Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Eyşe Hiso: Berdêl çi dibe bila bibe em ê Efrînê rizgar bikin

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso diyar kir ku dewleta tirk ji bo tunekirina destkeftiyên kurdan tevî çeteyên mîna DAIŞ’ê Efrîn dagir kir. Hiso destnîşan kir ku berdêla wê çi dibe bila bide dê Efrînê ji Erdogan û çeteyên wî rizgar bikin

Yekitiya Jinan a Sara ya Swêdê li bajarê Orebroyê 4’emîn Kongreya Asayî pêk anî. Di kongreyê de Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin. Jinan got ku dê bi têkoşîna xwe tecrîdê bi dawî bikin. Di kongreyê de ji her çar parçeyên Kurdistanê jî nûnerên jinan amade bûn. Di kongreyê de hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso axivî û rewşa siyasî ya Kurdistan û Tirkiyeyê nirxand.

Eyşe Hiso anî ziman ku polîtîkaya dewleta tirk li ser bingeha dijminatiya li dijî kurdan hatiye avakirin. Hiso diyar kir ku dewleta tirk li bakurê welat li dijî HDP’ê qirkirina siyasî dike û li rojavayê welat jî dixwaze sîstema demokratîk ji holê rake. Hiso bi lêv kir ku dewleta tirk ji bo tunekirina destkeftiyên kurdan tevî çeteyên mîna DAIŞ’ê Efrîn dagir kiriye û wiha derbirî: “Efrîn a me ye. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê Efrînê rizgar bikin. Heta ku sekna berxwedêr a dayikên şehîdan û ruhê têkoşînê yê Avesta Xabûran hebe, em ê Efrînê û Rojava ji Erdogan re nehêlin.”

‘Encamên hilbijartinê nefesek da gel’

Di berdewamê de jî Hiso daxuyad ku gelê kurd li Bakur tevî hemû cureyên zext, zordarî, rewşa awarte, qeyûm û faşîzma AKP-MHP’ê jî xwedî li îradeya xwe derketiye. Hiso anî ziman ku kurdan di sindoqê de bersiva herî baş daye Erdogan û ev nirxandin kir: “Li Tirkiyeyê ku krîza siyasî û aborî heye, ev encamên hilbijartinê ji bo alîgirên demokrasiyê ê bibe nefesek. Li her çar parçeyên Kurdistanê kurd li dijî tecrîdê ne. Ez Leyla Guven û çalakvanên di grevê de silav dikim.”

Armanca Erdogan a sereke

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tekane armanca Erdogan qirkirina kurdan e. Ziravê wan ji paradîgma û îdeolojiya Rêber Apo diqete. Ji ber vê yekê jî êrîşî destkeftiyên gelê kurd dikin. Ên ku DAIŞ qedandin dê bi ruhê berxwedana Leyla Guven, bikarin planên qirêj ên dewleta tirk jî ji holê rakin. Erdogan li Efrînê polîtîkaya tirkkirinê dimeşîne. Bi zimanê tirkî perwerdeyê didin û nasnameyên tirkan didin gelê Efrînê.”

Di dema axaftina Hiso de jinan dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin. OREBRO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar