PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Pazar - 24 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Ewlehiya canê girtiyên siyasî tuneye

Rêvebera TÛAY-DER’ê parêzer Aslihan Bûlût derbarê îşkenceya li ser girtiyan axivî û got ku girtiyan diyar kirine ku ewlehiya canê wan tune ye

Dewleta tirk li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê îşkenceya xwe zêdetir dike. Bi taybetî li girtîgehên Tîpa D û T’yê yên Amedê û li girtîgeha Jinan a û ya nimreya 2’yan Xarpêtê ev îşkence zêdetir hene.

Komeleya TÛAY-DER’ê çend roj berê diyar kiribû ku parêzerên wan çûne van girtîgehan û têkildarî mijarê raporek weşandibû.

Rêvebera TÛAY-DER’ê parêzer Aslihan Bûlût têkildarî raporê axivî û diyar kir ku girtî diyar kirine ku ewlehiya canê wan tuneye.

Parêzer Aslihan Bûlût anî ziman ku li girtîgehê jinan ên li Amed û Xarpêtê cezayê dîsîplînê zêde bûye û bi van cezayan re dixwazin girtî neyên berdan û wiha got: “Li Girtîgeha Jinan Xarpêtê girtiyeke jin ji ber ku tîşortê ‘berstûkê V’ li xwe kiriye, rêveberiya girtîgehê bi hinceta ku ‘li gorî exlaq cilan li xwe nake’ cezayê dîsîplînê lê biriye. Ji ber van cezayên dîsîplînê girtî nayên berdan. Keseke ku divê di meha îlonê de ji girtîgehê derkeve, wê encax di meha adarê de derkeve.”

Li Girtîgeha Xarpêtê êrîşa fîzîkî

Bûlût diyar kir ku li Girtîgeha Xarpêtê îşkenceya fizîkî di rojevê de ye û wiha domand: “Ev îşkence ji zû ve hene, em giliyên sûc dikin lê tu encam nayê bidestxistin. Girtî piştî ku tên derbkirin ji bo ku karibin raporê bistînin wan sewqî nexweşxaneyan jî nakin. Ji ber ku raporên derbkirinê tuneye, biryara neşopandina giliyên sûc didin. Ji xeynî îşkenceya fîzîkî îşkenceya psîkolojîk tê kirin.”

Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran heye

Parêzer Bûlût derbarê Girtîgeha Mêrdînê jî agahî da û ev tişt anî ziman: “Li vê girtîgehê li ser kapasîteyê girtî hene. Di nav wan de nexweşên giran jî hene û hin kes li erdê radizên. Girtiyek ji ber ku ketiye greva birçîbûnê ji çavekî xwe bûye lê hê teşhîsa wî jî nehatiye kirin. Ji xeynî vê kêşeya avê jî heye. Her serê girtiyekî rojê 50 lître avê didin. Piştî 50 lîtreyan avê dibirin.”

Girtî: Dibe ku me bikujin’

Bûlût destnîşan kir ku li girtîgeha nimreya 2’an a Xarpêtê êrîşî 15-20 girtiyan hatiye kirin û wiha pêde çû: “Me dît ku girtiyek nikare biaxive û girtî bi giranî hatine derbkirin. Girtiyê ku nikaribû biaxive, rewşa wî gelekî giran bû û tedawiya wî nehate kirin. Piştî mehekê dema em çûn serdana girtiyan, girtiyan diyar kirin ku ewlehiya wan a can tuneye û gotin ‘Dibe ku li vê derê me bikujin.’ Em van gilîkirinan bi rêya çapemeniyê didin bihîstin lê piştre biryara neşopandinê tê dayîn.”

Pîsî ji nav xwarinê derdikeve

Her wiha Bûlût qala kêşeyên li girtîgeha Amedê jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtiyan diyar kirin ku di nav xwarinên wan de mû, pîsiya mişkan û cam derdikeve. Ji ber vê cama di nav xwarinê de zimanê girtiyekî hatiye birîn. Me ji bo vî tiştî serlêdan kir lê tu encam bi dest neket. Ji ber van xwarinan, girtiyên ketibûn greva birçîbûnê baş nikarin xwe têr bikin.” AMED 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar