Bi hatina biharê re çiqasî hêviyên azadî û aştiyê geş bibin jî, roj û bûyerên herî mezin ên bi êş ku pêşî li vê bê girtin jî li xwe dihewîne.
Hema bêje li her bajarên parçeyekî Kurdistanê bê komkujî û qirkirinên çi çandî û çi jî fîzîkî lê pêknehatî nîne. Di her pêvajoyekê de tim dijminê gelê kurd xwestiye di warê çandî û fîzîkî de kurdan ji kokê biqelînin. Ji xwe komkujiyên kirîn jî nîşaneyê vê yekê ne.
Her demê ji ber ku kurdan serê xwe li ber zilmê netewandiye, bûye hedef. Komkujiyên Geliyê Zîlan, Dêrsim, Geliyê Tiyarê, Qamişlo, Sînemaya Amûdê, Helebce, Enfal, Şengal… Ji bo qira kurdan bînin êrîş hatin kirin. Ne zarok, ne jin, ne kal û ne jî mêr ji hev kirin, bi yek carî xwestin koka Kurdîniyê biqelînin van zaliman êrîş kirin.
Ji bo talan û bidizin, zarokên ku hê çavê wan li jiyanê ne vebûn, dan ber siqû û kêran. Keç û ciwanên hê negihayîn kirin bazara kêf û sefaya xwe, li ber wan di salonên meyê de serxweş bûn. Îro li esmanên bajarê Helebce yê Başûrê Kurdisanê ewrên rewş û tarî yên mirinê digerin.
Rojeke her kes li karê û barê xwe ye, zarok li derê, şivan û gavanî li çolê, cotkar li zeviyên xwe ye. Ma çi zanin wê malxirabê jeherê bikin baran û li ser wan wer bikin. Ma zarok çi zanin, darên sêvan ên hildidan diçûn sêv diçiniyan, wê rojekê li qirik û pozên wan bigirin û bifetisînin. Ma dayik û bava bizanîba, wê ji bo zarokên xwe bide jiyîn, nefesa xwe bidaba. Na na, ev bêexlaqî û hovîtiyeke herî mezin a bê terîf û bê nav in.
Rejîma BAAS a Seddam Huseyîn a gava yekem a Enfalê 23’ê Sibata 1988’an li dijî Pêşmergeyên YNK’ê li Silêmaniyê pêk anî. Ev komkujî li Dola Caf (Cafetî) destpê dike. Ji sîrorê Iraq-Kurdistanê Çiyayê Hemrîn bigire heta beşek mezin ê başûrê Kurdistanê tu cihek ku bi navê kurd û Kurdistan lê hebe hatin rûxandin û qirkirin. Cihên mîna Qeladizê, Şivan, Axçeler hwd gelek navçe yên kurd lê ne hatin hilweşandin. Bi saxî jin û zarok jî di nav de bi hezaran kes bi saxî li nava gorên komî fetisandin, kirin qûrban.
Ciwanên kurdan ji bo bikin leşkerên Seddam li kampan kom dikin û artêşeke ya bi navê ‘Lawên Seddam’ tê binavkirin ava dikin. Rejîma BAAS’ê di sala 1983’an de zêdetirî 8 hezar mêrên Barzanî dîl digirin û qetil dikin. Bi deh hezaran Kurdên Feylî qetil dikin.
Dewama Enfalê Komkujiya Helebce 16’ê Adara 1988’an tê. Îro kurd dibin qûrban. Mirin li ser esmanên Helebceyê dibare. Balafirên malkembax li esmanan mîna bazên goşt xwe, li esmanan li nêçîra xwe digere, difrin. Mirin û jehrê bibarînin li ser jin û zarokan. Nefesê li wan diçikînin. Di carekê de toza spî û bêhna sêvê sînga mirov tije kir. Pîr û şîr her yerk li aliyê xwe bi nemerdî ketin û şehîd bûbûn. Dayik û bav bê ku bizanin tiştekî bikin hema xwe li ser zarokê xwe dadan, ruh û can dan. Zarokên li kolanan dilîstin her yek hema li aliyê xwe ketin, nefes lê çûn nema hat. Mehşer bû, ji bo kurdan roja mehşerê bû… Nalîn û hewara jin û zarokan heft tebeqeyên esmanan diçirand, lê mixabin kesê guh li dengê wan nebû.
Mal, kolan, bax û navenda bajar ji bo zarok, jin, mêr, mamoste, karker… û ji bo her kesê bûbû goristan, gorek vekirî. Li pêş çavê cîhanê bi saxî mirov difetisîn û dimirin! Yekan e gunehê wan kurd bûn, serî li ber zilmê netewandin bû.
Di roja îro de tevî bi sedan komkujî û qirkirinên li ser kurdan hatî kirin, hê jî êşa wan li nava hinavê me dikele. Em nikarin vê biyekpareyî bibînin û li ber rabin. Ev êş hê zedetir dike, dike ku qirkirinên nû li ser kurdan bê kirin. Mînaka vê ya zindî demê herî dawî Şengal û Efrîn e. Eger ku weke kurd me karîba vê hovîtiya dijmin a li ser hemû kurdan bibînin wê gelek tiştên ku îro rûdayîn, pêk nehatiba. Mixabin em ev nekir, îro û sibe jî em berdêla wê bidin. Em hemû li ser sêla agir in, bila qet tu kes vê ji bîr neke. Bêje Başûr gihiştiye astekê yan Rojava gihiştiye astekê. Li kû windahiyek pêk were, weke xelekên zincîrê wê bandorekî mezin li aliyê din bike. Her wiha li kû destkeftiyeke mezin pêk were heman demê wê ji bo parçeyên din jî bibe destkeftiyek. Bila bi kirasê rengî yên mirin û gotinên hingiv ên jehrî nexape. Kurd yek e, parçeyî netiştekî bidest dixe, ne jî dikare biser bikeve. Jixwe ya heta niha kirî jî ev parçeyî û nebûna yek e. Ji bo wê ye ti demê gelê kurd ji qirkirin û kuştinê rizgar nebûye. Îro derfet heye, em hesab ji her dijmin û hevkarên li gel wan cih girtin bixwazin. Îro derfet heye yên zarok, jin û pîr û kalên em jiyan lê kirine goristan bixwazin. Îro dem hatiye zarokên Helebceyê li binê darên sêvê bilîzin û bi dilekî rehet sêvê gez bikin… Dem û mekan ji bo vê amade ye… ya dikeve ser milê me em bibin yek.