Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Eyn Îsa û Rûsya

Ev demeke ku êrîş bi dijwarî li ser herêma Eyn Îsayê tên kirin. Dewleta tirk bi çeteyan û bi çekên giran van êrîşan dike

Ev demeke ku êrîş bi dijwarî li ser herêma Eyn Îsayê tên kirin. Dewleta tirk bi çeteyan û bi çekên giran van êrîşan dike. Ev êrîş ne nû ne lê demên dawî, him dijwar bûne him jî bêhna planeke nû jê tê.

Di 11’ê hezîrana 2020’an de li gundê Xerîb yê rojhilatê Kobanê û li gundê Texlîb yê Eyn Îsayê civîneke sêalî bi beşdariya berpirsên tirk, rûs û nûnerên rêjîmê pêk hatibû. Di van civînan de çi hatiye nîqaşkirin û çi hatiyegotin, nayê zanîn lê ji wê demê ve ev plana ku bêhna wê li Eyn Îsayê û li gundewarên Til Temirê xwe dide der tê.

Dewleta tirk û Erdogan ên çavê wan li Kobanê ye vêya venaşêrin. Herî dawî serokê AKP’ê Erdogan li ser Kobanê ya di dilê wan de bûye kul û derd axivî û got: “Me ji bîr nekiriye.” Em zêde ji vê kul û derdê ku kobanê di dilê Erdogan de ava kiriye şaş namînin. Ji ber ku ev derd bi têkçûna DAIŞ’ê re û serketina berxwedana Kobanê re dest pê kir û roj bi roj mezintir bû.

Erdogan ê digot ‘vaye Kobanê ket ha dikeve’, îro DAIŞ’a Erdgaon ku dixwest pê Kobanê bixe destê xwe, li ku ye û ketiye çi halî her kes dizane, dibîne.

Em çima behsa Kobanê jî dikin? Ji ber ku sê deverên niha dewleta tirk zêde dike hedef hene: Kobanê, Eyn Îsa û Til Temir. Ev herêm xwedî cihên stratejîk û girîng in. Ji bo kurdan Kobanê keleha moral û menewiyatê ye; Eyn Îsa ji bo herêmê çerxerêya navbera Kobanê-Minbic û Reqa-Hesekê ye û her wiha Ti-Temir jî riya girêdana gelek riyan bi riya M4’ê ye. Ev rê di warê bazirganiyê de jî girîng e. Ji ber wê yekê aliyên ku dixwazin rêveberiya xweser lewaz bikin, di nav vê pilanê de ne. Rûsya û rejîm dixwazin di warê aborî de dixwazin rêveberiyê lewaz bikin û zextê bikin û dewleta tirk jî di warê leşkerî de bixin dewrê û bi çoyê wê dixwazin çavtirsandî bikin. Tirk jî vê dizanin û wiha difikirin ku ew ê jî ji xwe re deverekê bi dest bixin.

Rûsya qaşo navbeynkar û garantor e û niha bi dewleta tirk re li van herêman dewriyeyan dikin, lê li aliyê din çavdêriya van êrîşên dewlet tirk jî dike.

Beriya çend rojan êrîşeke dijwar li ser Eyn Îsayê pêk hat. Di vê êrîşê de bi dehan çeteyên dewleta tirk hatin kuştin. Rûsya heta êrîş nehatin pûçkirin, wekî ku nabîne xwe bêdeng kir,lê dema ku cenazeyên çeteyan li wan erdan man, hat û li gel HSD’ê bû navbeynkar da ku çete û dewleta tirk cenazeyên xwe bibin. Piştî ku cenazeyên xwe birin, dîsa êrîşan dest pê kir û Rûsya jî bêdeng bû.

Tişta niha dixuyê, ew ê êrîş li ser Eyn Îsa bibomin û niha dixwazin bi van êrîşan navçeyê ji sivîlan vala bikin. Îhtîmala ku paşê weke çawa li Efrînê çêbû, Rûsya li gel Tirkiyeyê li hev kir û rê da dagirkeriyê. Li vir jî wiha bike. Lê rewşa niha û wê demê ne wek hev in. Ji ber ku peymaneke ku fermî di nav Rûsiya-Tirkiye û Tirkiye û Amerîkayê de çêbû, heye. Ew jî divê hêzên dewleta tirk û çete riya M4 derbas nekin. Ger ku hatin û Eyîn Îsa girtin, wê demê Rûsya ku li gorî peymaneke bi HSD’ê re hatiye li herêmê bi cih bûye, bêwate dibe û dîsa jî peymanên cotmeha 2019’an li ser Serêkaniyê û Girê Spî. Jixwe wiha dixuyê ku rêveberiya Amerîkayê ya nû jî dixwaze deverên ku berê jê vekşiyaye, careke din bigire, lê daxwaza derxistina Rûsya ji van herêman dike. Ger Rûsya difikire ew ê bi çoyê tirkan careke din tawîzan ji bakurê Sûriyê bigire, ew ê bikeve nav rewşeke ku êdî tifaq pê re çênebin.

Nûçeyên Têkildar