Tecrîd gotineke di gelek aliyan de mirov dikare şirove li ser bike. Li ser kesekî, civakekê û herêmekê jî dibe ku tecrîd pêk were. Lê di vê serdema em tê de mirov dikare tecrîda li ser Rêber Apo û tecrîda li ser êzidiyan bîne beramberî hev û binirxîne.
Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi êrîşa xwe ya hovane ku bi pilanekî herêmî dixwestin êzidiyan qirbikin û bi saya berxwedaniya gerîla ev pilan hate pûçkirin. Her wiha êzidiyan li ser peradîgmaya Rêber Apo xwe birêxistinkirin, xeyalên dijminê koka êzidiyan di nîvî de hiştin. Êzidiyan xwe birêxistinkirin û bûn xwedî îrade. Lê ev rêxistinbûyîna êzidiyan ne bi dilê dewletên serdest ên herêmê û cihanê bûn, loma pergala tecrîdê li ser êzidiyan kirin meriyetê. Êzidiyên ku ji nefesa xwe ya dawî vegeriyan jiyanê, bi rizgarkirina herêmê re bûn xwedî pergal lê ev pergal di serî de ji aliyê PDK’ê ve rastî tecrîdê hat û dor li êzidiyan teng kirin.
Sîstema Tecrîdê çawa kirin meriyetê?
Di sala 2015’an yekemîn Meclisa Avaker ji aliyê gelê Şengalê ve hate avakirin û ev dibû despêkek e nû ji bû sîstema pêşeroja herêmê, di heman salê de dewleta tirk a dagirker agirbesta di navbera Tevgera Azadiyê û dewletê de binpêkir û dest bi êrîşên xwe yên li ser gerîla kir. Di vê pêvajoyê de xuya bû ku dewleta tirk a ku destekê dide DAIŞ’ê, ji ber berxwedaniya gerîla ya li Şengalê nikaribû bigihe hedef û armancên xwe. Lewra xwest çirûska berxwedaniya ku ji Îmraliyê ber bi Rojhilata Navîn ve her diçû geş dibû vemirîne ku ev çîrûsk li Rojava, Mexmûr, Şengal û Kerkûkê bi pêşengiya gerîlayên azadiyê derbên giran li mezintirîn rexistina terorî ya DAIŞ’ê dixist. Mirov dikare kûrkirina Tecrîda li ser Rêber Apo û destpêkirina êrîşên li ser gerîla weke tolhildana berxwedaniya gerîla a li ser banga Rêber Apo ya li hemberî DAIŞ’ê binav bike. Li aliyekî dewleta tirk dest bi êrîşên xwe yên li ser gerîla kiribû, li aliyê din jî tecrîda li ser Rêber Apo kûr kiribû û her wiha zext li dewleta Iraqê dikir ku gerîla ji Şengalê vekişîne. Li Şengalê êzidî di dorpêça çeteyan de bûn, tenê beşekî biçûk ji Şengalê hatibû rizgakirin, berxwedanî geş dibû, sazî û dezgehên Rêberiya Xweser her diçû mezin dibûn, her kesî jî dizanî ku ev berxwedanî bingehê xwe ji tekoşîna Rêber Apo a li Îmraliyê digire. Loma dewleta tirk Rêber Apo kir bin tecrîdeke giran.
Bi Tecrîdê çirûska berxwedanê venemirî
Bi girankirina tecrîda li ser Rêber Apo, dewleta tirk nikaribû rê li ber şoreşa gelan bigire, ji ber ku civak gihabû wê baweriyê ku ji bilî pergala Netewa Demokratîk tu çareya wan a din nîne. Ruxmê hemû êrîşan û gefan jî civak li ser pergala xweseriyê bi israr bûn.
Rêber Apo ji ber fikir û îradeya xwe, êzidî jî ji ber baweriya xwe ya olî û îradeya xwe rastî tecrîdê tên. Êzidiyên ku xwe li ser fikrê Rêber Apo birêxistin kirin, di rewşa niha de di nava tecrîdê de ne. Êzidiyên li başûrê Kurdistanê rastî Fermana Spî, ango qirkirina çandî tên, roj bi roj çanda wan a resen bi siyaseta PDK’ê tê helandin. Jin û zarokên civaka êzidî di kampan de di bin tecrîda PDK’ê de ne…. Êzidyên li Şengalê jî ji ber ku çanda xwe parastine, li ber xwe dane û teslîm nebûne, di aliyê aborî, civakî û ewlekarî de di bin dorpêça Iraq û PDK’ê de ne.
Li ser rûyê erdê Iraq û PDK’ê zextê li êzidiyan dikin, rê li ber wan digirin û li asîman jî dewleta tirk êrîşên xwe yên hewayî pêk tîne. Gelo ji bilî tecrîdê mirov dikare navekî din li vê rewşê bike?