Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

‘Ez tenê edaletê dixwazim’

Parazvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, ji malbata Şenyaşar 3 kes qetil kiribû. Piştî bûyerê ji malbata Şenyaşar Fadil Şenyaşar jî hatibû girtin. Dayik Emîne Şenyaşar got ku ew tenê edaletê dixwaze û xwest kurê wê bê berdan

Li navçeya Pirsûs a Rihayê, beriya hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an de parazvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, êrîşî malbata Şenyaşar kiribû û di encama êrîşê de Hecî Esvet Şenyaşar, kurên wî Celal û Adil Şenyaşar jiyana xwe ji dest dabûn. Her wiha di bûyerê de birayê Yildiz Mehmet Şah Yildiz jî miribû. Piştî bûyerê ji maalbata Şenyaşar Fadil Şenyaşar hatibû girtin û di 17’ê Îlonê de jî birayê Yildiz Enver Yildiz tevî komeke li gel xwe ku ji 50 kesî pêk dihat çûbû Edliyeya Rihayê û teslîm bûbû.

Di lêpirsîna derbarê bûyerê de heta niha tu pêşveçûyûn çê nebûne. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, ji bo aqûbeta lêpirsînê di 10’ê îlonê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn. Li ser vê Serokê Baroya Rihayê Abdûllah Oncel hevdîtin bi serdozger re çê kiribû û serdozger soz dabû ku wê di nav mehekê de lêpirsîn veguhere dozê. Piştî sozdayînê malbata Şenyaşar çalakiya xwe bi dawî kiribû. Di ser soza serdozger re 2 meh derbas bûn, lê belê hîn jî lêpirssîn veneguheriye dozê.

‘Kurê min berdin’

Emîne Şenyaşar ku di êrîşê de hevjînê wê û 2 kurên wê hatin kuştin, bi bîr xist ku kurê wê Fadil Şenyaşar sal û nîveke girtî ye û wiha got: “18 meh in kurê min girtî ye. Ew jî li derve bi rihetî digerin. Pêşî li dikanê û paşê jî li nexweşxaneyê li ber çavê min zarokên min kuştin. Ka edalet? Çima kes tiştekî nake? Çima kurê min di girtîgehê de ye? Çima nayê berdan? Ez edaletê dixwazim. Zarokên min kuştin, qet nebe bila kurê min ê din berdin. Kurê min, sal û nîveke di hucreyeke yekkesî de ye. Çima wî bernadin?”

Li ser sozê du meh derbas bû lê…

Ferît Şenyaşar jî ev tişt anî ziman: “Dozger ji me re got ‘herin mala xwe, çi hewce be em ê bikin.’ Li ser vê me dev ji çalakiya xwe berda. Dozger got, mehek şûnde wê doz dest pê bike. Lê du meh derbas bûnç hîn jî tiştek tuneye. Niha dozger bi îradeya xwe biryaran nagirin. 3 kes ji me kuştin. Em cihêkariyê naxwazin. Em edaleteke bêalî dixwazin. Birayê min Fadil di hucreyeke yekkesî de ye. Em tim dibêjin tişta birayê min kiriye, nefsî mudafa ye. Em doza edaletê dikin.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar