Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Eyşe Hiso: Xalên ku kurdan nêzî hev dikin zêde ne

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso têkildarî peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mijara yekitiya neteweyî ya kurd ku di demên dawî de careke din ketiye rojeve raya giştî ya kurd, ji Jinnewsê bi Roj Hozan re axivî.

Eyşe Hiso ji ewil bal kişand ser hevdîtina Ocalan a li ser telefonê û wiha got: “Ji roja hatiye girtin heta niha Rêber Apo yekemîn care ku bi telefonê hevdîtinê dike. Çend sal berê Rêber Apo bi peymana bi Idrîs Barzanî re ji bo yekitiyê li ser deh xalan li hev kiribû. Ji bo vê jî bal kişand ser yekitiyê. Li dijî pirsgirêkên di navbera kurdan de û hewldanên parçekirinê, her tim têkoşîna avakirina yekitiyê da. Dewleta tirk li hêlekî hewl dide qirkirina kurdan temam bike, li hêla din li dijî referandûma Başûr derket û her wiha zirareke mezin da Rojava. Hewl dide di navbera kurdan şerê birakujiyê pêş bixe. Ji ber vê jî divê em ji tiştên berê bînin bîra xwe û yekitiya xwe ava bikin. Her çiqas di navbera dagirkerên Kurdistanê de nakokî hebin jî dema mijar dibe kurd, lihev dikin. Divê em jî bi yekitiyê vê plana wan têk bibin û peyama Rêber Apo wiha fêm bikin.”

‘Nexşeya Rojhilata Navîn diguhere’

Bi domdarî jî Hiso diyar kir ku Ocalan dixwaze li tu parçeyekê Kurdistanê şerê birakujiyê nebe û wiha domand: “Di rewşa heyî ya Rojhilata Navîn de ku nexşeyeke nû tê xêzkirin, pergalên desthilatdar dixwazin ev nexşe li gorî plan û projeyên wan be. Dewleta tirk jî pêşengiya vê dike. Lewma projeya demokrasiyê ya li rojavayê Kurdistanê bi xweşiya dewleta tirk û dagirkerên din ên Kurdistanê naçe. Di nava gelê kurd kêm zêde yekitiyek heye. Refleksên di dema Şêladizê, Zînî Wertê, Efrîn û Serêkaniyê vê nîşan dide. Divê hêzên siyasî yên li her çar parçeyan jî vê xetereyê bibînin. Ger em nebînin dê bedelên giran bidin. Bi Zînî Wertê re dixwazin kurdan bi hev bidin şerkirin, Başûr dagir bikin, xweserî, maf û hebûna kurdan tune bikin. Siyaseteke pir qirêjî ye.”

Êrîşên li dijî Rêveberiya Xweser

Têkildarî projeya neteweya demokratîk jî Hiso ev tişt destnîşan kir: “Pergala Rojava li ser bingeha neteweya demokratîk ku xwe dispêre fikrên Rêber Apo hate avakirin. Ev proje ya hemû gelan e. Di kongreya 8’emîn a PYD’ê de yek ji xalên ku me nîqaş kirin jî xurtkirina rêxistinbûneke nû û saziyên Reveberiya Xweser bû. Li dijî pergala me êrîşeke dijwar heye. Ji ber ku serkeftina projeya me tê wateya binkeftina projeya qirêj a hêzên weke rejîma baas û AKP’ê ye. Projeya me weke xetereya li ser hebûna xwe dibînin. Hebûna xwe di tunekirina pergala me de dibînin. Li gorî vê divê em jî rêxistiniya xwe xurtir bikin, pergala xwe ya demokratîk berfireh bikin û yekitiya xwe ava bikin.”

Xebatên PYD’ê yên ji bo yekitiyê

Di berdewamê de jî Hiso da zanîn ku PYD ji destpêkê ve her tim li ser mijara yekitiya neteweyî sekinî ye û wiha pê de çû: “Lê asta heyî bes nîne. Dema em bê şert û merc qala diyalogê dikin, ev yek nîşaneya israra me ya ji bo avakirina yekitiyê ye. Heke ku em yekitiya xwe ava nekin, em ê nekarin pêşî li komployên dewleta tirk û hêzên din bigirin. Bi dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê re rewşa şêniyên wê gelek xerab bûye. Dixwazin koka kurdan tune bikin. Koçber dikin û demografyaya xaka wan diguherînin. Gel ji xwe yekitiya xwe ava kiriye. Divê gel bêhtir banga yekitiyê bike ji ber ku rola wan girîng e.”

‘Xalên hevpar ji yên neyînî bêhtir in’

Herî dawî jî Hiso ev tişt destnîşan kir: “Xalên ku me nêzî hev dikin, ji yên ku me ji hev dûr dixin pir zêdetir in. Divê em li dora xalên hevpar bibin yek. Divê em li gorî ruhê yekitiyê û li ser bingeha berjewendiyên gel tevbigerin. Ev sedsal dê bi sedsala serkeftina gelê kurd. Divê em li gorî vê rastiyê tevbigerin û yekitiya xwe ava bikin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar