Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Eyûb Barzanî: Rola têkbirina şoreşên kurdan ji PDK’ê re hatiye dayîn

Nivîskar û siyasetmedarê kurd Eyûb Barzanî diyar kir ku ji salên 1970’ê ve têkiliya PDK’ê bi MÎT’ê re heye

Nivîskar û siyasetmedarê kurd Eyûb Barzanî têkildarî geşedanên dawî yên li Herêma Federe ya Kurdistanê, siyaseta Başûr û bandora wê ya li parçeyên din ên Kurdistanê bi Rojnewsê re axivî. Barzanî, diyar kir ku her sê Barzaniyên desthilatdar jî di xizmeta dewleta tirk de ne.

Eyûb Barzanî, anî ziman ku desthilatdariya niha li başûrê Kurdistanê 32 sal in heman e û wiha got: “Desthilatiyeke kevn e. Tu guhertin çênebûne. Bav diçe li şûna wî kur tê, ew diçe li şûna wî nevî tê. Li Başûr rewşeke wiha hatiye avakirin ku guhertinê qebûl nake. Li vir zîhniyeteke feodal, eşîrtî û axatiyê heye. Yasaya axatî jî her tişte û hemû hêz li pişta wî ye. Her çiqasî li Başûr nû xuya bike jî, lê di zîhniyet de kevine.”

 ‘Têkiliya van bi barzaniyan re nîne’

Bi domdarî Barzanî anî ziman ku bi tu awayî têkiliya desthilatdariya heyî ya Başûr bi Barzaniyan re nîne û ev tişt anî ziman: “Piştî koça dawî ya Şêx Ehmed, ji Mela Mistefa heta kur û biraziyê wî yên desthilatdar, ti têkiliya xwe bi terîqeta Neqşîbendî û bîrdoziya Barzanî re nîne. Her çendî ku ew wî navî bikartînin jî lê dewlemendiya wan a niha heyî û derxistina pereyan ji derve ji bo bankayan, her wiha vekişîna qesrên xwe, ti têkiliyek xwe bi Barzaniyan ve nîne. Ne nav ji bo Barzan hêlane, ne îtîbar, ne jî hurmet. Bi eşkere diyare ku ji bo armanc û berjewendiyên xwe vî navî bi kar tînin. Em dikarin bêjin, pereperestên mezin û deshilatxwazin ku ev bi çi berdêlê be, bi direw be, bi zorê be, yan kuştinê be, desthilatê dixwazin û dev jê naberdin.”

Ji bo pirsa “Tu pismamê yek ji Barzaniyên siyasî yên desthilatdarî lê lê vê nasnameyê red dikî û naxwazî wiha werî naskirin, çima?” jî Eyûb Barzanî ev bersiv da: “Xizmayetî tişteke, mijara netewî, welat û dîrok tiştek dine. Hûn dikarin li gel bavê xwe jî li ser van helwestan lihev nekin. Bi ti şêweyî pirsgirêkek min a malbatî nîne, pirsgirêkek siyasî û neteweyî ye. Ger li kiryar û reftarên wan binêrin, hûnê hemû kesên ku li dijî kurdan û Barzaniyan jenosîd kirine bibînin, hemû li Hewlêrê kombûne. Sedam Husên û Îzedûr jî li wir mirin. Ji wan re rêz digirin, çavdêriya wan dikin û pereyan didin wan.”

Têkbirina Şoraşa Kurdan

Di mijara têkiliyên Barzaniyan û PDK’ê yên bi dewleta tirk re jî Barzanî ev nirxandin kir: “Peywendiyek kûr û dîrokî ye. Ji salên 1970’yan ve ev peywendî heye. Dr. Şivan û Seîd Elçî çawa hatin kuştin? Bawer bike ji wê demê ve peywendiyên wan li gel MÎT a tirk heye. Zîhniyeta şovenîst a tirk tu carî destûrê nade ku hûn bi wan re têkiliyeke hevseng daynin. Tirk her tim te biçûk û xwe mezin dibîne. Ev yek heta niha jî nehatiye guhertin. Ev xizmetkariya her sê Barzaniyan ji bo Tirkiyeyê kevne û bi şêweyê; ‘Tu çi dibêjî em ê bikin, ferman bide û bêjî mala xwe bişewitînin em ê bişewitînin.’ Her tişta ku dixwazin pêktînin, peyva ‘na’ li beramberî tirkan bikarnayînin. Serokên PDK’ê li Rojava, Rojhilat û Bakur bûne sedema sereke ya xirabûna rewşa kurdan. Ji salên 1970’yan ve vê rolê dilîzin, rola têkbirina şoreşên kurdan ji wan re hatiye dayîn.

Rola Abdullah Ocalan

Bi domdarî Barzanî bal kişand ser Tevgera Azadiyê ya Kurd û wiha axivî: “Ev şoreş cuda ye, ji ber ku gelek pêşketiye. Rolê jinê tê de heye û xwedî îdeolojî û rêxistinek bi hêze. Ew rewşa ku şoreş tê de derketî holê gelek zehmete, ji ber ku dewleta ku li beramberî wî şer dike endamê NATO’yê ye. Her wiha ya herî giring jî ew e ku serokek wî heye, Serok Abdullah Ocalan ku fezîleta şoreşê vedigere wî. Ev gel nêzîkî mirinê bû. Dema ku nûnerê Ingilistanê li Tirkiyeyê lêkolînek dike, raporek ji bo Londonê dinivîse û dibêje; ‘Li vir tiştek bi navê kurd nemaye.’ Lê ev yek bi saya Rêber Ocalan şaş derket ku karî gelê kurd ji mirinê rake. Min hinek pirtûkên wî xwendine. Ji bo kurdan fikrek nûye. Ji xwe ji bo hemû serhildanên gel jî fikir û bernameyek nû pêwîste. Li vir axatî û fikrê feodalîzmê heye. Fikrê axatî û fikrê Rêber Ocalan ne gengaze ku were yekirin. Divê yan fikir hebe yan axatî.”

Barzanî ji bo yekitiya neteweyî ya kurd jî wiha got: “Tenê desthilatdarên kurd, bi taybet desthilatdarên têkçûyî yên Başûr, hêviyek bi wan nayê. Guhertina vê desthilatiyê jî wê deriyek nû li gelê kurd veke ku xwe carek din nas bike. Vê desthilatê tiştek ji gel re nehêlane, bûne belaya gelê xwe û her çar beşên Kurdistanê. Ev desthilat windabûye, bi nemana kurdan wê nefesê bigire û dikare bêje erê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar