Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Êzidî bi vegera Şengalê planên PDK’ê pûç dikin

Civaka êzidî ku xwedî bîr û bawerî û nasnameya civakî ye, di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi planekê ku ji berê de hatibû amadekirin rastî komkujiyek herî mezin hat, di van sal û zemande mînakê wek wê tune bûn. Dîroka Êzdiyatî di nav dîroka mirovahiyê de civak û baweriya herî kevnar e. Axa pîroz û koka şaristaniya Mezopotamya bûye şahidê vê çand û baweriyê.

Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de dema DAIŞ’ê dijminê mirovahiyê êrîşî civakê kir careke dinê rastî îxanet û bêbextiyê hatin. Di wan rojên herî zor û zehmet de kesekê hêvî nedikir wê ev civak ji destê vî dijminê hov xilas bibe. Ev hovîtî li ber çavê hemû cîhanê  pêk hat. Sedemê fermanê jî PDK’ê û hêzên wên yên asayîş û pêşmerge bûn. piştre derket holê ku PDK’ê  ji bo tunekirina êzidiyan bi DAIŞ’ê re li hevkiriya û ev yek bû sedem ku êzidî rastî fermana herî mezin bên. Jin û zarokên êzidiyan hatin revandin, kal di nava germa havînê di nava çiya de ji tîna mirin û êzidiyên mane jî ji ber zilma çeteyan koçber bûn. Êzidiyên ji ber zilma DAIŞ’ê berê xwe dan başûrê Kurdistanê vê carî rastî fermanek din a spî hatin.

PDK’ê ku bi DAIŞ’ê re nikaribû qirkirina êzidiyan temam bike vê carê dest bi polîtîkaya şerê taybet kir. Di serîde êzidî kirin nava kampa û di bin navê dezgehên xêrxwazî de PDK’ê endamên xwe şandin her maleke koçber, ji şûna  bi wan re bibe alîkar û kar ji bo vegera Êzidiyan bike bi rêya dezgehên xwe yên ku di bin navê xêrxwaziyê de kar dikin şerê taybet liser civakê da meşandin. Di serî de ew ji vegera Şengalê bê hêvîkirin û  bi gelek şêwaza mejiyê civakê di serîde jin û ciwana dagir kir.

Êzidiyên di dîrokê de bi pêşengiya Mihemayê Ebdû, Zerîfeya Osê û Derwêşê Ebdî xwe  li hember dagîrkeran parastin vê carî ketin xefikên şerê taybet yê PDK’ê. Di serîde ew ji nirxên wan ên civakî dûrkirin, çanda wan  ber bi rêyek ne diyare ve bir  û ew tert û bela kirin. piştî ku civak kire bin bandora xwe êdî bi qonaxek din dest bi belavkirine Êzidiyan kir,  rêya  penaberiyê da ber wan û berê civakê da dervey welat. Di nava 10 salên fermanê de  zêdetir ji sed hezar êzidî şandin dervey welat.  Pilana derve jî PDK’ê bi Tirkiyê re dan destpêkirin. Rê vekir ji Şengal û başûrê Kurdistanê di nava heftiyekê de ciwan  xwe liser welatê Tirkiyayê re bigihînin Yonanistanê û ji wir jî derkevin Almanya, Holanda û hwd…

Her wiha êzidiyên di nava kempa de mane jî rê li ber vegera wan digire. Rê li ber girtina koçberên Şengalê bi du rêbaza ye, rêbaza yekê bi rêya dezgehên xweyê ragihandinê û  minezimeyan Şengalê reş dike û wan dike bin bandora şerê taybet, her wiha dema malbatek bixwazibe vegere jî bi heycetên cida cida vegera wan dereng dixe yan jî destûr nade ku ew vegerin ser warê xwe. Di nehde ku em derbasî deh saliya fermanê dibin zêdetir ji 65 hezar êzidî li nava 16 kampên PDK’ê de ne.

Herî dawî wizareta koçûkoçberan a îraqê biriyar da ku heya dawiya meha hizîranê deriyê hemû kampa bigire û wan vegerîne ser malên wan. Ev biriyar bi zextên rêxstinên navdewletî pêk hat lê di nehede PDK’ê bi rêbazên cida dixwaze koçberan li dijî vê biyarê derxe ji bo êzidî venegerin ser malên xwe. Rixmî hewqas pilan û zextên PDK’ê jî lê civaka êzidî vedigerin ser malê xwe û bi keda xwe Şengalê ji nû de şîn û ava dikin. civak li derdora rêveberiya xweser kom dibe, beşdarî di nav refên asayîş,YBŞ-YJŞ’ê dibin û xwe di ber parastina axa xwede berpirsiyar dibînin.

Nûçeyên Têkildar