Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma li vir wê pirsgirêka jinan çawa bê çareserkirin?” Ma berê guncav bû keçek bi serê xwe biçe çiya û bikeve nava civakê? Dibe ku hûn jî di jiyana xwe de ne azad bûn. Heta dibû ku we keçên xwe dabûna hinan û we dengê xwe jî dernexistiba. Me jî bi temamî berovajî vê weke hedef danî pêşiya xwe. Me sedî sed keç serbixwe kirin. Ev hedefeke min e.

Yên ku ne yên kesî, tenê aîdê xwe ne, dikarin azad û serbixwe bimeşin.

Me jineke di fikrê xwe de serbixwe, di dil de serbixwe, bi kesî ve negirêdayî, ne jin û destgirtiya kesî, jina gel, partî û şer afirand. Lê heya niha fikrê zilamê kurd di jin û keçan de bû. Digotin; “Yan ya min e, yan ya min e, ne ya keseke din e.” Min ev guhert. Ev şoreşeke mezin e.

Divê keç û jinên kurd careke din bêne afirandin. Divê em pir baldar jî nêz bibin

Afirandina jinê, tê wateya afirandina jiyanê. Di kurdî de peyva jin ji jiyanê hatiye. Yanî jin bixwe jiyan e. Jin û jiyan heman tişte. Lê niha jin ne jiyanê, mirinê temsîl dike. Divê jin û jiyan bi hev re bêne destgirtin. Wexta ku ev bûn yek, wê demê zilam jî ji nû ve dikare bê afirandin. Ji xwe zilamê kurd jî hem ji jiyan, hem jî ji jinê dûr ketiye. Hem xwe, hem jiyanê û hem jî jinê mehf kiriye.

Zilam, jin ji xwe xirabtir kiriye.

Em şereke mezin didin. Her kes dipirse dibêje; “çawa van bi hev re û li hember hev di nava tekoşînekê de dide jiyîn.” Ji wan re dibêjim; “ji ber ku tekoşîneke mezin e.” Hesabê salan tê dayîn. Pirsgirêk ne meseleya keçek-xortek hevdu hez bike, birevinê ye. Ev, ji bo kurdan mirin e. Ez li ser vê pirsgirêkê hem pir bihêz, hem jî bi awayeke objektif disekinim. Bi hestiyarî tevnagerim û nirxê jinê jî dizanim. Ketîbûna kurd jî nasdikim. Ev, herî zêde di mijara jinê de û di nav malbatê de çêdibe. Min van pir baş dît, dest avêtê û vê mezinbûnê li ser vî bingehî diafirînim.

Min pirsa kurdek çawa bê afirandin kir. Çawa hatiye xistin, çima fahm nake? Ez di ser de çûm. Min jin jî zilam jî rakir ser lingan.

Di Kurdistanê de civak herî zêde di pirsgirêka jinê de hatiye xistin.

Heta ku pirsgirêka jinê neyê çareserkirin, zilamê kurd jî nayê dahûrandin. Bêguman, ger zilamê kurd jî berdî wê bibe belayekî mezin. Wê bi temamî bikeve bin xizmeta dijmin.

Pirsgirêkek mezin e. Ya rastî di çend pirtûkan de pirsgirêk dikare bê vekirin. Lewre ev jî karê wêjevan û nivîskaran e.

Zilamê kurd kî ye, di xizmeta kê de ye? Zilamê kurd çawa dijî? Qehremantiya zilamê kurd çawa ye? Ez li ser van disekinim.

Em heya jinekê bi ziman dikin, dikin xwedî meşeke mezin û zana bibe şereke mezin didin.

Berê jin kî bû, keç kî bû?

Kî birevandiba ya wî bû, malê wî dihat hesibandin. Nedikarî gotineke tenê jî ji devê xwe derxîne. Û zilam jî heya bêjî ji vê razî bû. Vekiriye ku, zilamê jinê wisa li gel xwe digire ketîbûna herî mezin jiyan dike. Jin wisa girtin, weke milkê xwe nêzbûyîn û mîsyoneke wisa lêbarkirin kuştina jinê ye. Çima? Ji ber bê ziman e, bêraman e û nexwedî biryar e. Ger ku zilamek bêje; “min wê revand, bi pere kirî, min bi hêza xwe girt” tê wateya rihê wê girtiye. Mirov dê ji vê jinê çi fêm bike? Wiha, jina kurd dibe jineke kole. Bêziman e, bêkesayet e û pir ketiye. Ji ber vê jinê ber bi azadiyê ve dibezînim. Beriya zilam xwe binase!

Dilê te çiqas bi welat re ye, çiqas bi azadiyê re ye? Tu çiqas bi welatê xwe, partiya xwe re yî, çiqas di nava şer de yî? Heke wisa nebe ji jinê re zilam nîne.

Ji bo zilam jî, ger tu keçek dixwazî, jinek dixwazî; divê tu destpêkê bi xaka xwe re, azadiya gelê xwe û şer re bibî yek. Heke şer nekî, xwe nû nekî, tu nikarî li gel me xwe bikî qehreman û bibî hevalê me. Ger nikarî bi dijmin, nikarî şer bikî lewre nikarî bêjî “ez zilam im.” Heke zilamtiya xwe qebûl nakî, tu jinekî! Dikarim îsbat bikim, tu jinekî. Yê ku nikare bi dijminê xwe, li ser jinê xwe zilam dihesibîne.

Li hemberî dijmin kole, li ser jinê jî zilamê mezin, axayê mezin, destpot û dîktator e! Dijmin her roj lê dixe, ew jî tê li jinê dixe. Hemû hêrsa xwe li jinê derdixe. Ev, heqareta herî mezin li jinê ye. Jin hîn deh-pazde salî hewil hatiye dayîn bê xistin. Ne giyana wê, ne jî ramanên wê maye. Zilam jî serê kêliyê lê dide. Niha zilameke wisa çawa dibe bê qebûlkirin?

Ez parazvanê rastiyan im.

Tişteke li hember bisekinim heya dawî pêre şer dikim, heya negihem encamê dev jê bernadim. Yan wê bên rastiyan, yan jî ez dev ji wan bernadim!

Heke li hember dijmin ne xwedî şereke rast bin, ezê çeka wan qebûl nekim. Wê demê ew bi çekê şer nakin, bi çekê dileyîzin. Me çek da dest da ku pê li dijmin bixin. Lê ger hinek bêjin; “ez ê li gorî bere bi rêbazên berê îsyan bikim”, em jî dibêjîn “na, ev nayê qebûlkirin.” Çeka min dayî nabe ji dijmin re bimîne. Jiyan, giyan û rihê ji te re hatî dayîn, tu yê li hember dijmin ji bo şereke mezin bikar bînî. Heke bi vî rengî li hember dijmin neyê şerkirin, wê demê emê bi we re şer bikin.

Me baş binasin!

Heya dawî azadî heye, heya dawî serxwebûn heye. Lê hûn jî neçarin xwe ji nû ve biafirînin. Divê sebra we, berxwedaniya we çawa be? Pêwîste ev bi awayeke herî baş û rast bê bersivandin.

Mirovên mêrxas têne afirandin.

Her yek ji ew keçên ciwan yên xwe dişewitînin, bi hezaran keçên ciwan yên ji bo teslîm nebin bombayên xwe bi xwe de diteqînin qehremanin. Ev çalekiyên ji bo teslîmê dijmin nebin û nekevin tarîtiyê gelek bi wate ne. Me ji bo jinê jî mezinbûn afirand.

Qehremantî û jiyaneke nû ya kurd ku teslîm nabe hat afirandin.

Ev, destkeftiyekî mezin û tekoşîneke mezin e.

Ev, di heman demê de ji bo gel jî erkeke mezin e.

Civakek tê afirandin. Jin hêzeke mezin e û heya dawî jî bi me re ye. Ev girêdana wê ne bê sedeme. Me tiştên ji zêr binirxtir daye wan.

Rûmeta mirov, xwesertiya mirov, azadiya mirov ji her tiştî binirxtir e.

Berê nirxê jinê bi pere û zêr dihat pîvandin. Lewra niha tiştên ji zêr binirxtir hene û êdî pîvan ev nirxên tên dayîn e. Niha di nava refên me de ji keçeke me ya milîtan re kîseke zêr bidinê, bi misogerî wê qebûl neke. Lê çend tiştên rast bêjin, çend tiştên rast bidinê wê heya dawiyê bi riheke fedaî bi we re be. Ya girîng bawerî ye. Hûn dikarin di xebatên xwe de, bi taybet jî di mijara ziman de hîn zêdetir bawerî bidin û hîmên bingehîn bavêjin. Divê hûn bi azadiya jinê, jiyanê bawer bikin, wê demê hûn dikarin tiştên mezin bikin.

Nûçeyên Têkildar