Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ez bêdeng nemam lê kesek dengê min nebihîst!’

Li navçeya Qubînê ya Êlihê jina ciwan a 18 salî ku piştî çawîşê pispor M.O. tecawizî wê kir û întîhar kir niha di nexweşxaneyê de ye û xeteriya wê ya jiyanê berdewam dike. Li gorî agahiyên ku ajansa Jinnewsê ji derdor û malbatê girtine M.O beriya 20 rojan Î.E. li gundê Hemduniyê bi zorê li cem xwe girtiye, tecawiz kiriye û deme ku Î.E. dixwaze gilî bike jî M.O. bi çekê gef lêxwariye. Li gorî agahiyên ku Î.E. dane M.O. jê re gotiye ‘Min bi dehan caran ev tişt kiriye. Kes nikare hesab ji min bixwaze. Ez te niha bikujim jî kes nikare xwe têkel bike. Tu hîn zêde bikî ezê te ji bibim Îzmîrê bifiroşim.’  M.O. bi darê zorî piştre Î.E. dibe Îzmîrê. Ji wir jî Î.E. bi alîkariya kesekî vedigere malê.

Li vir ji keçik û diya xwe serî li hemû cihên berpirsyar didin. Diçin li qerqolê gilî dikin. Lewra encamek ji giliyên xwe nagirin. Li gorî agahiyên ku malbatê dane wan serî li hemû rêyên çareseriyê dane. Lê kesek xwedî li wan dernaketiye. Her wiha dayika Î.E.  da zanîn ku keça wê 20 rojan li ber xwe da û kesek bi hewara wê ve nehatiye. Dayik dibêje ku herî dawî M.O. gef li malbatê jî xwariye. Dayikê anî ziman ku keça wê piştî van pêkanînan întîhar kiriye û wiha got: ” Çawiş bawerî bi pişta xwe anî. Kesên bêdeng mane tev qatilê keçika min in. Ma edalet ev e. Keçika min hewl da xwe bikuje hîna dewlet bêdeng e.”

‘Kesekî dengê min nebihîst’

Dayikê diyar kir ku piştî keça wê întîhar kiriye ew rakirine nexweşxaneyê û jê re wiha gotiye: “Ez bêdeng nemam lê kesekî min nebihîst û îro ez gelek mexdur im. Êdî ji vê yekê wêdetir tiştekî ez bikim nema.”

Tedawiya Î.E. li nexweşxaneyê berdewam e û xeteriya wê ya jiyanê berdewam dike. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar