Em kî ne? Yan jî beriya wê divê ez pirsa ez kî me bikim? Ez xwe weke mirov pênase dikim û me hemûyan jî weke mirov digrin dest. Ez ne erebek im, ne kurdek im, ne tirkek im û ne tiştek dinim jî. Beriya van hemûyan ez mirov im. Ev civaka he min daye avakirin, ev dewlet, ev netewe, ev qewm bi xwestek, daxwaz, kîndarî û dîn ve. Min cîhan li parçeyan belav kiriye. Parçeyek bakur, yek başûr, yek Afrîqa yek Amarîka û filander û bêhvander. Ez di hundirê xwe de hezar parçeyan dijîm, ji van hezar parçan hezar parçeyên dijberî xwe didim avakirin. Bi hinekan re şer dikim bi hinekan re aştiyê li dar dixim, bi hinekan re bazirganiyê dikim hinekan jî bi birçîbûnê re rû bi rû dihêlim. Ji ber ku ez xwe ji wan cuda dihesibînim, ew ne zarokên min in, ne neviyên min in ne jî tu tiştên min in.
Gelo ez xwe nedim guherandin yan jî nebim xwe ezê bikarim vêya bi kesekdin yan jî civaka ku tê de me bidim nişandan? Ez girêdanbûna xwe ya bi xwezayê re nezananim ez ê çawa bikarim di vê gerdûnê de bijîm? Min qalibek daye destnîşankirin û ez li gorî wê diçim, gelo ez çima vê dikim? Ez çima hertim pey îdeolojiyekê, fikrekê, dînekê, partiyekê, dîktatorekê dikevim û jiyana xwe li gorî wê didim meşandin. Ew çi ji min bixwazin ez wê dikim. Bi rêya vane beşek yê min mastê çûkan jê kêm e, beşek yê min nangê çûkan jî bi dest nakeve, beşek yê min di qiralyetê de dijîm, beşek yê min di xaniyên herifî de. Beşek yê min çima misilman e, beşek yê min çima xiristiyane, beşek yê min çima cihû û beşek yê min ê din çima êzidî ye? Ez çima beş beş im û çavbeşim? Min çima xwe şêwe daye, çi bû sedem ku ez vê bikim, azadiya xwe min çima teslîmî parçeyek yê xwe yê din kiriye? Heskirina xwe min çima daye parçeyek din û ew ji min re dibêje çawa hez bike, çawa nefret bike, çawa dij derkeve, çawa baxive, çawa rûnê, çawa bixwe. Ez pir bi aqilim ji ber ku pir bi aqilim min hestên xwe tune kirine, pêhesên xwe ji dest dane û hîsên xwe jî ji nedîtîve têm. Bi zanista ji perwerdê ez hînbûyîm min zanîna xwe ji bîr kir. Fêrî reqabet û hevalê xwe binxistinê bûm, ezmûnên min pirbaş û xwedî pîşeyek têr pere me…
Ez ê çawa dawî li şeran, li qirêjiyê, li êrîşkirinê, li tecawizkirinê, li bişaftinê bînim ji min re ne xem e û serê xwe jî pêve naêşînim. Ji dilbûyîn ne karê min e, dibe ew karê fezayiyan be, ji min re ne xem e. Ma tenê ev aliyên min hene, na, aliyek min ê camêr e, ji dil e, bi hezkirine, ji tevahî qirêjiyên heyî xwe diparêze jî heye. Em çi amade bikin em dibin xwediyê wê. Aliyek ê min niha çekan amade dikin; çekên kimyewî, çekên nukleerî, aşî, dermanên kujer. Aliyê din yê min rewşenbîr e, zana ye, siyasetmedar e û vana tevan ji bo miqamê xwe navê xwe, karê xwe hene û aliyê min yê din jî çîna xemsar û tiştek nekirinê ye. Ez qet bi kesekê re nayêm gel hev, nîqaş nakim, bi hev re kar nakin û xwe ji vê rewşê xilas nakin. Lê aliyek yê min jî heye xwe dide saziyan, dernegan, meclîsan ku bi rêya wan wê şer were sekinandin, wê dawî li kujeriyê were lê heya niha vana tiştek çareser nekirine. Di vir de ya were dîtin dil û ruhê mirov e. Ez wisa dibînim ku bi xetereyên pir mezin re rû bi rû me, tenê ez di ferqa tiştên dikim de xwedî hişmendiyek rast bim, ji dil nêz bibim û rastiya xwebûna xwe re jiyan bikim ez ê dawî li van xeteriyan bînim.
Aliyeke min xwe bi kesan ve girêdaye; azadî çi ye, hezkirin çi ye, heqîqet çi ye, rastî-xirabî çi ye, xweşiktî çi ye, xweda çi ye û bi bersivên ew didin, bi pênaseyên ew dikin re ez tatmîn dibim û li gorî gotinên wan ez şêwe didim jiyana xwe. Jiyaneke bi peyv, têgeh û gotinan didim dobare kirin. Aliyek yê min bi hevesên xwe diçe tiştan, aliyek jî bi tiştên datînin berê ve mecbûr dimîne qebûl bike. Ez berhemek yê hezar bandorên ji derve de li ser min didin ferzkirinim. Di hundirê min te tu tiştê xweser tune, tiştekî nû tune, tiştekî nehatî xirabkirin, şêwedan, qirêjkirin tune. Bi hezaran sal in aliyekî min ji bo tatmînkirina dîndartiyê, duayan dike, daxwazên xwe ditepisîne, fikrê xwe kontrol dike, ji ketina têkiliyên cinsî dordikeve, bedena xwe ceza dike, rexmê vê jî hemû qirêjiyan, destdirêjiyan dide pêkanîn. Tu aliyên min li xwe nazivire, xweşikbûna xwe, heqîqeta xwe, xwedabûna xwe, xwebûna xwe, cewherê xwe, kulîlkdana xwe, heskirina xwe nabîne.
Sedemê tevahî gengeşe û ne rast jiyana min ew e ku bi tiştên kesên din ji min re raber dike ez di wir de li her tiştî digerim. Aliyekî min li dijî tevahî hikûmet, otorîte, dewlet, dîktatoran e, aliyê min ê din ji bo di nava wan de cih bigire hezar rêyan bu kar tîne.
Aliyekî min di ferqê de ye ku wê tu kes û tu pirtûk ji min re nekare bêje heqîqet, Xweda, hezkirin, jiyan, keyfxweşî, êş, xweşiktî… çi ye. Ji derveyî min wê tu kes rastiya wan ji min re pênase neke. Ji ber vê divê ez xwe na sbikim. Xwenaskirin destpêka zanîn, heskirin û ji dilbûyînê ye. Wê demê ez ê guhdariya xwebûna xwe bikim û bi vê re ez ê bikarim xwe ji van qirêjiyan rizgar bikim.