Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...
Çarşamba - 27 Kasım 2024

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

Ez di xizmeta jinên azad de me

Ji bo pêkanîna vê û parvekirina jiyana azad divê rêxistinbûyînek hebe. Ev jî xala sêyemîn e. Mirovên bêrêxistinkirî ne tu tişt in. Rêxistinbûyîna yekemîn bi jinan destpê kiriye. Ji ber vê hêza ku herî zêde rêxistinbûyînê esas bigirin jî jin in. Divê jin rêxistinbûyîna xwe bikin civakî

Îro di aliyê jinan de diaxivim. Ger ev bîrdozî (Bîrdoziya Rizgariya Jinan) pêk bê, dê çawa be? Ger mijar bibe Kurdistan ango em dibêjin jiyîna li ser axa dayikê, beriya her tiştî bîrdoziya jinan bêyî axê nabe. Heta aktîfkirina axê ya ji bo çandinî û hilberînê, hinek girêdayî hunera jinan e. Nexwe rêgeza destpêkê ya bîrdoziya jinan, jiyîna li ser axa ku hatiye dinê ye. Bi gotineke din rêgeza destpêkê welatparêzî ye.

Xala duyemîn; ger jiyanî be, divê jin bi îrade û fikrê xwe yên azad tev li jiyanê bibin. Bi îfadeyeke şênber, ger ev bîrdozî pêk were, divê jin li gorî xwe bijîn û biryarê bidin. Divê em baweriya xwe bi fikrên wan bînin, hurmet nîşanî îradeya wan bidin. Yek jê xala jêneveger a vê bîrdoziyê jî ev e. Ger ez bim jî divê jin bikaribin bêjin ku ‘Ez ê bi îrade û fikrê xwe yên azad bi te re bijîm’. Bi vê yekê ve girêdayî hewceye pirrêgezî, pirprojeyî û bi planî be.

Mirovên bêrêxistinkirî ne tu tişt in

Ji bo pêkanîna vê û parvekirina jiyana azad divê rêxistinbûyînek hebe. Ev jî xala sêyemîn e. Mirovên bêrêxistinkirî ne tu tişt in. Rêxistinbûyîna yekemîn bi jinan destpê kiriye. Ji ber vê hêza ku herî zêde rêxistinbûyînê esas bigirin jî jin in. Dibe mêr bêrêxistinkirî bin ango jixwe rêxistinbûyinên mêran gelek in. Divê jin rêxistinbûyîna xwe bikin civakî. Divê hemû xebatên xwe yên fikrî û zikrî bi civakê bidin nasîn. Divê vî tiştî tu carî ji bîr nekin. Wekî xala çaremîn jî, bi rêxistinbûyînê re divê em hemû jiyana xwe tenê ji têkoşînê bihesibînin. Ji ber ku nasnameya jinan ji ber bêtêkoşînbûyînê hepsî çar dîwaran bûye. Xwe daye kar û barên malê û xwe bi vî awayî mijûl kiriye. Yanî kesayeteke vala li ser hatiye ferzkirin. Ji ber van xalên îdeolojîk û polîtîk di serî de, hewceye di qada çandê, rêxistinbûyînê de kurt û kurmancî di her qadên ku bikaribe xwe bi hêz bike de bi her awayî jin di nav têkoşînê de bin. Divê jin bikaribin bêjin ‘Ez ê rêxistinkar bim, kar û barê min têkoşîn e’

Divê huner, çand û estetîk neyên paşguhkirin

Li gorî min di jiyana bi jinan re, têkiliya xwe bi estetîkê jî heye. Ev jî xala pêncemîn e. Ji ber asta jiyana niha bi awayekî vekirî têkiliya xwe bi zextê û mêtingeriyê heye, jinên ku dixwazin bijîn divê huner, çand û estetîkê paşguh nekin. Ji fîzîkê heta bedewbûna fikrî, ji xîtabê heta ruhê paq divê girêdayî rêgez û estetîkê bin. Ger hûn jiyaneke li gorî van 5 rêgezan ji xwe re esas bigirin, li gorî min tê wê wateyê ku we çeka rizgariyê bi dest xistiye. Bi vê çekê re tu mêr û saziyên ku hûn neynin ser rê, dê tunebe. Li gorî min jiyana herî bi nirx jî ev e. Ger em dibêjin girêdan û hurmeta roja me ya îro, di çarçoveya van rêgezan de, em ê bi firehkirina rêxistinbûna jinan û mezinkirina têkoşînê bersiva herî baş bidin mirovahî û şerê qirêj. Ji ber vê yeke dubare diyar dikim ku ez bi temamî di xizmeta jinên azad de me. Dîsa dubare dibêjim ku ez zilam û mirovekî ku di xizmeta dayikan û bi taybetî gerîlayên jin ên qehreman û jinên ku di nav têkoşînê de cih digirin de me. Hezkirin û hurmetê xwe pêşkêşî we dikim.

8’ê Adara 1998’an

Çavkanî: Newaya Jin

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar