdhejê îktîdara AKP-MHP’ê ye û wiha got: “Di erdhejê de rastiya dewletê bêhtir derket holê. Weke HDP, Partiya Çepên Kesk û pêkhateyên wê em li qadan bûn. Dewletê ji bilî OHAL’ê tu tiştek neda gel. Gel, hêj jî di bin konan de dijî û dewletê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan tu gav neavêtine. Me di coşa gel a xebatên hilbijartinê de dît ku dê îktîdara AKP-MHP’ê têk biçe û pêkhateyên demokratîk bi ser kevin.”

‘Bêyî ku şerm bike li herêmên erdhejê deng dixwazin’

Bi domdarî Uçar diyar kir ku ew berdewama mîrateya têkoşîneke demdirêj in û wiha pê de çû: “Dibe ku navê me hêj nû hatibe bihîstin lê em ê serkeftineke nû biafirînin. Em ê li gorî kevneşopiya têkoşîna xwe tevbigerin. Berpirsyarê van karesatan îktîdar e lê bêyî ku şerm bike, li herêmên erdhejê deng dixwazin. Her wiha herî zêde propagandaya xwe li ser kurdan dikin û dibêjin qaşo kurd di dema wan de bi awayekî azad zimanê xwe diaxivin. Lê ew ne lûtfa AKP’ê ye. Ew, encama têkoşîna gelê kurd e. Her destekftiyek encama bedelên giran in. Em ê bi têkoşîna xwe vê desthilatdariya yekperest hilweşînin û pergala jiyana azad û wekhev ava bikin.”

Gelek caran axaftina Uçar bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” hate birîn. Piştî axaftinan jî bûroya hilbijartinê bi coşeke mezin û bi çepik û tililiyan hate vekirin. Di dema vekirina bûroyê de girseyê bênavber dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar