Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Eyşe Hiso: Înîsiyatîfa KNK’ê ji bo yekitiya kurdan rolekî girîng dilîze

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso da zanîn ku ew piştgiriya didin înîsiyatîfa yekrêziya refa kurd a KNK-Rojava’yê û diyar kir ku înîsiyatîf ji bo yekitiya partiyên kurd û destkeftiyên gelê kurd rolekî girîng dilîze. Hiso bi lêv kir ku aliyên tev li înîsiyatîfê nabin nîşan didin ku girêdayî ajandayên hêzên derve ne

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava (KNK-Rojava) di 1’ê tebaxa 2019’an de bi partî û hêzên siyasî re civîneke awarte li dar xist. Di encama civînê de biryara destpêkirina înîsiyatîfa yekrêziya refa kurd li Rojava hate girtin. Ji bo wê komîteya danûstandinê bi partî, hêz û kesayetên kurdî re hate avakirin. Piştî wê komîteyê rêzecivîn hatin lidarxistin. Di encamê de 28 partî û hêzên Rojava û bakur û rojhilatê Sûriyeyê beşdarî înîsiyatîfê bûn.

Têkildarî mijarê hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso ji ANHA’yê bi Ehmed Mihemed û Ehmed Semîr re axivî. Hiso diyar kir ku komîteya KNK-Rojava ji bo yekrêziya refa kurd û parastina destkeftiyên gelê kurd roleke girîng lîst. Hiso da zanîn ku ew weke partî piştgiriyê didin vê komîteyê û hemû çalakî û armancên wê yên ji bo yekrêziya refa kurdî dikin û înîsiyatîfa dawî.

‘Hin alî girêdayî ajandayên hêzên derve ne’

Eyşe Hiso ji bo partiyên ku tev li vê înîsiyatîfê nebûn jî wiha got: “Hin partî û kesayetên kurd xwe ji vê înîsiyatîfê dûr dixin. Bi vê re jî didin xuyakirin ku girêdayî ajandayên hêzên derve ne. Di serî de jî ajandeyên dewleta tirk. Her kes vê dizane û êdî nîqaş li ser nayê kirin. Bêdengiya wan a li hemberî binpêkirinên dewleta tirk ên li dijî gelê kurd jî delîla vê yekê ye.”

‘Îdiayên ENKS’ê ji bo dûrketina ji înîsiyatîfê ne’  

Der barê netevlêbûna ENKS’ê ya înîsiyatîfê û îdiaya wan a ‘KNK-Rojava girêdayî PYD’ê ye’ jî Hiso ev nirxandin kir: “Bi vê hincetê dixwazin ji înîsiyatîfa yekrêziya refa kurdî dûr bikevin. Îdia û propanxandeyên têkildarî PYD’ê nerastin. Hemû kurd armanc û hewldanên komîteyê, herêmên ku lê belav bûne û KNK-Rojava baş dizane. Zêdetirî 28 partî û hêzên siyasî destekê didin înîsyatîfa kongreyê. Li rex vê piştgiriya saziyên civaka sivîl û kesayetên serbixwe jî hene. Armanca reşkirina vê înîsiyatîfê ew e ku vîna partî û hêzên kurd ên di înîsiyatîfê de têk bibin û planên înîsiyatîfê felc bikin.”

Bang li hemû aliyan kir

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso herî dawî jî wiha got: “Tevlêbûna înîsiyatîfê mafê hemû kurdan e. Em jî mîna alî, partî û hêzên siyasî yên kurd ên li Rojava û herêmê beşdarî înîsiyatîfê dibin. Baweriya me bi armancên hêja yên înîsiyatîfê hat. Yên ku tev li vê înîsiyatîfê nebin, nîşan didin ku girêdayî ajandayên hêzên derve ne. Gelê me êdî dost û dijminên xwe baş nas dike. Êdî gelê me yên ku dixwazin wan qels bikin û bikin kole nas dike û li dijî wan jî xwedî helwesteke zelal e. Ez bang li hemû aliyan dikim ku li dora înîsiyatîfê kom bibin. Ji bo ku pirsgirêkên me li ser maseyê çareser bikin em di bangawaziya xwe ya ji bo  yekrêziya refa kurdî de bi israrin. Înîsiyatîf û armancên wê diyarin. Hemû kesên dixwazin tev li bibin bila kerem bikin. Da ku em layiqî fedekariyên mezin ên gelê kurd bibin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar