Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Êzidî bi berxwedanê bi ser ketin û bi ser dikevin

Piştî êrîşa hovane ya DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an û şûnde li ser axa Şengalê ya hatibû jibîrkirin, bi xwîna hatî rijandin û berdêlên keç û xortên êzidî ji nû ve ji hemû qirêjî, nezanîn û cehaletiyê xwe rizgar kir û dest bi jiyaneke nû ku êdî hew jiyana berê qebûl bike û serî li ber bitewîne vegere çû.

Civaka êzidî ew êrîş û komkûjî hemû ji bo xwe kir ilm, xwe rêxistin kir. Ji warê rêxistinî bigire heta siyasî, leşkerî xwe pêş xist û saziyên xwe bi ol û baweriya xwe saz kirin. Yek ji van gavên girîng avakirina rêveberiyeke serbixwe û dîsa ji niha û şûnde li herêmê eger nebe nabe, avakirina hêzên parastinê ye.

Piştî ku 12 siwarî civaka êzidî ji qirkirinê rizgar kir, hêzên xwepastinê yên ji keç û xortên êzidî pêk tên; YBŞ/YŞJ û Asayîş hatin avakirin. Ev gav hem di warê siyasî û hem jî di warê leşkerî de gavên herî girîng û mezin bûn ku qedera civaka êzidî bi temamî bide guherîn û carekî din li ya berê neyê vegerîn bûn.

Ev yek ji bo PDK û hevkarê wê Tirkiyeyê di serî de ji bo hêzên herêmî û dagirkerên Kurdistanê pêngaveke dîrokî û mezin bûn ku nikarin xwe lê rabigirin bû. Dewleta tirk û PDK ên dîtin ku êzidî û pêkhatiyên li Şengalê xwe bi raman û hişmendiya Rêber Apo ku fedayiyên wî ew civak rizgar kir, xwe rêxistin dikin, bûye xwedî vîn; dest bi lîstik û dekûdolabên têkbirina vê sîstemê kirin. Dest bi êrîş û gefan kirin.

Bi êrîş û nakokiyên navxweyî ne dewleta tirk karî û ne jî PDK’ê karî ya xwe li Şengalê bide kirin û ne jî civaka êzidî ev yek qebûl kir. Ji bo vê Tirkiye bi rêya PDK’ê kete nava plangeriyên nû û ji bo di warê qanûnî de li welatên Ewropayê jî bide erêkirin, ji nakokiyên navxweyî yên siyasî û mezhebî yên Iraqê sûd girt û Iraq jî têkelî vê planê kir. Ji bo wê 9’ê Cotmeha 2020’î li ser Şengalê û siberoja Şengalê bê vîna êzidiyan li hev kirin.

Ev li hevkirin di serî de ji aliyê civaka êzidî û pêkhateyên Şengalê wek dewam a Fermana 73’an û pêkhatinên fermanên nû hate pênasekirin. Ji bo vê, ji roja ku ev peyman hate aşkerakirin û şûnde bi hemû rengî li dijî vê derket. Li pêşiya navenda Asayîşa Êzidxanê dest bi nobeda ‘Em hemû asayîş in’ a ji bo parastina asayîşê ya li navenda Şengalê mohra xwe li çalakî û berxwedana êzidiyan da, kirin.

Çi li hundir û çi jî li derve ji êzidiyan bigire heta her sazî û dezgehên demokratîk û azadîxwaz û kesayetên naskirî ji bo parastina Şengalê bang kirin, xwedî li Şengalê derkevin; ev daxwaza dewleta tirk e. Dîsa ev yek rê li ber mijara yekgirtineke xurt a li Şengalê ya di nava êzidyian de vekir; kir ku êzidî hê zêdetir li ser ya xwe bibin yek û têbikoşin.

Her çendî PDK û Tirkiye li ser Iraqê tiştên cuda jî ferzkiribe jî, lê berxwedan û çalakiya civaka êzidî ya navxweyî û qada navneteweyî kir ku bi ser nekeve. Çiqasê êrîş û gef zêde bûn, êzidî jî xwe li ber vê girt û helwestên xwe hê radîkaltir dan nîşandan. Heta giha wê astê ku eger êrîş bibin wê bersivê jî bidin.

