Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Êzdiyên ji Efrînê: Em ê li ber xwe bidin û xaka xwe rizgar bikin

Welatiyên êzdî yên ji Efrînê ku niha li Şehbayê dimînin êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. Welatiyan diyar kir ku helwesta civaka êzdî ya li dijî dagirkeriyê zelal e û ev sekn wiha pênase kirin: “Em ê li ber xwe bidin, teslîm nabin û dê Efrînê rizgar bikin.”

Welatiyên êzdî yên ji Efrînê bi boneya duyemîn êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî Efrînê, ji ANHA’yê bi Mizgîn Hemo re axivîn.

Ji welatiyan Eyşe Hiso ku ji gundê Feqîra yê Cindirêsê ye got ku dewleta tirk bi êrîşên xwe xwest ku projeya neteweya demokratîk têk bibe û wiha domand: “Em van êrîşan şermezar dikin. Dewleta tirk û çeteyên xwe bi komployeke navdewletî û li ser bêdengiya wan pêk anîn. Dewleta tirk û çeteyên wê hemû şêniyên Efrînê koçber kirin. Em terorîst nînin. Yên ku li eniyan şer li dijî dagirkeriya dewleta tirk sekinîn û xaka me ji terorîstan diparast, zarokên me ne. Ew ne terorîst in.”

Kiryarên dewlet tirk

Bi domdarî jî Hiso diyar kir ku dagirkerên tirk li ser êzdiyan 72 ferman pêk anîn û wiha pê de çû: “Niha li Efrînê fermana 73’yemîn tê kirin. Sedema vê jî ew e ku me xwe li cem Rêveberiya Xweser birêxistin kir. Di serdema rejîmê de me nedikarî ola xwe bijîn. Dewleta tirk tenê sivîl hedef negirt, êrîşî goristanên şehîdan kir, demografyaya herêmê guherand, şênî koçber kirin û li şûna wan niştecihên Xûtayê bi cih kirin. Weke civaka êzdî me 85 rojan li ber xwe da. Tev li hemû çalakiyan bûn. Helwesta me ya li dijî dagirkeriyê zelal e.”

Efrîn tê talan û wêrankirin

Welatiyê bi navê Hemûş Xerîb jî di serî de êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û wiha derbirî: “Ez bang li wan komên çete dikim ku dest ji siyaseta faşîst a Erdogan berdin. Erdogan xwe weke xelîfe dibîne.” Şirîn Mihemed a ji gundê Basûfanê jî ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk şêniyên Efrînê direvîne, îşkence dike û Efrînê talan û wêran dike. Em ê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin. Em teslîm nabin û dê xaka xwe ji dagirkeran rizgar bikin.”

‘Berxwedana me dê bidome’

Der barê mijarê de welatiyên bi navên Tehsîn Şêxo û Sîdra Cabir jî gotin ku hikûmeta faşîst a tirk bi hinceta ‘şerê li dijî terorê’ êrîşî Efrînê kir û dagir kir. Welatiyan destnîşan kir ku dê berxwedana xwe bidomînin û bi rizgarkirina Efrînê re jî li xaka xwe vegerin. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar