Navenda Nûçeyan |
Endamê berê Encûmena Serkirdayetiya PDK’ê Edhem Barzanî duh di derbarê dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê de nameyek vekirî ji Serokatiyên Herêma Federal a Kurdistanê, Iraq, Neteweyên Yekbûyî, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re pêşkêş kir û bal kişand ser metirsiya dagirkeriya xaka Başûr. Piştî nameya siyasetmedarê kurd Edhem Barzanî li herêmê rastî hin zext û nerazîbûnan hat.
Edhem Barzanî anî ziman ku ew bi tu awayî nikare di bin dagirkeriya dewleta tirk de bimîne û ji bo vê jî bi îradeya xwe ew ji Kurdistanê derdikeve.
‘Ez bi tu awayî ji axa Kurdistanê nerevîme’
Siyasetmedar Edhem Barzanî li ser mijarê ji ajansa ANF’ê re axivî û diyar kir ku li welatê ku dewleta dagirker a tirk dagir bike û li hemberî vê hikûmeta herêmê bêdeng bimîne ez nikarim lê bimînim û wiha got: “Ez bi tu awayî ji axa Kurdistanê nerevîme. Di demeke nêz de ez ê bi Tevgereke Gel a Şoreşgerî vegerim ser axa xwe. Xebatên min di vî alî de hene û gel piştgiriya xwe dike. Baweriya min bi tu partiyan nîne. Tenê baweriya min bi Tevgerî Şoreşgerî heye. Ji bo vê jî xebatên min hene û di demek nêz de ez ê vegerim Kurdistanê.”
Nameya Edhem Barzanî
Endamê berê yê Encûmena Serkirdayetiya PDK’ê Edhem Barzanî di nameya xwe ya duh de wiha gotibû:
“Wekî ku em hemû jê agahdar in di dema derbasbûyî de erdnîgariya Herêma Kurdistanê bi giştî û devera Behdînanê xoşewîst bi taybet ketiye ber pêlek dijwar a dest bi serdegirtinê. Li gelek deveran artêşa dewleta tirk bi kûrahiya 40 kîlometran pêş de hatiye û xaka Kurdistanê xistiye di jêr şertên zehmet û ne yasayî ya dagirkeriya leşkerî de.
Heta niha bi dehan welatî şehîd bûne û welatiyên deverê neçar dibin ji cih û warên xwe koçber bibin. Dewleta tirk xwezaya Kurdistanê wêran dike. Bi hincetên xweparastinê warên ciwan ên Kurdistanê ku sermayeyek neteweyî ya kurdan e û mîrateyek hevbeş a mirovahiya cîhanê ye, bi awayek sîstematîk û plankirî tê şewitandin û talankirin. Ez bang li desthilat û hemû aliyên berpirsyar dikim ku hemû hewldanek bikin, çi bi rêya guftûgo û danûstandinên dualî, çi jî bi rêya Iraq, Neteweyên Yekbûyî û welatên ku rêzê ji aştî û mafê mirovan re digirin, da ku bikarin zextê bikin û sînorek li pêş sînor bezandin û dagirkeriyê bigirin.
Li gorî ezmûna borî ya dewleta tirk, her erdnîgariyek û deverek di aliyê leşkerî de dagir kiribe, êdî ji wî cihî dernakeve. Belgeya herî zindî ya vê çendê jî Qibris û Îskenderone. Dema lêxistina zenga metirsiyê hatiye ku em hemû bi hevre bê dudilî vê zengê lêxin, gelek cidî nêz bibin. Wext hatiye ku em hemû rêkarên navneteweyî bigirin ber û helwesta xwe rêkbixin.”