Rewş giha wê astê ku êdî êzidî bigihêjin biryarên radîkal. MXŞD û nûnerên ji saziyên cuda li gel hêzên leşkerî civiya û bang li hemû alî kir ku ew alîgirên aştiyê ne, lê ku bi ser wan ve bên dê heta dawî li ber xwe bidin û şerê azadiya xwe û mafê xwe bikin. Ev yek jî di aliyê Iraqê de bû sedem ku rewşa li herêmê çiqasî cidî ye. Eger hewldanek bibe wê barê wê giran be. Ev berxwedan kir ku hem Tirkiye û hem jî PDK bi hêsanî û erzan nikare li Şengalê tişta bixwaze bike.

Êzidî û pêkhateyên li Şengalê eger ku bixwazin azad û bi ol û bawerî bijîn, wê heta dawî xwelî li destkeftiyên bi berdêla zarokên welatê xwe hatin bidestxistin, biparêzin û li ber xwe bidin. Li aliyê din di warê sîstem û qezenckirina statûya xwe de hê zêdetir di warê dîplomasî û qada navneteweyî de kar bê kirin.

Wê hewldanên êrîşan ji bo pêkanîna vê peymanê dibe rojên pêş xurtir bibin. Lê gihandina encamê û valaderxistina peymanê di destê civaka êzidî de ye. Çiqasî li ber xwe bidin û bi israr bin, dê ewqas di gihandina statûya xwe de bi encam bibin û peymanê vala derbixin. Na, berovaj bike, wê winda bike, wê bûyerên ji sala 2014’an mezintir û xedartir rû bidin.

Çiqasî palpiştên hêzên xwe bin û li gel cih bigirin, wê ewqasî serketin jî hebe. Dibe bi hincetên cuda êrîşên mîna 3’yê Adara 2017’an û bomberdûmanên balafirên şer ên tirk li ser Şengalê rû bidin. Lê armanca van hemû yan jî ew e ku êzidî bitirsînin û ji daxwazên wan bikine. Di vê mijarê de divê her kes baldar be, neyê lîstikan û xwe birêxistin bike.

Ji ber ku Iraq jî di nava mijarê de ye, di gelek aliyan de çi di mijara avê û çi jî di mijara bazirganiyê de Tirkiye zext û pêşniyaran ji bo Iraqê dike ku vê peymanê di serî de li Şengal û piştre li deverên din bide pêkanîn. Ji bo wê yekê ye divê civaka êzidî di vê mijarê de gavên bi plan û guncav ku encamên xirab nîne, bavêje. Dîsa dibe hinek bûyerên ku êzidiyan biceribînin bên kirin. Dema ev bûyer encam girtin, wê êrîş û hewldanên xwe ji rêya tirkmenên li Tilehfer û dîsa baregeha Başîqayê bi hêsanîtir bike.

Hemû peyman û qanûnên hem li Iraqê û hem navneteweyî heye derfet dide ku Şengal xwedî statû û serbixwe be; ji bo wê ye ku çiqasî li ser ya xwe bi biryar û rêxistinkirî bin, ewqasî mijar wê bikare bi rêya siyasî bê çareserkirin. Hem PDK û hem jî Tirkiye bi vê peymanê dixwazin mijar û bûyerên navxwe bide jibîrkirin û rûpelek nû vekin. PDK dixwaze sala 2014’ê bide jibîrkirin û Tirkiye jî dixwaze bi êrîşeke muhtemel nakokiya siyasî ya li Tirkiye ji bo xwe bike fersendek a hilbijartinê û ser bikeve. Ji bo wê Iraqê bi kar tîne.

Ji bo wê ye ku PDK û Tirkiye zextê li Iraqê dikin. Iraq jî di vê rewşê de dê nikaribe êrîşek mezin û dagirkirina Şengalê bide ber çavê xwe. Ji ber ku nakokî û aloziyên nava aliyê şîa û sunî pir in. Bi ser vê re jî xwepêşandanên ji bo nan û li dijî gendeliyê ferz dike ku hikûmet nekare ji rewşa heyî xwe li rewşeke din a aloztir bide. Ji bo vê ye ku çiqasî mirov bikare ji vê sûdê bigire hem navxwe, hem Iraq û derve re peywendî xurt bike, wê ewqasî berjewendî baştir bibin.

Nûçeyên Têkildar