Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Ez ê kon vedim lê dîsa jî xaka xwe naterikînim’

Welatiya bi navê Sabîha Şahîn ku li Samandagiyê dijî diyar kir ku dê navçeya xwe neterikînin û wiha got: “Ez ê konê vedim lê dîsa jî dev ji xaka xwe bernadim.”

Di encama erdheja Mereşê de li taxên Sutaşi, Kuşalani, Cumhuriyet, Ataturk, Cemal Gursel, Koyunoglû, Taxa nû û Yeşîlada yên Samandagi ya Hatayê hilweşîneke mezin çêbû. Li taxên navborî gelek avahî hilweşiyan û li gorî daneyên ne fermî; zêdetirî hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Li rexekî xebatên rakirina kavilan berdewam in û li rexa din jî duh erdhejên bi pileyên 6,4 û 5,8 bandoreke giran li xelkê navçeyê kir.

‘Apartmana KUK’ê’

Şêniyên navçeyê hewl didin tiştên xwe yên di bin kavilan de mane derxînin û li ser her kavilî jî herî kêm 3 makîneyên kar hene. Xirbeyên bajar jî li kolanên navçeyê tên komkirin. Di 2 blokên Apartmana KUK’ê ku 3 sal berê li Taxa Cemal Gursel hatibû avakirin hilweşiyan û 16 cenaze ji bin kavilên wê hatin derxistin. Şêniyên taxê gotin ku mitehit winda ye û bal kişandin ser sersariyên di avahiyên 3 sal berê de hatine çêkirin.

‘Piştevanî mezin dibe’

Navenda Piştevaniya Erdhejê ya Hatayê ku li navçeyê hatiye avakirin, hewl dide bibe bersiva daxwazên xelkê navçeyê. Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û Şaredariya Kadikoyê jî di nava vê navendê de cih digire û hewl dide daxwazên lezgîn ên xelkê navçeyê çareser bikin. Di heman demê de gelek fraksiyonên cuda yên sosyalistan jî li navçeyê ne û dixwazin birînên gel derman bikin.

Hewldanên ji bo pêşîlêgirtina koçberiyê

Heta niha li navçeyê nêzî 400 kon hatine vedan û şêniyên din jî li gorî derfetên xwe li nêzî malên xwe kon vedane. Welatiyên ku çûne cem xizmên xwe yên li gundan dibêjin ku çi dibe bila bibe dê dev ji xaka xwe bernedin. Malbatên ku di rojên ewil de zarokên xwe şandin cem xizmên xwe jî hêdî hêdî vedigerin navenda navçeyê. Tevî hewayê sar jî welatî hem vedigerin û hem jî têkoşîna xwe ya di bin konan de didomînin.

AFAD bêalav hat

Welatiyên ku derheqê erdhejê de bi ajansa me re axivîn gotin ku di 4 rojên ewil ên erdhejê de ji bin gelek kavilan dengê mirovan dihat. Welatiyan diyar kirin ku tîmên AFAD’ê di roja 3’yemîn a erdhejê de hatin û ev agahî dan: “Tîmeke AFAD’ê ji Stenbolê hat navçeyê. Me bi rayedarê AFAD’ê re hevdîtin kir û jê pirsî bê ka çima ewqas dereng hatin. Ji me re gotin; ‘ji ber sedemekê nediyar, em 4 saetan li balafirgehê hatin sekinandin. Her wiha em nikarin alavên xwe bi balafirê bînin.’ Alav û amûrên wan piştî 4 rojan ji Stenbolê gihişt bajar. Heke ev yek nebûya dê nîviya van mirinan çênebûna.”

Her wiha welatiyan da zanîn ku wan mirî û birîndarên li Samandagiyê bi derfetên xwe ji bin kavilan derxistine û wiha gotin: “Dê bibêjî qey dewletê li dijî Samandagiyê û gelê wê şer dabû destpêkirin.”

‘Tu kes nebû ku welatiyên diqîriyan rizgar bike’

Jina bi navê Sabîha Şahîn jî destnîşan kir ku dema avahî dihejiya nekariye ji cihê xwe rabe û ev tişt anî ziman: “Em niha di kon de dimînin. Çi dibe bila bibe em ê xaka xwe neterikînin. Avahî dihejiya û min nekarî ji cihê xwe rabim. Min demek piştre dît ku tevahiya avahî hat xwarê. Tîmên AFAD’ê 3 roj piştre hatin. Li vir ciwanek mir. Diqîriya, di qîriya lê kesekî ew dernexist û mir. Em ê li vir bimînin. Dê kon vedim lê dîsa jî dev ji xaka xwe bernedim. Ji bilî Samandagiyê nikarim li cihekî din bijîm.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar