Çalakgerê greva birçîbûnê Mehmet Çelîk ku ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Rihayê di grevê de ye ji bo pêşenga greva birçîbûnê Leyla Guven helbestek nivîsand û ji malbata xwe re şand
Çalakiya greva birçîbûnê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera Colemêrgê Leyla Guven ve beriya şeş mehan dest pê kir û li girtîgehan veguherî rojiya mirinê, bi biryardarî didome.
Li welat û derveyî welat bi sedan kes di vê berxwedanê de cih digirin û daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan dikin. Girtiyên li zindanan ku li dora daxwaza Guven bûn xelek û bi rojiya mirinê berxwedan derbasî asteke din kirin, bi peyamên xwe hêz û reng didin berxwedanê.
Girtiyê bi navê Mehmet Çelîk ku ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Rihayê di greva birçîbûnê de ye, ji bo pêşenga berxwadana greva birçîbûnê Leyla Guven bi ser navê ‘Xweşika Şevê Leyl’ helbestek nivîsand û ji malbata xwe re şand. Çelîk di helbesta xwe de qala pêvajoya berxwedana Guven dike û tesîra berxwedanê ya li ser xwe tîne ziman.
Çelîk cezayê muebatê lê hatiye birîn û 25 sal in girtî ye. Ji ber salên xwe yên dûr û dirêj ên girtîgehê dest bi nivîsandinê kiriye û weke nivîskar û helbestvan Mem Farqînî tê nasîn.
Helbesta çalakger Çelîk wiha ye;
XWEŞIKA ŞEVÊ LEYL!
Wek di nava bahoza çileyê de bim
Qerisî xwîna min di rehên min de
Dema ew navê te yê pîroz
Ku ji du lehengan diyarî bû
Ji aliyê dengek zîz olan da
Di nav guhên min de
Di şeva heştê mijdara
Du hezar û hijdan de
Wek bablîsokek bêwext destpêkiribe
Di gerdûna kadizê de
Serobino bû deryaya dilê min
Ji bihîstina kelecana rêwîtiya te
Dema ji nişka ve tu
Wek bûka barana heft reng
Xuya bûyî li esmana welatê min
Ji kerba gulên erxuwanî
Pelên xwe yên sor weşandin
Li hember xweşikbûna ebrûyên te
Elîf şerm kir ji xwe
Ku ew destpêka hemû gotinana bû
Ew esmana serbilind
Bejna xwe tewand bû stûxwar
Li hember dilnizmiya te
Dema te lêborîna xwe dixwest
Jibo ew qas dereng mayînê
Zuhrereng kena te bû û diçirisî
Di wan çavên te yên hingivîn de
Ey xweşika şevê LEYL !…
Li hember bişirîna te
Roj di nav tarîtiyê de dima
Şerhrezad di bim baskê te de
Ji gotinek destanek wek
Elîf leyle we leyle afirand
Ez jî helbestvan im xwedê giravî
Bi hevokan dilîzim bi roj û şev
Bîst û çar saet
Lê tu hevokên min tunin
Jibo destana te binivîsim
Ev sed û heftê û sê roj derbas bûn
Di ser rabweriya te de
Lê ez hêjî li hevokan digerim
Wek gêja
Min biborîne ey xoşewîsta xoşewîstan
Dibe ku hevokên min têr nekiribin
Jibo rastiya te bi cîhanê bidim nasîn
Lê lêvên min hene dewsa wan
Û ji bo her roja ku derbas bûyî
Ramûsanek datînim ser dilê te
Û dibim yek ji wan şopdarên te
Ku ev şêst roj in
Ez jî ji bo serbilindî dimeşim
Li pey te
Wek heft hezar kesên din. AMED