Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Ewropayê ev hût mezin kir

Di navbera 10 û 11’ê mehê de li Brûkselê civîna bilind a lîderên Yekitiya Ewropayê pêk tê. Civîn di destpêka heftiya Mafê Mirovan a Cîhanê de tê çêkirin. Ev rast lê hatin e yan bi taybetî vê rojê destnîşan kirine ez pê nizanim. Bes ji ber ku wê yek ji mijarên lîderên ewropî li serê hemfikr in zêdegavî û binpêkirinên dewleta tirk in.

Beriya vê civînê wezîrên karê derve yên welatên Ewropayê li hev civiyan ji bo lîderên xwe çarçoveyek danîn. Di vê civînê de der barê dewleta tirk ango rêveberiya Tayyîp Erdogan de gelek rexneyên tund hebûn. Heta Almanyaya ku di rewşên teng ên rêveberiya Erdogan de tim bi hawara wî ve diçû jî bi decê wezîrê xwe peyamên tund didan Enqereyê.

Lê gelo wê di civîna lîderan de sibê û dusibe encameke çawa derkeve? Heke ku mirov li bendê be ku wê zextên dijwar li Erdogan were kirin ew yek xwexapandin e. Ji ber ku Erdogan tevî hemû zêdegaviyên xwe jî ji bo van lîderan bi çend aliyên xwe ve hê jî estrumanekî bi kêr e.

Aliyekî xwe polîtîkayên hundirîn ên Ewropayê ye. Ev lîder bi saya gefên Erdogan û gefên bi rêya çeteyên Erdogan ên li ser Ewropayê polîtîkayên ‘ewlehiyê’ yan jî bi gotineke populertir ên ‘antîterorê’ weke lastîkê divezilînin. Muxalîfên xwe jî bi vî awayî hewl didin bêdeng bikin.

Aliyek din ew tevî Amerîkayê li Rojhilata Navîn bi maliyeteke hindiktir ji bo balance li dijî Rûsyayê bi kar tînin. Her çend di qadê de weke ku Erdogan bi Rûsyayê re hevalbendiyê dike, xuya bike jî di esasê xwe de ji bilî rola balance tu roleke xwe tune ye. Helbet di encama vê rolê de hinek kurtêl jî bi dest dixe û berîka xwe germ dike. Dîsa li aliyê din ji bo welatên ku rûknên Yekitiya Ewropayê ne, welatên weke Yewnanistan û Kibrisê jî bi rêya Tirkiyeyê zêdetir dikarin li gorî polîtîkayên xwe bi rê ve bibin.

Di mile fînans û krediyan de bi milyaran euroyên ku bankayên ewropî dane rejîma Erdogan belkî tevî bazara çekan a bi Tirkiyeyê re jî mirov li vê meselê zêde bike. Mînakeke ji welatê Belçîkayê; ev welat bi qasî 85 milyar euro kredî daye dewleta tirk. Zextên fînanse wê paşvegirtina vê krediyê metirsîdar be ku ev hêj beşekî pir biçûk a ji krediyan e. Çekên ku welatên ewropî difiroşin dewleta tirk tevî teçhîzatên eskerî jî qelem û yekûneke mezin a sanayiya şer a Ewropayê ye. Mînakek ji Almanyayê, li gorî raporên wezareta karê derve yê alman di sala 2019’an de ji 3 pariyan pariyek çekên ku firotine derve mişteriyê xwe dewleta tirk bûye.

Îcar dema ev tablo li ber mirovî be, mirov nikare li bendê be ku wê lîderên ewropî zextên dijwar li dewleta tirk bikin. Erê ew dixwazin dewleta tirk zêdegaviyên xwe kêm bike, ew dixwazin di milê şexsî de hin mafan nas bike lê belê ev rewşa despot bi saya Ewropayê pêk hatiye. Wan ev hût mezin kir. Niha hinek dixwazin hefsarê wî bişidînin û hew.

Nûçeyên Têkildar